“Chris Wright”, Wezîrê Wize yê Amerîkayê li devedevê birêveçona konferansa giştî ya Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî li bajarê Viyenê, huşdarî da rêjîma Îranê ku bernameya navkî ya wê rêjîmê bi her awayekê be, dê bi dawî bibe.
Wezîrê Wize yê Amerîkayê ev yeka jî ragihand ku Amerîka çareserkina vê pirsgirêkê bi diyalog û danûstandinê bi baş dizane, lê bijardeyên din jî hene û hekî rêjîma Îranê bernameyên navkiyên xwe ya nihênî û binerd berdewam bike, dê rastî bersivdana Artêşa Amerîkayê bibe, artêşek ku garantiya destpêrenegihîştina rêjîma Îranê bi çeka navkî dide.
Herwisa “Chris Wright” gotiye: “Nebûna lêkolerên Ajansa Navnetewî ya wizeya Navkî li Îranê û nebûna zanyariyên li derheq rewşa madên navkî, asteke din a nebûna pêbendiya rêjîma Îranê ye û bi micidî cihê nigeraniyê ye”.