Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Eserê Hayatê Feyzî (Xemgînîya Zemanê Derbasbûyî)

18:31 - 31 Kanûna pêşîn 2022

Wergera ji bo Kurmancî: Seîd VEROJ

“Bi navê Xwedayê gewre û bexşende.

Navê min Mihemed Emîn e û maxlasê min jî Feyzî ye. Navê bavê min Derwêş Abdulqadir Axa ye û navê bavkalê min jî Mistefa Axa ye. Ez di sala 1278-R (1862/1863 M) de li taxa Koyê ya bajarê Silêmanîyê ji dayik bûme.

Ez bi girêdayî Dînê Mubînê Mihemedî me, bawerî bi hemû hukmên şerîeta garra dikim û ji Xudayê gewre ra teşekur dikim ku ez bawermend in.

Di îtiqatê de ez şopa Îmam Matûrîdî dajom, di îbadetê de jî teqlîda Îmamê Azam Hezretî Ebû Henîfe dikim.   

Zarokîya min bi êş û bûyerên xemgîn derbas bûye; min, di 3-4 salîya jîyana xwe de, şev dema ku di nava malê de dibezîyam, di encama qezeyêk de ketim nav terrafa agirê tifikê, pîyê min ê rast bi temamî şewitî. Gava ku min bi kelecanê ew pîyê xwe ji agir derdixist, pîyê min ê din jî kete nav agir û ew jî şewitî.

Piştî vê bûyera xemgîn, carekê din jî bûyerekê bi vî rengî hate serê min. Dema ku ez li ber lampeya gazê bûm, di encama qezeyêk de lampe wergêrîya û ji ber belavbûna gaza wê, agir bi dorûberê girt û ji ber ku nêzîkê lambeyê bûm, lingê min yê çep hetanî ber çok şewitî. Herweha dema ku ez biçûk bûm, dubare rastê ezabekê dojehê ahtim; hespek bi lez û bez di ber min re derbas bû, pê li lingê min ê rastê kir û pêçîyên min eciqandin. Êşa vê birînê jî bi rojan dewam kir.

Min di salên xwendina xwe ya seretayî de Quranê xetim kir û yek-du pirtûkên piçûk ên Farisî xwendin.

Piştî ku xwendina seretayî xelas kir, di beşa Mulkîye ya Ruşdîyeya Silêmanî de qeyda xwe kirin ku ev mekteba ruşdiyeyê di dema walîtîya Bexda ya Mîthad Paşa de hatîbû çêkirin. Di destpêkê de ji ber ku hîn bernameya mekteba navborî nehatîbû amadekirin, min bi tevî hevalên xwe yên polê bi qasî salekê pirtûkên Tuhfe-î Vehbî ve Rîsale-î Ahlak xwendin. Paşê ku tedrîsat hate sererastkirin, xwendinê jî li gor qaîdeyan dest pê kir û min heta pola çaran xwend. Ez di pola çaran de tûşê nexweşîya tîfoyê bûm.

Ji ber nexwşîyê demeke dirêj nekarî dewama xwendinê bikim. Piştî ku baş bûm, her çiqas gorbihişt berêz mamoste Ebdulfetah Efendî xwest ez li wê polê tehsîla xwe berdewam bikim, ji ber ku min pirranîya dersên wê polê nedîtîbûn, min nedixwest bi zanînekê kêm û lawaz bikevim ezmûnan, lewma min dubarekirina pola çaran tercih kir.

  Ew zanîna ku di temamîya jîyanê de bi min re çêbûye, eserê îlim, fazîlet, cehd û alîkarîya mamosteyê navborî û herweha mamosteyê min ê gorbihiş berêz Şêx Nesîm Efendî ye.

Jîyana min a heta 11-12 salîyê, li pey hev tije êş û kedera şexsî ye, di wê demê de mirina çendek birayên min ên din jî, êş û xemgînîya min ew qasê din jî zêde kir. Bi tevî van hemû keder û êşan, ji xeynî qebûlkirina hukma çarenûsê tiştekî ji destê min nedihat.

Piştî ku min xwendina xwe tewaw kir, di 9ê Hezîrana 1291 (1875 M)an de şehadetnameya xwe wergirt û bi wesîteya hikumeta herêmî berê xwe da Bexdayê, li wê derê di îdadîya leşkerî (eskerî) de qeyda xwe çêkir.

Bi vî awayê, ji bo dewamkirina xwendina xwe ji dê û bavê xwe vediqetîyam, ji malbatê dûr ketim. Di vê hengameyê de wefata xalê min jî bi ser ve hat. Veqetandina ji Silêmanîyê û çûna xerîbîyê, tesîreke giran li ser min hêla.

Ji ber van tesîran, ez ber bi dawîya salê ve nexweş ketim, ji bo tevdîlê hewa min rêkirin Silêmanîyê. Piştî sê-çar mehan cardin vegerîyam Bexdayê. Ez bi hemîyeteke mezin dixebitîyam û ji alîyê tehsîlê ve her li pêş bûm.

Di sala sisê ya xwendina îdadîyeyê de, ji ber serkevtina min a di ezmûnê de, ji alîyê rêvebirîya dibistanê ve bi dîyarîkirina saetê bêrîkê hatim xelatkirin. Di pola çaremîn de ez carek din nexweş ketim û ji ber nexweşîya xwe ji alîyê dersan paşve mam. Bi tevî vê nexweşîyê, ji bona ezmûnê baş xebitîm, bi ser ketim û herweha bi xelata tîma serkevtî hatim teltîfkirin. Lêbelê çend meh piştî hevalên xwe gihîştim Derseadetê (Îstenbulê). Lewra havînê pirr germ bû, meşaqeta rêwîtîyê jî pirr bû, bi wê nexweşîya xwe min nedikarî rêwîtîyê bikim. Doktorên hemîyetperwer ji bo min raportekê amade kiribûn, da ku heta hênikbûna hewayê li Bexdayê bimînim. Min wê havînê li Bexdayê derbas kir û di 20ê Eylûla 1295an (2yê Sermaweza 1879an) de, bi rêya ser Helebê re berê xwe da bajarê Îstenbulê. Di vê rêwîtîyê de, hemû xercîyeya min neh-deh lîreyê pereyên Osmanî bûn û ew jî di dema rêwîtîyê de wenda bûn. Bi tevî vê xemgînî û tengasîyê, di dawîya du mehên rêwîtîyeka tije bi asteng û zehmetîyan gihîştim Îstenbulê.

Dema ez gihîştim Îstenbulê û di mihendîsxaneya Mekteba Îstîkam û Topxaneyê de qeyda xwe çêkir, dersên wê salê nîvenîv hatbûn xwendin. Ji ber derenghatinê, min bi cehd û xebateke fewqalede, di nav demeke kurt de mesafeya navbera xwe û hevalên xwe yên polê girt û gihîştim wan û di ezmûnan de serkevtinek baş bi dest xist. 

Tenê di dersa Kozmografyayê de reqamên min 45 bû û bi awayekî nerewa sê notên min hatin şikestin.

Di dema xwendina Mekteba Topxaneyê de, ji ber dîsiplîna zêde, bargiranîya dersan, xemxurî, zehmetî û tengasîyên xerîbîyê ji xwe ez dilşikestî bûm, di halekî weha de dayika min jî koça dawî kir. 

Li gor qaîdeyên Mekteba Îstîkamê, sala sisêyan sala bijartin û jihevkirina pola Erkanê Herbîye ye. Di vê bijartinê de pîvanên esasî başbûna riyaziyatê (matematîkê), zanîna tebîtê û zimanê Fransizî bûn.

Wê demê ev her sê desrsên min jî pirr baş bûn û hîç weqeatekî min jî tune bû, ji ber vê yekê hêvîya min ew bû ku ez jî tevlî vê polê bibim, lêbelê ev hêvîya min jî şikest. Min vê rewşa hanê jî bi cîlweya qederê ve girêda.  

Di pola çaran de ez dubare nexweş ketim, nexweşîya “fakrûddem” (kêmxwînî) bi min re çêbû. Lêbelê ji kêmxwînîyê bêtir, perîşanîya ruhî û cismî tesîrekê weha li min kirbû û vê yekê jî bi min re çeşîdekê arizayê asabîyetê peyda kirîbû.

 Ji ber vê, wê salê min piranîya dema xwe di xestexaneyan de derbas kir. Dema ez vegerîyam mektebe, ezmûnên giştî bi dawî hatbûn. Ez bi xwe jî di nav zeafîyetekê giran de bûm. Digel vê rewşa hanê, min bi zanîna xwe ya mewcud di nav du rojan de ezmûnên (îmtihanên) xwe bi serkevtinê xelas kirin. 

Salekî pêşîya wê min rutbeya mulazimê sanî wergirtîbû û di 20ê Hezîrana 1299an (2yê Temûza 1883an) de bi rutbeya mulazimê ewel min şehadetnameya xwe wergirt û dibistanê xelas kir. 

Di wê demê de,  ez jî wekî şeş hevalên xwe yên din, tevlî bolikek alayîya topxanê ya îhtiyatê bûm ku bi girêdayî Risto Paşayê Almanî bû. Ew alayî, wek “alayîyek nimûne” bi awayekî nû hatbû tenzîmkirin. Piştî perwerdeyîya leşkerî ya li wê derê, em dê her yek vegeriyana orduya xwe û di seha neşir û temîma alayîyên topavêjên seyar de wezîfe bikira. Nizanim hevalên min vê wezîfeyê kirin yan nekirin. Bi hatina zivistanê re dîsa ez nexweş ketim, li ser vê yekê bi raporta doktaran misade kirin ku ez vegerim û biçime Bexdayê. 

Berîya ku biçime Bexdayê, li ser arzûhala min, li mekteba herbîyeyê tevlî ezmûna (îmtihana) dersê mamosteyîya gramera Osmanî bûm. Min bi awayekî serkevtî ezmûn derbas kir, bi wezîfeya mamosteyê zimanê Osmanî û dersê îlmîhal, min rêkirin Ruşdîyeya Eskerî ya Bexdayê. Li wê derê dersê îlmîhal dan mamosteyekî din, mamosteyîya her du polên ruşdîyeyê dan min. Di dawîya sala perwerdeyî de, bi hesreta welat çûm Silêmanîyê.

Dema ez li bajarê Silêmanîyê bûm, li Bexdayê têlgrafek ji bînbaşî Cemal Begê mudirê îdadîyeyê hat, di têlgrafê de digot: Eger di nav xwendevanên ruşdîyeya Silêmanîyê de talibên (xwestîyên) Îdadîyeya Bexdayê hebe, wan îmtihan bike û yên serkevtî ji bo me rêke. Min bi navê Hîkmet xwendevanekî jêhatî peyda kir, bi îmtihanê dereca zanîna wî pîvand û serkevtî bû. Ji hikumeta herêmî heqê rêya wî girt û ew rêkir Bexdayê, li wê derê ji bo îdadîya leşkerî hate qebûlkirin.

Dema ez ji Silêmanîyê vedigerîyam Bexdayê, li cîyekê nêzîkê Kerkûkê ji alîyê dizekî bêînsaf ve hinek eşyayên min ên şexsî û dîplomayên min hatin dizîn. Herweha ji demekî şûn ve li herêma Kerhê ya Bexdayê diz kete mala min, tifing, semawer û tizbîyên min ên kehrîbar û gelek lewazimatên din dizî kirin. Di roja 6ê Gulana 1302an (18ê Gulana 1886) de rutbeya min bilind bû û bûm Yuzbaşî.

Ji wergirtina vê rutbeyê şûn ve, careke din ji ber bêrîkirin û tevdîlê hewa bi îznê çûm bajarê Silêmanîyê. Li wê derê bi rêya murşîdê bi navê Osman Osmanî tevlî terîqata Neqşebendî bûm û paşê vegerîyam Bexdayê.

Ji daîreya piyade ya Wezareta Herbîyeyê di roja 18ê Kanûna Sanî ya 1305an de xebera şîfahî û di roja 23yê Kanûna sala 1305an de jî biryara bi nivisînê hate ku bi tevî mamosteyîya kavaîdê Osmanî wezîfeya memûrtîya Yuzbaşîtîya daxilî ya îdadîyeyê jî dewam bikim da ku mamosteyekî nû bête tayînkirin.

Li alîyê mulkîyeyê jî wezîfeykê min hebû; min heman demî di ruşdiyeya mulkîyeyê de mamosteyîya hesab û coxrafyayê dikir. Ev wezîfeya min ji 1ê Kanûna Ewela sala 1304 heta 1 Teşrîna Sanî ya sala 1306an dewam kir. Li hemberê vê xizmetê, mehê 140 quriş meaş didanê. Paşê li ser daxwaza min, bi tevî vê wezîfeyê, mamosteyîya Mekteba Keldanî ya Bexdayê jî dane min. Ji midetekî şûn ve ez çûm Îstenbulê û min ev wezîfe dewrê zabitekî dî kir.

Di sala 1305an de zewicîm, bi mesrefekî zêde ketim bin deyn û barekî giran. Lêbelê zewaca min pirr dirêj neajot, ji ber nelihevkirina min û mala xizmên min, dawîyê ji bêgavîyê em ji hev bûn.  Çar-pênc salên dawî bi hêvîyekê xurt ez têdikoşîyam ku ji xwe ra malekî ava bikim û bizewicim, lêbelê ew hewldan û zewac bi vê xemgînîyê bi dawî hat. Ji xwe barê zewacê giran bû û vê zewaca sernekevtî jî bi min re bêhêvîtî peyda kir. Paşê êdî min dev ji zewacê berda, xwe weqfê temînkirina îdareya merivên xwe yên feqîr û lawaz kir. Min vê daxwaz û biryara xwe heta dawîyê bi bîr û bawerî muhafeze kir.

Min ji ber bêrîya welat rojên betlaneya xwe ya sala 1306an li Silêmanîyê derbas kirin.

Di vê salê de heman demî tevlî ezmûna wezareta leşkerî bûm, hemû pirsên wan bersivandin û di ezmûnê de serkevtî bûm. Ji ber vê serkevtinê min terfî kir, tayîna min derxistin ji bo mamosteyîya matematîkê li ruşdîyeya Sanayê. Dema ku min amadekarîya çûna Sanayê dikir, biryareke nû hate da ku bi wezîfedarî talebeyên pola dawî ya îdadîyeyê bibime Îstenbulê.

Min bi biryar û nivîsa fermî ya mifetîşîya artêşê ku di 12ê Adara 1307an de hatîbû, 14 talebeyên navborî bi rêya Îskenderûnê birin Îstenbulê û teslîmê Mekteba Herbîyeyê kirin. Nêzîkê sal û nîvekê li Îstenbulê mam. Ji vê sal û nîvê, min nêzîkê çar-pênc mehan di xizmetê daxilî yê Mekteba Herbîyeyê de kar kir, nêzîkê salekê jî mamosteyîya kitabeta Îdadîya Kulelî kir.

Mixabin di nav wê salê de jî min xebera wefata bavkalê xwe girt.

Vê xeberê rihê min xemgîn kir, gelek li ber ketim, wezîfeyên navborî jî min gelek westandbû. Bi tevî vê rewşa hanê, ji berê ve ezim û nîyeta min a nivîsandinê hebû. Min bi meaşa (mûçeya) xwe ya yuzbaşîtîyê hem îdara xwe dikir û hem jî pare dida çapxaneyên Îranî û Ermenî da ku kitêbên min çap bikin û dawîyê ez di çapkirin û weşandina du kitêbên xwe de miwafiq bûm.

Ji wan kitêban yek jê “Hava-yı Nesimi” bû; behsa halê hukm û xusûsîyetên tenduristî û kîmyewî yên hewayê dikir. Ya din jî bi navê “İcmalî Netaic”, kitêbeke mukemel a bîrxistina zanînên îlmê fennî bû, têde hemû zanînên îdadî bi kurtî hebûn, feyda wê digihîşt her kesî.

Kitêba “İcmalî Netaic”, ji alîyê meclîsa mearîf a leşkerî ve hate tesdîqkirin ku ji talebeyên mektebên leşkerî re gelek mifedar e. Digel ku biryara destûrdayina xwendina kitêbê jî hatbû girtin, lê ji ber ku ev biryar nehat neşirkirin û rêkirina meqamên pêdivî, rênedan ku kitêb di dereca îstihqaqê xwe de bête belavkirin. 

Ji van her yek kitêban du hezar nusxe hatin çapkirin û li ser hev çar hezar çap bûn. Min beşekê van pirtûkan wek dîyarî dan dost û hevalên xwe û yên mayî ji alîyê destemînên kitêbfiroşên Îranî û Ermenîyan ve bi bûhayeke pirr erzan hatin firotin û bedêlê wan jî nehat dayin, giştî xwarin.  

Çûna ji bo mamosteyîya matematik û midurîya ruşdîyeya Sanayê, ji alîyê midurîyeta mektebên leşkerî ve hate texîrkirin.

Di wê hengameyê de qumandanê orduya şeşemîn merhum Muşîr Hezretî Receb Paşa bû wezîrê leşkerî. Li ser mureceata min, di 14ê Nîsan 1308an de û di 19ê Remezana 1309an de bi rutbeya qolaxsî ji bo midurîya Ruşdîyeya Leşkerî ya Bexdayê hatim tayînkirin. Ji bo ku biçim Bexdayê, vê carê min rêya Anatolîyê tercih kir. Bi ser xeta rêya Sînop, Semsun, Amasya, Sîwas, Meletîye, Xarpût, Dîyarbekir û Mûsilê ve çûm. Bi mexseda ger û dîtinê, min li her bajarekî çendek roj îqamet kir û dawîyê gihîştim Bexdayê. Heta Semsunê bi rêya behrê hatim, ji Semsunê heta Dîyarbekirê bi otomobîlê hatim û ji wir şûn ve jî heta Bexdayê bi kelekê, çem bi çem çûm.

Li ser têlgrafa misteqîla nezareta mektebên leşkerî ya roja 21ê Sibata 1308an, min bi xwe bi awayekî xweşik krokîya resmî ya bînayên ruşdîye û îdadîyeya leşkerî çêkirin û bi wesîteya midurê îdadîye teqdîmê wezîr kirin. 

Di sala 1309an de min hinek kitêb bexşê kitêbxaneya mearîfa Bexdayê kirin. Ji ber vê dîyarîyê, ji alîyê midurê mearîf yê wîlayetê ve di roja 28ê Teşrîna Ewela 1309an de bi jimar 201, belgenameyekî şukranê pêşkêşê min kirin.

Ji ber kar û xizmetên min ên ji bo mektebê, ji alîyê nezareta mektebên leşkerî ve li ser rutbeya derece pênc, plaketekê nîşanê Mecîdî dîyarîyê min kirin. Ev xelat, di 25ê meha Çirîya Paşîna 1310an de li ser navê wekîlê midurê mektebên îdadîye hatbû şandin û di 21ê Kanûna Sanîya 1310an de bi emirnameya jimar 818 pêşkêşê min kirin.

Di dawîya sala 1309an de wezîfa min a eslî midurîya ruşdiyeyê bû, ji ber ku Bînbaşî Îhsan Begê midurê îdadîyeyê çû Îstenbulê, karê midurîya îdadîyeyê jî bi wekaleten ma li ser min. Ji ber ku min her du mekteb jî baş îdare dikir, ji alîyê memûrên giştî yên her du mekteban ve mezbateyek bi tarîxa Gulana 1310ê hate amadekirin û nusxeyekê wê jî şandin ji meqamên wezaretê re.

Tenê birayekî min hebû bi navê Ebdulfetah. Min berî çend salan ew ji bavê xwe veqetandbû û ji Silêmanîyê anîbû Bexdayê. Bi kedekê pirr zêde di ruşdîye û îdadî de dabû xwendin. Sala 1310ê jî neqlê herbîyeyê bûbû. Mixabin salekê ji çûna Îstenbulê şûn ve, ji ber nexweşîyê di xestexaneyê de wefat kir. Vê bûyerê di rihê min de teesuf û hesretekê ebedî peyda kir.

  Di sala 1311an de ji bo midurîya îdadîyeyê Bînbaşî Nûrî Efendî hate tayînkirin û di dawîya salê da dema ku çû Îstenbulê, wekaleta mekteba navborî, cara didoyan bi têlgirafekê di roja 15 Hezîrana 1312an de dan min.

Li Bexdadê di taxa Fazlîye de rûdiniştim. Şevek dizekî zalim û namerd kete mala min, brolûra min a giranbûha ya ku li ber pencereyê bi dîwar ve daleqandî bû dizî kir. Herweha di heman salê de, ew sîkeyên/pareyên cur bi cur ên “Dewletên Mezin” ku ji zû ve û bi meraqek mezin dabûn hev û bi qasê serwetek yanî 14 lîrayên wê demê dikir, di oda min a ruşdîyeyê de wenda bûn. 

Xizmeta min a mulkîyeyê, tenê mamosteyî û mumeyyîzî nebû. Min ji bo avakirina mekteba şevane ya Mulkîyeya Îdadî ya Bexdayê jî di nav komîsyona avaker da cî girt ji bo temînkirina lewazimat û tamîrata avayîya mektebê. Ji ber ku ev karê me bêqisûr û bêkêmanî çû serî, ji alîyê midurîyeta mearîfê ve di roja 3yê Teşrîna Sanîya 1312an de, bi tezkîreya jimara 235an îltimas hate kirin, herweha bi tewsîye û emirnameya roja 5ê Teşrîna Ewela 1312an hate erêkirin ku ev wezîfe bi awayekî sedeqatkar û bêqisûr hatîye pêkanîn, mexsed hasil bûye.

Min ji bo kitêbxaneya erkanê herbîyeya ordîyê deh cild kitêb dîyarî kirbû, ji ber vê dîyarîyê ji alîyê serokatîya erkanê herbîye ve wek mukefat belgenameyekî têrmemnûnîyetîyê, bi jimara 332yê di roja 1ê Temûza 1313an de ji bo min hate şandin.

Di 7ê Temûza 1313an de, ji alîyê wezaretê ve bi nivîsa jimara 32an emernameyek hat û di vê belgenameyê de digot: Eger bi riza û miwefeqata te be, em dê rutbeye te derxin bînbaşîtîyê û tayîna te çêkin ji bo midurîya mekteba ruşdîyeya leşkerî ya “Sana”yê. Her çiqas ji bo vê tayînê min nîyet û fikra xwe ya erînî pêşkêşê wan kir jî, li ser pêşnîyar û daxwaza merhum Hezretî Receb Paşa ku pêşkêşê wezaretê kirbû, rûtbeya min derxistin bînbaşîtîyê û tayîna min jî derxistin tabûra duyemîn a alayîya topavêja Bexdayê.  Bi vê awayê ji mecbûrîyetîya çûna Sanayê xelas bûm.

Di roja 19ê Cemazîyel Ewela 1313an (07/11/1895) de, bi emirnameya jimara 342an ya tarîxa 2yê Teşrîna Ewela 1313an îcraya terfîyê teblîxê min kirin. Piştî ku bûm Bînbaşî, li ser pêdivî û daxwaza wezaretê, kar û barê îdadîye û ruşdîyeyê salek din jî bi alîyê min ve hate îdarekirin. Qumandarîya taburê jî, wezîfeyeke sêyemîn derxist pêşîya min. Sipas ji Xudayê gewre ra ku ez di pêkanîna van her sê karan de jî serkevtî bûm.

Ji bo îslahkirina mektebên ruşdîyeyên mulkî, bi îmtihanê hilbijartina mamosteyan û tayînkirina wan, di daîreya mearîfê de komîsyonekî hate teşkîlkirin û ez jî wek azayê wê hatim hilbijartin. Ji alîyê wekaleta midurîya mearifê ve, bi jimara 271ê û di roja 17ê Sibata 1313an de, ew wezîfe bi tezkereyekî hate beyankirin û tetbîqkirin.

Piştî ku Faîq Efendî wek midurê îdadîyeyê hate tayînkirin, min karê îdarî di 9ê Eylûla 1314an de dewrê wî kir. 

Dewr û teslîma hesab û ewraqan, bi wesîteya heyeta teftîşa orduyê çêbû. Di dema îdareya min de, hemû kar û hesabê mekteban bi sererastî dihatin kirin, meqbuz û qeydê serfîyatan tekûz bûn, di defteran de bi usil û nîzam dihatin qeydkirin. Ji ber vê rêkûpêkî û sererastîyê, ji bo dayina meaşek û tayînê, di 3yê Teşrîna Ewela 1315an de du mazbate dane min.

Di sala 1311an de, dema dewr û teslîmata ji bo Bînbaşî Nûrî Efendî jî, bi vî awayî hatbû kirin. Ji xeynî vê, min du mazbatayên din jî wergirtîbûn; yek jê, ji bo berhevkirina hisab û şandina pareyên kitêbên mekteba herbîye bû, ya din jî, li ser sererastîya stendin û dayina hesabê kitêbên ku min teslîmê Faîq Efendî kir bû. Her du jî tesdîqkirina di daîreya sererastîya dayin û stendina karê hisabê de bûn. Dîroka yê yekemîn, 27ê Kanûna Sanîya 1313 bû û ya din jî 22yê Eylûla 1314 bû. Piştî ku ez ji mektebê veqetîyam, her çiqas ji bo azayîya dîwana herbê ya ordîyê hatim tayîkirin jî, di sala 1315an de azayên dîwana navborî bi temamî hatin guhartin û azayîya min jî bi vê awayî bi dawî bû.    

Ji bo ku darên di daristana bi navê “Siyafîye” ya nêzîkê Bexdayê bêne birrîn û firotin, bûhayê wan ji mûşîrîya topxaneyê re bête şandin, komîsyonek ji alîyê artêş û qumandarê topxaneyê ve hate teşkîlkirin. Ez di roja 20 Teşrîna Ewela 1314an de bi biryarnameya jimara 80ê bûbûm azayê komîsyona navborî, bi cehd û xebateka mezin di vî karî de jî muwafiq bûm. 

Di 22yê Temûza 1315an de bi emirnameya mûşîrî ya jimara 463an, ji bo tetkîka ewraqên keşfa duyemîn a banê batarîyeyên topan ku di ordugeha topxaneyê de hatîbûn avakirin, pêşîyê wek aza hatim hilbijartin û paşê bûm serokê komîsyonê. Ev mesel jî pirr bi meşeqet bû, lê bi awayekî minasib hate çaresekirin.

Ji bo çêkirina qubbe û mescîdê şerîfê Ebûbekir Caferî yê kurê Yunis Eşşbelî yê ji mezinên şêxê sufîyan ku nêzîkê Îmamê Azam meftûn bû, ji xezîneya taybeta padîşah serfîyatên pêdivî bi wesîteya qumandarê topxanê hatbû hewalekirin bi emirnameya jimara 133an di Temûza 1316an de. Ji teqdîmkirina defterê û keşfa pêşîn şûn ve, bi emirnameyeke duyemîn dest bi xebatên înşeatê kirin. Ji ber ku ji bo xebatên înşeatê hatbûm tayînkirin, ji bo min jî ucreta yewmîyê hatbû veqetandin. Lêbelê min ucret qebûl nekir, vê xizmeta hanê bi îftixar îkmal kir û pêk anî.

Ev xizmetên hanê hemû li ser xizmeta tabûrê bûn, herweha digel vana bi wesîteya qumandarê topxanê emirnameyek bi jimara 98ê di 19ê Hezîrana 1317an de hat da ku bibim azayê dîwana herbê ya firqeya yazdehan.

Di tabûra min de bi navê Wehab leşkerek Kerkûkî hebû. Min weha dizanî ku ew di bolika xwe de mexdûr dibe, ji bo însanetîyê min ew wek neferekî xizmetkar anî nik xwe. Lêbelê wî, xîyanet kir û bi dizîka derîyê dolaba min a ku li ordugahê li nik heftemîn bû şikan, ji nav dolabê pare û bi qasê bîst lîrayan eşyayên pêdivî dizî kirin.

Herweha di bin mahîyeta min de borezanekî bi navê Bercîs hebû ku gelek qencî û alîkarîya min ji wî re çêbûbû. Wî saetekî min bi tevî zincîrê dizî, bi wesîte û alîkarîya yekî reşik li çarşîyê firotbû. Min ew peyda kirin û paşve girtin. Her çiqas min Bercîs sewqê dîwana herbê kir û hate cezakirin jî, Wehab çawa ku di karê dizîyê de serkevtî bû, herweha karî xwe ji penceyê cezayê jî xelas bike.

Di dema midurîya Faîq Efendî de ji xwe rewşa mektaba îdadî xerab bû, lê piştî mirina wî yekcar  xerbatir bû. Li ser vê rewşa hanê, min ji bo nezareta mektebên leşkerî murecatekî xusûsî ji orduyê re kiribû. Li ser vê serdanê, bi wesîteya qumandarîya topxaneyê ji bo wekîlmidurîyê, di 3yê Hezîrana 1318an de bi emirnameya jimara 89an û paşê jî di 5ê Hezîrana 1318an de bi jimara 468an, resen emirnameya qumandarîyê hate beyankirin. Bi vî awayî min cara sisêyan wezîfeya îdarekarîya îdadîye û ruşdîyeya leşkerî ya bi wê ve girêdayî qebûl kir û mesûlîya wê girt ser xwe. Di nav demeke kurt de rêvebir, mamoste û memûrên giştî yên mektebê dîtin ku kar û rêvebirîya mektebê di îstiqametekî rast de dimeşe, îtimada wan çêbû. Ji bo ku bibim midurê îdadîyeyê, di roja 13ê sala 1318an de, hemû bi hev re daxwaznameyekê bi têlgrafê rêkirin mifetîşîya mektebên leşkerî û wezaretê. Piştî şandina têlgrafê, heman daxwazê bi mazbeteyekî din û bi rêya posteyê di roja 8ê Temûza 1318an de rêkirin. Ev mazbete, di heman rojê de ji alîyê min ve jî bi nivîsa jimara 29an ji wezaretê re hate teqdîmkirin. Lêbelê ev daxwazên hanê, bi egera pêdivîyên demê minasib nehatin dîtin û nehatin qebûlkirin. Carekî din jî ji alîyê zabît û mamosteyên mektebê ve bi egera îstîdat û îstihkamê, pêşnîyara bi esaleten midurbûna min a ji bo îdadîyê, bi têlgrafekî di Eylûla 1318an de hate daxwazkirin. Digel vê daxwazê, ji alîyê eşrafên bêjêr ve jî ji bo heman mexsedê di roja 10ê Tebaxa 1318an de belgenameyek hatbû amadekirin, lêbelê pêşkêşkirin van her du belgenameyan jî minasib nehate dîtin û weha man.     

Di tabûra topxaneyê de bi kar û barê mekteba îdadîye û dîwanê herbê ya firqayê re mijûl bûm, wê hingê ji midurîyeta mearîf a Bexdayê ve di 9ê Eylûla 1318an de bi jimara 366an tezkereyek ji min re hat. Di tezkereyê de agahîya tayîna min a ji bo mamosteyîya lîsanê Osmanî yê mekteba îdadî hebû. Min hîn bersiva erê û nayê di serê xwe de zelal nekirîbû ku rasterast ji qumandarîya ordîyê emirnameyek di 19ê Eylûla 1318an de bi jimara 1083an hat û herweha di 21ê Eylûla 1318an de bi jimara 182an biryarnameyeke din gihîşte ber destê min ku têde ji bo karê navborî dewamîya mamosteyîya min hetbû teswîyekirin û erêkirin. Li ser vê emirnameyê, mecbûrî min li mulkîyeya îdadî de dest bi mamosteyîya lîsanê Tirkî kir bi mehane bi sed û heşê quruşan. 

Ger ev mamosteyî û ger jî mamosteyîya berîya wê ku di mektebên Keldanî û ruşdîyeya mulkîyeyê de, min bi awayekî baş û serkevtî mamosteyîya lîsanê Osmanî û matematîkê kirbû, gelek alîkarîya min gihîştbû xwendekaran û îdareya mekteban jî ji performansa min memnûn bûn. Ev memnûnîyetî û teqdîr, ji alîyê daîreya mearîfê ve di 6ê Teşrîna Sanîya 1318an de bi belgenameya jimara 82an ji min re hate şandin.

Di dawîya salê de ji bo midurîya îdadîya leşkerî, bînbaşîyek bi navê Bekir Efendî hate tayînkirin. Ew dema ku gihîşte Bexdayê min îdareya mektebê dewrê wî kir. Dewrkirina kitêb û hesabê sandoqên îdarî, hemû bi wereqe û belgenameyan hatin tesbîtkirin û bi awayekî usilî hatin teslîmkirin. Ji wê şûn de min têkilîya xwe ji mektebê qut kir.

Dema ez midur bûm, dersên ku mamosteyên wan tune bûn, berdewamî ji alîyê min ve ciyê wan dihate tijekirin û ev bûbû wek qaîdeyek. Ji ber vê yekê, min dersê fennî yê makîneyê sê salan, mihendîsî, tarîx û lîsanê Fransizî her yek salek dan xwendin, qewaîdê lîsanê Osmanî jî pênc-şeş salan da xwendin.

   Ji ber xizmetên min ên rast û serkevtî yên di mekteban de, ji alîyê du heyetên mekteban ve di tarîxa 3yê Kanûna Sanîya 1318an de mukafatnameyekê hate amadekirin û nûsxeyekê vê mazbeteyê di 4ê Kanûna Sanîya 1318an de bi nivîseke resmî ya jimar 97an teqdîmê min kirin. Lêbelê ji ber veqetînê pirr pê kêfxweş nebûm. Nûsxeyekê wê li nik min mahfuz maye.

Min bi salan karê mearîfê (perwerdeyî) kir, gelek tecrûbe çêbûn, min gelek encam û qaîdeyên xwendinê jê derxistin. Dixwazim wan qaîdeyan bi kurtayî li vê derê beyan bikim. Sê qaîdeyên bingehîn ên xwendinê hene: Yê yekemîn te’lîf; yê duyemîn tedrîs (ders dayin); yê sêyemîn jî îmtihan e.  

Te’lîf: Divê çar çeşîd te’lîf hebin; Kitêb, kitêbên dersê, kitêbên muteala, muhtira (not) û kamûs. Kitêbek ji van kîjan çeşîdî dibe bila bibe, divê hevokên wê ahengxweş bin û bê rêberîya mamoste bi hêsanî were fêmkirin, mifedar û zimanê wê zelal be.

Kitêba mutealayê çiqas biserûber be feyda wê ew qas zêde dibe, bêguman dê ew qas jî ji ew malumatên bihûrî îstifade bike. Lêbelê divê bi awayekî giştî kitêbên dersê û bîlhesa jî yên ku ne meslekî bin, gerek bêtin kinkirin. Feyda kitêbekê ne di mezinahîya hecmê wê de ye, bi te’lîfa wê ya xweşik mifedar dibe. Ji bo hînbûna zimanên bîyanî, kitêbên ku di welatê ecnebîyan de têne nivîsandin, di şûna wan de bi alîkarîya nivîskarên xwemalî em dikarin kitêbên hîn basîd û ji alîyê qaydeyan ve mifedar binivsînin û ji bo xwendinê ji wan îstfade bikin.

Tedrîs (ders dayin): Divê mîqdarê dersên rojane, ji têgehîştina xwendekarên xwedî qabîlîyeta normal zêdetir nebin, divê bi kêmtirîn ji nîvê polê zêdetir dersê bi temamî têbigîjin û ji wê şûn ve derbasê dersa dinê bibin.

Ji ber ku xerîteyên coxrafyayê, modulên muhendîsîyê, nimûneyên tabîatê, aletên (malzemeyên) astronomî û kîmyayê têgehîştina dersan hêsantir dikin, pareyên ku ji bo wan bêtin xerckirin bîlasebeb serf nabin. Ji bo tehsîla zimanê bîyanî; divê bi rêberîya mamosteyekî serwextê ziman û hînkirina hinek zanînên giştî, kitêbekê gramer a kêrhatî ya kurtebirî û kitêbekê dîalogê û herweha jiberkirina hinek qaîdeyên girîng pêdivî ye. Digel wê jî zêde xwendina kitêban, dikare asta tehsîla zimanê bîyanî pêş bixe.            

Îmtihan: Di ezmûnan de, divê pirs û muameleyên mamoste û mumeyyîzan ji her cûreyê tesîra hîsîyatên şexsî dûr be û bi pirsên hêsan dest bi îmtihanê bikin.

Dema ku xwendevan di bersivandinê de sist bin û bikevin tengasîyê, divê bi awayekî minasib ji fikirandina wan ra alîkarî bête kirin. Di rewşekî weha de, bêguman notê wan û yên ku bêalîkarîyê berisa pirsan daye dê newekhev be. Berîya xelasbûna îmtihanan, aşkerekirina notê xwendevanê kêmderece, ne durist e. Lewra ku ew ji ber vê yekê xemgîn be, dibe sebebê nexebitîna ji bo dersên dinê. 

Bi tevî aşkerekirna van prensîbên tehsîlê, divê ev jî bête zanîn ku fikrên saxlem dikarin ji wucidekî saxlem peyda bibin. Divê em bala xwe bidin perwerdeya beden, xwarin û vexwarina xwendevanan jî. 

Bi tevî van tiştan, ji bo ku zîhna xwendevan vebe û dîmaxê wan fereh bibin, divê meydan ji her cûreyê ger û geştên maqûl û meşrû re, ji kêf û şahî re vekirî bête hiştin.

Bi navê disiplînê givaştin û bêzarkirina xwendevanan ji mexsedê re xizmet nake.

Rêvebirê mektebên leşkerî û mûşîrê topxanê merhûm Zekî Paşa di sala 1307an de, hewl da ku li Îraqê çareyên pêşîlêgirtina geşbûna mezhebekî mixalîf bibîne. 

Wê salê jî min di xizmeta daxilî ya mekteba herbîyê de kar dikir. Rojekî wî bang kir, di derbarê vê babatê de xwest ku ez hinek îzehatan ji wî re bikim. Li ser vê babetê, di mahîyeta tedbîran de min ji wî re bi aşkereyî beyan kirbû; ku xelkê Silêmanîyê pirr bi dînê xwe ve girêdayî ye, eger di nav ordîya şeşemîn de hejmara zabîtên ji Silêmanîyê bête zêdekirin, ev dikare bibe tedbîrek. Yê duyemîn, ji ber ku fikrê min ji alîyê wezîr Riza Paşa ve jî hate tesdîqkirin û teyîdkirin, ji alîyê mûşîrê navborî ve bi arzûnameyek pêşkêşê padîşah bû û ji teref îradeya bilinde ve biryar hate dayin ku li merkeza hinek wîlayetan û bi tercîhen jî li Silêmanîyê mektebekî ruşdîyeyê bête çêkirin. Weha bawer dikim ku ev jî xizmetekî bû ji bo perwerdeyîyê.

Bi wesîteya qumandarê topxanê di roja 2yê Sibata 1318an de bi jimara 528an, emirnameyek ji min re hat. Têde dihat gotin ku muaneya li ser ewraqên teqawidan, sêvî û jinebîyan bike û defterên wan teqdîm bike.

Ev xizmet jî gihîşte mexseda xwe û ew komîsyona ku di bin serokatîya azayê meclîsa îdareya wîlayetê Alusîzade Şakir Efendî de hatîbû damezrandin ez jî endam bûm û wekî xwestina me bi ser ket. 

Ez berê salekê bi nexweşîyeke dijwar ketîbûm, ji ber vê nexweşîyê ez dê roja 13ê Gulana 1318an bi destûra îradeya bilind ji bo tevdîlê hewayê çar mehan biçûma Mûsilê. Li ser hatina emirnameya qumandarîya topxanê bi jimara 197ê ya roja 30ê Eylûla 1318an, min çûna xwe ji ber kar û barê mektebê texîr kir.

Paşê li ser îhtiyacê, di roja 25ê Sibata 1318an de bi wê destûrê çûm Mûsilê. Dema ku ez li wê derê bûm, li ser raporta doktoran, mecbûr mam ku îzna xwe sê mehên din jî dirêj bikim. Feqet ji ber ku raporta min a dawî, ji alîyê lijneya saxlemîyê ve nehate erêkirin, meaş û tayîna min a dema raporta dawîn hatin rawestandin û birrîn. Ez bi rêya Samarra û Tikrîtê çûbûm Mûsilê; dema vegerê jî bi rêya li ser Kerkûk, Salihîye, Xaneqîn, Qizilribat, Şehrîban û Yaqûbîyeyê hatim.

Piştî ku vegerîyam Bexdayê, demekî wek azayê komîsyona îmtihanan hatim hilbijartin di bin rêvebirîya Hezretî Ferîk (Korgeneral) Agah Paşa de. Biryarnameya vê wezîfeyê, di 18ê Teşrîna Sanîya 1319an de bi jimara 225an hatbû şandin.

   Di 27 Kanûna Ewela 1319an (9ê Kanûna 1904) de nexweşîya kolerayê peyda bûbû û ji ber vê di navbera Bexda û Necefê de li mewqîya Museyyebê cîyê karantînayê hatbû çêkirin, ji bo midurîyê wê derê hatim tayînkirin û min nêzîkê mehekî li wê derê bi awayekî baş û serkevtî wezîfe kir.

Qumandanîya ordî û wîlayetê, di bin rêvebirîya Muşîr Ahmed Feyzî Paşa de bû, di xizmetên mulkîyeyê de îstihdama min jî bi vê minasebetê çêbû.

 Ji hatina muşîrî navborî şûn ve, bi wesîteya qumandarîya topxanê, di roja 21ê Temûza 1320an de bi jimara 166an emirnameyek ji Bexdayê hat da ku heyetekê memûran bi serokatîya min darên dorûberê Bexdayê bijmêrin.

Me bi vî karê hanê, li gor salên berîya wê, ji du hezar lîrayan zêdetir feyde gihande xezîneyê. Ji ber xizmetên ji bo wîlayet û ordîyê, di 12ê Sibata 1320an de û di 21ê Zilhiceya 1322an de ji alîyê îdareya sanîye ve di rûtbeya dereca çaremîn de bi plaketekî Osmanî hatim xelatkirim. Û her weha wek mukefat ji panzdeh meaşên min pêncê wan li ser hev dan. Bi tevî van meaşan, li ser hev du hezar û pênsed quriş bedelê ucreta min a memûrîyetî jî dan. Li ser hev girtina van pareyan ji min re bû wesîleya mesrefa rêya Hîcazê. Berê pareyê min ê neqîd tune bûn, min bi vê wesîleyê ji bo destûra sefera Hîcazê arzûhalekî pêşkêş kir, bi qencî û piştgirîya Xwedê ew çêbû.

Di roja 28ê Teşrîna Ewela 1320an de ji Bexdayê birêketim, 2 roj li Îmareyê û 13 roj jî li Besrayê mam û paşê ji wir ve bi vaporekê posteya Îngiliz berê xwe da Bombayê. Di roja heftemîn de yanî 20ê Teşrîna Sanîya 1320an gihîştim wê derê.

Li gumrika bajarê Bombayê dama ez peya bûm, memûrê îngilizî yê mûaneya gumrikê, xwest ku şûrê min bigre, min nedayê. Wî bi rêya tercûman xwest ku min îqana bike, feqet min guhdarîya wî nekir. Wî ez birim nik yekî din ku li gor texmînê ew midurê gumrikê bû. Wî camêrî jî sebebê hatina min pirs kir, huwyeta min qeyd kir û di navbera me da axaftineke weha çêbû.

- Em dê şûrê we baş muhafeze bikin û dema ku hun ji vir derkevin em dê îadeyê we bikin. Eger tu bixwazî em dikarin senedek jî bidin te.

- Ne hewce ye, ez bawerî bi gotina we dikim.

- Gelo ji ber çi hun naxwazin li nik me bihêlin?

- Ez zabît im, xusûsen bînbaşî me. Zabîtekî heta ku di şer de mexlûb nebe, şûrê xwe nade memûrekî dewletek ecnebî.

- Em dostên dewleta Osmanî ne, ne dijmin in. Di navbera me de xalib û mexlub jî nîne.

- Eger em dost bin, ji ber kîjan îhtiyacê hun şûrê zabîtê dewletekî dost jê digrin.

- Prensîbên me weha ne, heta vê gavê kîjan û çiqas zabît hatin hemû şûrê xwe teslîm kirine.

- Her kes mesûlê nefsê xwe ye. Ez ne mecbûr im di rêya wan de biçim. Eger prensîbên we, ji bo ketina min a nava bajêr manî bin, rê bidin ez dê paşve vegerim vaporê.

- Qethen nabe.

- Ger weha be, hun jî dikarin hemû eşyayê ji min bigrin. Lêbelê ez qethen şûrê xwe nadim ku hun teslîmê emanetê bikin, şûr, şerefa dewleta min temsîl dike. Herweha ez bi vî şûrî zirar nadim tu kesî. Naçim merasîmek leşkerî, diçim merasîmek dînî û sefera Hecê dikim, herweha îhtiyacîya min nîne ku bi şûr bigerim. Heta ku şûr li nik we dimîne, ez mêvanê Kirtasîzade Abdurezaq Çelebî me li taxa “Madam Pure”, bila şûr jî li mala wî bimîne, ji rewşa hanê çi zirar digîje we.

Piştî vê gotina min destûr dan ku ez şûr digel xwe bibim. Êdî nizanim ji ber maqûl dîtina gotinên min bû yan jî ji maqûlbûna navê wê zatê ku ez dibûm mêvanê wî bû.

Di dema rêwîtîyê de vapor di peravên Erebîstanê û bendava Hîndistanê de rawestîya, ez ji bo ger û dîtinê ber bi alîyê hundirê bajarê Qereçîyê ve çûm, 20 roj heqê îkameta me ya li vê derê hebû. Di vê mudetê de li cîyên dîrokî û hunerî yên wekî Mekteba Encûmenê Îslam, mizgeftan, muzexaneya nav bexçeya Vîktoryayê, pêşangeha mexsûsî ya Hîndistanê, şûnwar û avayîya bi anvê Taç Mehalê gerîyam. Di meha Remezanê de temaşeya faalîyetên dînî yên misilmanan kir, herweha temaşa merasîma pêşwazîkirina Lord Gorzê walîyê giştî yê Hîndistanê kir ku ji sefera Londrayê vedigerîya. Çûm temaşeya pêşbezîya hespan, tîyatroyê, cîyê pakkirin û parvekirina avê, daîreyên postê, polîs û edlîyeyê gerîyam û herweha çûm bajarê “Pone” ku bi rêya trênê bi qasî pênc saetan dûr bû.

Ez li bajarê Poneyê rojekî mam û bi tevî ku min pirr dixwest nekarî biçime Kolkutayê, mecbûr mam ku paşve vegerim Bombayê. Bi vî awayî Remezan xelas bû û eyd hat.

Piştî ku em pênc rojan li qerantînaya bajarê Bombayê man, bi vapurekê tacirên misilman û bi tevî hezar û sed hecîyên misilmanên Hîndistanê, ji Okyanusa Hînd ve berê xwe dan Ciddeyê.

Bîlewasita li ser teswîyeya xwedî vapurê ji kaptanê îngiliz re, min sefera Okyanûsa Hînd bi îsterhetê derbas kir. Kaptanê yekemîn fêmkir ku ez ji tenêtîyê hez dikim, kamaraya ku şûna çar kesan bû, têda ji xeynî min kes neda rûniştandin. Piştî ku fêm kir ez kesekî hunerhez im, bi wesîteya kaptanê sêyemîn min bire mewqîya qumandayê û li wê derê aletên wekî oktanet, dûrbîn, batarya elktrîkê, edawatên fennî yên din û xerîteyên cûr bi cûr nîşanê min dan. 

Min ji wî daxwaz kir ku cîyê me li ser xerîteyê nîşanê min bide. Wî di heman gavê de bi wesîteya oktanetê bilindayîya rojê pîvand û bi vê awayî cîyê me hesiband û destnîşan kir. Bi wesîteya kronometreyê jî dûrîya wê tesbît kir û encama herduyan li ser xerîteyê hesab kir û di nava okyanûsê de cîyê me dîyar kir û nîşan da. Ji ber ku min zimanê kaptan nedizanî, min vî hesabê wî ancax bi karîneya aqil û zimanê fennî têdigihîşt.

Piştî hereketê, di roja heştan de em gihîştin delava Adenê, li wê derê du roj man û paşê bi rê ketin, ji bihûra Babûl Mendabê derbas bûn û gihîştin girava Kumranê. Piştî îkmalkirina deh rojên karantînayê, dubare em siwarê vaporê bûn û di nav sê rojan de gihîştin Ciddeyê.

Li Ciddeyê heşt rojan li benda hêja Şêxê Nexşebendî hezretî Elî Osman Efendî yê Silêmanîyeyî man. Piştî ku ew û cemaeta pêra hatin, em bi hev re çûn Mekkeya Mukerrem.

Berîya ku em bigîjin Ciddeyê, hîn di behrê de ez zekemî bûbûm. Em çil rojan li Mekkeya Mukerem man, di wê mudetê de ji bo zekemê, min çendek car derman xwar jî feydeya wî çênebû. Roj bi roj ez lawaz ketim, her ku diçû xuyê min teng dibû û ez bêhêvî dibûm. Roja mubarekê hat, ez bi tije endîşeyê çûm îhramê û derketin Erefatê.

Bi hezaran serîyên bi îhram û lingên xwas bi wekhevîyek mutlaq li seha Sofa û Merve dibezîyan, li dorûberê Beytî Muazzama (Kabeyê) wek lehîyekî bi coş diherikîn. Di meydana Erefatê de li hemberê hizûra îlahî dilnizmîya bi sed hezaran rihên saxlem û tevgêra wan, eşq û şewq dida, bi qasê wê jî tijî îbret û ecêb bû.

Li serê çîyayê Erefatê pîrekî xwedî dilê nûranî siwarê devê bûbû, xutbeya mubarek dixwend û dixwest yên din li pey wî bibêjin “Lebbeyk”. Bi tevî hilbûna banga wî, hemû kesên wê derê bi hejandin serê bi îhrama bersiv didan. Te digot belkî ew çîya bi ezamet û giranîya xwe wî dubare dike.

 Xuyabûna ew cîyê bilindê ku jê dengê “Lebbeyk” belav dibû, olan dida hawîrdorê, deşt û çîya dinalîya û digot Xwedê.

  Li dor û berê, wekî behra lavayîyê bi sed hezaran rih bi awayekî coş tevdigerîyan û di daîreya îbadetê de rondikê çavan dirijandin. Herweha bi ew qasî jî dilên xemgîn, bi cîsmen cuda lê bi fikren wek yekpare û mutefîk, hemû bi hev re li benda xuyabûna ronahîya rehmetê bûn. Ji her alîyê cîhanê ve bi dilxwazîyê meşrebên cûda û mezhebên muhtelif berê xwe dabûn nuqteya wahdetê, hemû bi hev re lavayî dikir ji bo qencîyê.

Li vê derê her dil Xwedê difikre, her guh Xwedê dibihîze û her çav jî li Xwedê dinihêre. Dikarin bibêjin ku her zerreyekê axa Erefatê wek dilekî mutefekîr, her gîyayekî wî wezîfeya dilekî îbadetker dibîne.

Divê meriv, heta êvarê li qontara wî û li kenarê hewzê (birkê) raweste, temaşa pêla coşa derya feyzê bike. Temaşa tewbekaran bike ku çawa bi axîn û şewata nava dilê xwe lavayîya Xaliqî xwe dikin. Wê demê dikarî mezinayîya îslamîyetê teqdîr bikî. Belê cîyê min serê wê hewzê bû.

Ew çend saetên ku min li wê derê derbas kir, her deqîqeyekê wê, yadîgarê şewq û şadîya emrê min e.

Dema derketim serê Erefatê mîzaca min nexweş bû û nexweşîyek min jî tune bû. Lê dema vegerê guherî bûm, çawa şikur nekim. Piştî ku min Hecca xwe kir û bîzatihî gihîştim şerefa nimêjkirina di Kabeyê de, bi tevî karwana Îstenbulê di roja 2yê Adara 1321an de çûm Medîneya Minewer.

Bextewarîya tewr mezin, li ravzayê mutaxare di hizura Pêxember de nîyaza girêdana qameta nimêjê bû.

Ewê ku li wê derê nîyaz bike rêya rast dibîne, bi wê nimêjê jî îsleha nefsa xwe dike. Ji derketina ber hizûra Resûlê Ekremê ku bi şefaeta xwe xelasîya ummetê girtîye ser xwe, herweha digel wî nebîyê muhterem Hz. Ebubekir û Faruqê Azam û hemû sîlsîleya şefaetkaran mezintir çi nîmet heye ku meriv pê bipense.

Ji binê kona wekî bexçeyê bihuştê Eshabê kîram (bawermendên pêxember) û bîlhesa jî aramgeha muqades a Cenabê Hemze ku bextewarî û ronahîya rehmetê jê difûriya, bi qasê şewat û wêrankarîyê jê feyz girtin jî, bextewarîyek ebedî bû û tesîrê li kanîya jîyanê jî dikir. Ji ber ku bi tevî vê cemaetê kirasekî xusûsî yê bawermendî li xwe kiribû û di rêya Xudayê gewre de dimeşîyam, bextewarîya min a axiretê di bin temînatê de ye û bawerîya li ser vê yekê gelek bi hêz e.

Di roja 8ê ya zîyareta Medîneyê de, bi tevî karwana Misrê çûm Yenûbê. Ji wê derê ve bi vapora Osmanî çûn Tûrê Sîna, ji wir ve jî piştî tijekirina çar rojên karantînayê, bi rêya tengava Suweş û Îsamîlyê derbas bûn çûn gihîştin bendera (lîmana) Port Saîd. Şert û rewşa demê rê neda ku xusûsen biçim Qahîreyê bibînim. Di 24ê Adara 1321an de gihîştim Beyrûdê. Piştî temamkirina mudeta karantînayê, bi vaporekî hazir çûm Yafayê û ji wir ve bi trênê çûm Qidûsa Şerîf, li wê derê zîyareta Mescîdê Aksa û Beytî Makdîs û cîyên pîroz ên din kir. Rojekê ji wê şûn ve jî çûm Halîlûr-rahman û Beytûl-lahmê, li wê derê meqamên pîroz zîyaret kirin. Gera Qidûsê Şerîf hefteyek dewam kir û paşê vegeryam Beyrûdê.

 Li beyrûdê panzdeh rojan mam; li wê derê cîyê geştyarîyê gerîyam, hemû beşên Darûl Fûnûnên Fransa û Amerîkayê bi tevî teferûatên wekî kitabxane û çapxaneyan, aletên fennî, rasatxaneya mekteba Amerîkayê gerîyam, bi dûrbîna rasatxaneyê asîman û sitêrkên li asîmanan temaşe kirin û paşê ji wir ve çûm Şamê.

Di sefera Hîcazê de mexseda min a herî mezin ev bû, ku ji bin hukma qumandarên bêexlaqên vê derê û ji bin ezabên maddî-manewî yên Bexdayê xelas bibim, di nav firqeya Hîcazê yan jî artêşa pêncan de bi cî bibim. 

Murecata ku min ji Osman Paşayê Şêxê Haremê re kirbû tu encamekî neda. Li Şamê jî qumandarê ordîyê mûşîr merhum Hezretî Heqî Paşa bi tevî ku gelek lûtif û tewecuha min kir, raportekî li ser min hatîbû dayin da ku bi tevdîlê hewa li Şamê bimînim. Ji bo ku neqlê ordîya pêncan bibim, wek pêşnîyar nivîs jî hatîbûn şandin. Zivistana sala 1321an gelek dijwar derbas bû, digel ku nexweş bûm jî li ser meseleya av û hewayê Şamê xebitîm. Lêbelê dawîyê bi tercîhekî mecbûrî û bi xemgînî vegerîyam Bexdayê. Ev veger li gor dilê bavê min bû. Ez ji Şamê derketim; bi bînvedanê li Humisê çar roj, li Hemayê şeş roj û li Helebê jî çardeh roj mam. Li cîyên pîroz ên van dera gerîyam û di 21ê Eylûla sala 1322an de gihîştim bajarê Bexdayê. 

Min ji bo trêna Hîcazê alîkarîyek neqdî kiribû, ji ber vê alîkarîyê di 4ê Rebîûl Ewela 1322an de ji alîyê Îdareya Senîye ve medalyayek ji min re hate dîyarîkirin.

Ku em bêne li ser meseleya muhasebatê; memûrên lewazimata Bexdayê ji bo sala pêşî ya îznê tenê du meaş dan min. Ji bo sala duyemîn jî hemû meaşê min birrîn û nedan. Sebebê ku ji bo vê birrînê hate nêşandan, tesdîqnebûna îzna min bû ji alîyê Wezareta Herbîyeyê ve.

Alayîya me ji çar tabûran pêk hatbû, demekî bi jimara 31 û 32 bi ser du alayîyan ve dabeş bû û ji herdûyan lîwaya topxane ya 16. çêbû. Tabûra min, di nav alayîya 31an de tabûra yekem bû. Paşê bi nivîsa Erkanê Herbîye ya jimara 8222 ya 3ê Temûza 1324an û li ser teqrîra roja 7ê Temûza 1324an, bi wekaleten qumandarîya alayîya 32. dan bin mesûlîyetîya min. Bi fermana Îradeya Alî ya 17ê Şabana 1324an û 31ê Tebaxa 1324an, ez terfîyê qeymeqamî bûm û ew wekalet bû esalet.

Ji bo şopandina îhtilafên di navbera talebe û zabîtan di mekteba îdadî de komîsyonek hate sazkirin. Di roja 26ê Tebaxa 1324an de bi jimar 183 ya emirnameyekê ordîyê bûm azayê vê komîsyonê. Di vê komîsyonê de ji bo çareserkirina îhtilafan û peydakirina sebebên wan, min gelek xizmetên feydedar kirin.

Dema Feyzî Mihemed Xanê mîrê Harpurê bi sêsed merivên xwe ve hate Bedxayê ji bo zîyareta derîyê Alî, ez li ser emirnameya bi jimar 325an ya qumandarîya ordîyê di roja 15ê Teşrîna Ewela 1324an de bi wezîfeya mîhmandarîyê bi bolikek leşkerên siwarî û deh neferên cendirmeyên siwarî çûm Necef û Kerbelayê, ji bo pêşwazîyê. Min ew xizmet jî, bi awayekî baş û serkevtî pêk anî.

Piştî vegerê bi wekaleten ji bo qumandarîya lîwaya topxanê hatim tayînkirin. Bi qasê sê mehan ta ku qumandarê eslî hate tayînkirin, bi awayekî baş di vê wezîfeya memûrtîyê de jî serkevtî bûm. Emirnameya wê jî di roja 3yê Teşrîna Sanîya 1324an de bi jimara 967an hatîbû.

Di bareyê îdareya wezneya ordîyê de gilî hatbû kirin, ji bo tetkîkkirina usil û hesaban komîsyonekê hate damezirandin û ez jî wek azayekî wê hatim tayînkirin. Ji ber ku azayê dîwana herbê zabîtan bûm, min nexwest bibim azayê komîsyonê lê belê îstifa min nehate qebûlkirin.

Piştî demekî li navçeya Bazîyan a Silêmanîyê, ji layê eşîreta “Hemund” ve qiyamek weyaxud serhildanek hate meydanê, li ser vê bûyerê dîwana herbê ûrfî hate çêkirin û ez jî wek azayê wî hatim tayînkirin. Li ser vê babetê, bi wesîteya qumandarîya topxanê di roja 23yê Temûza 1325an de bi jimara 221an emirnameyek ji ordîyê hat û li ser hukma wê çûm Kerkûkê. Piştî wê emirnameyekê dinê hat, da ku heyeta îdareya ûrfî ya navborî biçe li Silêmanîyê îkame bike û li ser vê biryara nû ji wir ve çûm Silêmanîyê. Roja 10ê Kanûna Ewela 1325an de Miheyedîn Paşayê reîsê Dîwana Herbê çû Mûsilê, li ser tezkereya wî û têlgrafnameya qumandarê firqeyê ya roja 11ê Kanûna Sanîya 1325an, wezîfeya serokatîya dîwanê tewecuhê min kirin.

Di nav Silêmanîyê de, du cereyanên zitê hev hebûn. Ji vana yek, tiştekî nekirin û hew li benda netîceyê man. Yê din jî, jibîr kirin ku ev îdareya ûrfî, ji bo eşqiya û alîgirên eşqiyayên “Hemund”ê hatîye sazkirin, xwestin ku bi hinek mudaxeleyên veşartî Dîwana Herbê bikin wesîteya pêkanîna mexsedên xwe.

Feqet min bi qencî û alîkarîya Xwedê nehişt neheqî çêbe. Ji bo îstiqrar û pêkhatina asayîşê, min hewl da ku tenê ew çend kesên ku cirm û cinayetê wan hene û mehkûm in, bênê desteserkirin û cezakirin.

    Di 25ê Kanûna Sanîya 1325an de ji Mîrlîwa Mezher Paşa tezkereyek hat ku ew berê li Silêmanîyê qumandarê mewqî û Mîralayî bû, li ser emirnameya qumandarîya ordîyê dixwst karûbarê qumandarîya Lîwaya 23. jî ji alîyê min ve bête îdarekirin. Ev rewşa hanê, resen bi emirname û têlgrafekî roja 21ê Kanûna Ewela 1325an hatîbû pêşnîyarkirin. Heta ku ez di rîyaseta Dîwanê Herbê de bûm, qumandarîya Lîwaya Nîzamîyeya 23 û digel wê li ser tezkereya 19ê Adarê ya qumandarê “kuvayî taqîbîye” Mîralayî Mihemed Elî Beg, qumandarîya “kuvayî taqîbîye” jî dan bin mesûlîyetîya min.   

Piştê ku Nîzam Paşa bû walî û qumandarê Bexdayê, emir kir û xwest ku heyeta îdareya ûrfî bîlhesa û tenê ji zabîtên qitatên li bajarê Silêmanîyê pêk bihête. Qumandarî û reîsîya wê jî di 1ê Tebaxa 1326an de dewrê Mihyedîn Paşa kir. Piştê wî vegerîyam merkeza alayîyê ku li Kerkûkê bû. Ji demekî şûn de jî îdareya ûrfî hate rakirin.

Dema ku li Kerkûkê bûm tabûra sehra û tabûrên din ên ku topên çîya bi wan re hebûn, alayîyên wesaîre û alayîya 32. ya ku ez jî di nav de bûm hatin belavkirin û emrê musteqîlbûna her yek tabûrê hate dayîn. Ez bi unwanê qumandarîya firqayê mudetekî din jî li Kerkûkê mam.

Paşê li ser hatina talîmatnameyekî nû bi tevî yawer çûm Bexdayê. Ji ordîyê di roja 18ê Eylûla 1326 (01/10/1910) de bi têlgrafê emirnameyek hat qumandarîya firqaya 21an.

Dema ez çûm Bexdayê, qumandarîya Alayîya 31an vala bû. Ji alîyê her kesî ve weke rojê aşkere bû ku tayînbûna ji bo qumandarîya wê alayîyê heqê min bû. Lêbelê bêedaletî hate kirin, min tayînê qumandarîya Alayîya 23. ya ordîya çaran kirin. Min tewekulê Xwedê kir, berê xwe da Îstenbulê da ku biçim cîyê nû yê memûrîyetîyê. Xêr ji Xwedê be ku mexdûrîyetîya min qebûl nekir.

Dema gihîştim Îstenbulê, ji alîyê daîreya topxaneyê ve hatim agadarkirin ku dê min tayîn bikin ji bo qumandarîya alayîya Mûsilê. Ji bo ku ji xezîneyê re nebe bar, neçim Erzerûmê û car din venegerim, di Îstenbulê de li benda derketina emirnameyê mam.

Di roja 27ê Rebîûl Axira 1329an (27ê Nîsana 1911an) de ji alîyê Îdareya Bilind ve hatim terfîkirin, tayîna min derxistin Alayîya 35an ya topxaneya Sehrayê li Mûsilê. Lêbelê heft mehên ku li Îstenbulê bûm nedanîbûn ser vê demê û ji ber vê yekê ji alîyê daîreya lewazimatê ve meaşê min ê heft mehan hate birrîn.

Ji ber ku ji tehlûkeya şîddeta germayîya Bexdayê û ji şîddeta sermaya Erzeromê xelas bûbûm, ji birrîna meaşê xemgîn nebûm.

Dema li Îstenbulê bûm, ji bo hînbûna geşepêdanên nû yên topxaneyê, min xwest ku demekê serdana “Mekteba Endaht” bikim. Zanînên nû yên mekteba navborî, bi pirranî li ser hev (li pey hev) agirkira topan bûn û ji ber ku li Mûsilê ev cûre top tune bûn, reîsê daîreya topxanê hişyarî dabû ku nehewceye dawama mektebê bikim. Lê bele li ser ricayê, ji bo serdanê min daxwaznameya xwe bi wezaretê dabû qebûlkirin.

Li mektebê nêzîkê sê meh û nîvan li ser topavêjîyê fêrê gelek zanînê nû bûm; li ser fenerên tabyayê zanînên nû fêrbûm.

Digel vê, ji firseta mayina li Îstenbulê hinek faydeyên din jî dîtin; min eserên xwe yên bi navê ”Şûaat” û “Tefrîkayî Riyazîye” dan çapkirin. Şûaat, esereke manzûm û edebî ye. Tefrîkayî Riyazîye, li ser hinek qaîdeyên bilind ên cebîrê ye. Aqûbeta pirtûkên min ê bi navê Hewayî Nesîmî û Îcmalî Netayîc bi ser van her du pirtûkan ve jî hat. Xemgînîya herî mezin ev e ku min van pirtûkan ji bo firotinê, bi emanetî danîbûn nik pirtûkfiroşên Ermen û Eceman, lê mixabin di şûna firotina pirtûkan de, wan ev pirtûkan wek kaxizê kevnare bi okkeyan firitin Cihûyan. Ji ber ku ez ne li wê derê bûm, Cihûyan jî wan du hezar pirtûkên xweşik çirandine, kirine ta û kîsikê kaxizî. Temaşa tesîra vê talih û îqbala xweşik bikin.  

 Dema vegerê, ji Îstenbulê derketim û bi ser Eskîşehîr, Qonya, Edene û Helebê re di 14ê Nîsana 1328an (27 ê Nîsana 1912an) de gihîştim Mûsilê. Wê demê bataryayên topên alayîyê li cîyên cihê cihê bûn, min ew berhev kirin û cara pêşîyê li Mûsilê alayîya topxanê sazkir.

Qumandarê ordîya diwanzdehan bi sîfetê wekaleta qumandarîya firqa 35an, di 11ê Teşrîna Sanîya 1328an (24/11/1912) de tezkereyek bi jimara 556an şandbû Mûsilê. Di vê tezkereyê de nivîsandîbû; ji ber ku bi edebîyat û matematîkê re mijûl e, wezîfe îhmal dike. Ji ber vê, da ku pêşwext bête teqawidkirin, ji kar hatîye dûrxistin.   

 Dixwazim li ser vê babetê hinek agahîyan bidim: 

 Roja ku min li alayîyê dest bi wezîfeyê kir û heta kar berdanê, di navbera wan çar pênc mehan de manewreyekî mezin û sefera hereketek leşkerî çênebû. Li meydana bargaya leşkerî jî rojê yek-du saet perwerdeyîya normal dihat kirin, hinek karê sivik û ewraqên pêdivî jî bê kêmanî û qisûr dihatin qeydkirin. Qumandarê navborî bi tezkereya ku di 8ê Gulana 1328an de ji alîyê wî ve li ser navê dîwana herbîyeya qolordîyê hatîbû şandin û herweha di muxtiraya ku ji firqayê roja 24ê Kanûna Ewela 1328an hatîbû şandin de, min wek reîsê komîsyona Hîlal-i Ahmera ku xusûsen bi girêdayê qolordîyê li herêmê hatîbû teşkîlkirin tayîn kirbû. 

Di nav çend rojan de min nêzîkê 30 hezar quriş pare dabûn hev û teslîmê wezneya qolordî kirîbû û miqabilê wê teslîmatê belgenameyek jê girtbû di roja 11ê Kanûna Ewela 1328an (24/12/1912) de.

Digel qumandarîya topxaneyê, di nav du-sê mehan de li pey hev du-sê memûr jî dabûn bin mesûlîyetîya min û hemûyan jî bi awayekî baş û serkevtî karûbarê xw dimeşand. Gelo evana ji cehd û xebata min ra dibin delîl? Yan berûvajî wê ne?

Ne di dema îstibdadê de û ne jî ji wê şûn ve, hîç rojekî di xizmetên wekî nobet û talîmê de paşve nemam.

Meseleya mijûlayîya bi edebîyat û matematîkê re; li cîyên wek Bexdayê hinekan dema xwe bi zewq û sefayên bêmînak derbas dikirin, min jî dema xwe bi xwendin û şiroveya kitêban derbas dikir. Ev rewşa hanê, bi îxbara dizî ya hinek kesên muzir û minafiq ve li dijî min hatîye îsnatkirin, eser û mutaelayên min hatine nîşandan.

Tê zanîn ku edebîyat ji tasawiratê û matematik jî ji heqîqatê îbaret e. Di van her du îlmên dijber û bilind de, hebûna zanîn û pêşkêşkirina wê, pêdivîyê zeka û jîrîtî û fikrekî fewqalede ye. Wijdanê dijmin jî, ji nîşandana nerehetî û acizîya li hemberê vê tiştê hanê tehamûl nake.

Ji meşrûtîyetê şûn ve di karûbarê leşkerî de demeke nû dest pê kir. Ji ber ku di fenn û pêşkevtinên nû yên leşkerî de ji emsalên xwe serkevtîtir bûm, li mekteba Endahta Topxanê qeyda xwe çêkir. Ew zanînên mifedar ên ku li wê derê fêr bûm, paşê min di çarçoveya van zannîna de li ser tabya û endahtê broşurek mifedar bi navê  “Topçu Cüz’û dani” telîf kir. Eger ew rewşa dawî neqewimîya, min dixwest wê jî çap bikim û di nav zabîtan de bedewa belav bikim. Dixwazim bibêjim ku şewq, arzu û mijûlayîya min ji edebîyat û matematîkê zêdetir, li ser alîyê leşkerî bû.

Bînbaşîtîya min, bi arz û pêşnîyara Merhum Mûşîr Receb Paşa –paşê bû Wezîrê Herbîye- çêbû ku ew tîmsalekî bilind ê leşkerî bû. Du caran min xwest biçime Yemenê, wî zatê xwedîyê kerem nehişt biçim û min li ordîya xwe îstihdam kir. Terfîbûn û îstihkaka min a ji bo qaymeqamî û mîralayî jî, ji alîyê mifetîşê topxaneya ordîya şeşemîn ve hatbû tesdîqkirin. Evana jî wek belge nîşan didin ku karîna (tiwanîna) min a ji bo leşkerîyê temam bû, bawer dikim her xwedîwijdan vê tesdîq dike. Dema min xizmetek kirîye, bi tevî wê, mesûlîyetîya wezîfeya rûtbeyek bilind jî girtîye ser xwe.

Ji alîyê ehlaqîyatê ve jî: 

Hîç wextek û bi tu awayî derneketime dervayê qanûn û şerîetê.

Qethen nehatima darizandin. Di seranserê jîyanê de û dema xwendevanîyê jî, hindik an jî pirr hîç ceza negirtîye. Min bi saya rîsaletê, hemû wezîfeyên xwe yên dînî û dinyewî bi awayekî baş pêk anîne.

Bi awayekî teqez muqederata min bi îxbara çend bedbextan ve hatîye girêdan, ne bi hukma Xwedê. Hinek sebir bikira, wekî hemû emsalê min ên ku têne teqawidkirin -bênîşandan behaneyan- ez jî daxilê vê pêvajoyê dibûm.

Bi sebeb an jî bêsebeb, xwestin yên berê teqawid bikin, di nav demeke kurt de emsal jî û yên dijber jî hatin teqawidkirin. Ji ber ku nedîyar bû dê rewş bigîje vê qonaxê, min nekarî bêdeng bimînim. Û bêdeng jî nemam.

Min mexdurîyetîya xwe bi sê têlgrafên cihê cihê gihande Nazirê Herbîye û Sedrazam. Herweha daxwaznameyek jî pêşkêşê meqamê wezaretê kir.

Min mureceatê Mûşîr Hezretî Zekî Paşa jî kir, lewra ew kesê herî zêde yê mifetîşê elaqederê ordîyê bû. Ji ber xemgînîyê nexweş ketim û di vê hengameyê de şerê Balkan dest pê kir. Di wê hengâmeyê de hîç giranîya nexweşîyê nedihat bîra min. Ji bona ku wek qumandarê qeteyekî Darûl herbê beşdarê şer bibim, di roja 27ê Kanûna Sannîya 1328an de û herweha di Sibata 1328an de jî bi têlgrafê serdana mifetîşîya ordî û Wezaret û serokatîya hinek daîreyên leşkerî kir. Paşayê mifetîş, ji bo piştgirîya daxwaza min, ji wezaretê re nivîsek şandîbû û vê agahîyê bi nivîsa jimara 1169an ji bo min jî şandîbû. Ji xeynî vê, min di nav çar mehan de heşt-deh arzuhalên bi teferuat teqdîmê wan kirbû; têde huwîyet û xizmetên bihurî nivîsandîbû, îstihqaq û mexdurîyetîya xwe jî pêşkêşê wan kirbû.

Di çarçoveya îmkanan de, têde ehwal û wesfên yên xismên xwe jî îzah kirbû. Piştî tehqîqata zatê navborî bi temamî qenaet çêbû ku ev mesele ji ber kîn û qerez e. Lewra ji bo pêdivîya îstihdambûnê, min arzuhalên ku amade kirbûn di roja 25ê Adara 1329an de bi jimara 8an pêşkêşê Wezareta Herbîyeyê kir. Mifetîşê alîcenab, lutif kir û vê muameleya resmî di roja 28ê Adara 1329an de bi emirnameya jimara 69an ji min re jî şand. Mifetîşê navborî çû Îstenbulê. Di şûna wî de Ferîkê yekem merhûm Hezretî Mihemed Fazil Paşayê Daxistanî hate tayînkirin. Ew yek ji wan kesan bû ku ji sîh salan vir ve hevnasîna me hebû. Wî ji ber mexdûrîyetîya min, di 30ê Nîsana 1329an de tayîna min çêkir ji bo mifetîşîya menzîlê.

Van hemû mureceatan tu feyde û encamekî neda. Di 11ê Gulana 1329an (24/05/1913) de, bi mehane 2522 quriş meaşê bûm malnişîn. Dîsa jî wijdan qayîl nebû ku ez bêdeng bimînim. Min ji Nazirên Herbîye yên pey hev re nivîsand; eger sebebê malnişînkirinê tawanek be min mehkeme bikin, ji ber kêmzanînê be ji nû ve îmtihan bikin. Min amadekarîya xwe kir da ku biçim Îstenbulê bi hêvîya ku dengê xwe bigehînim wan, yan jî ku îcab bike mehkeme bibim.

Lêbelê di wê hengameyê de ustad û fazîletdar Silêman Nazîf Efendî bû walîyê Mûsilê û ji min xwest ku karûbarê muhendîsîya şaredarîyê îdare bikim. Vê daxwazê di 8ê Kanûna Ewela 1329an de bi tezkereya jimara 723an tekrar û teyîd kir. Ji bo xatirê wî, li wê derê çar mehan muhendîsîyê kir. Di vê mudeta kurt de ji ber xizmetên baş, ji alîyê heyeta şaredarîyê ve mazbeteyek di 10ê Nîsana 1330an de bi jimara 66an pêşkêşê min kirin. Dema min îstîfa kir Meaşê muhendîsîyê 1500 quriş bû. Piştî îstîfayê, di roja 15ê Nîsan 1330an (28 Nisan 1914) de ji Mûsilê derketim, çûm Helebê û paşê ji wir ve çûm Beyrûdê. Min li her bajarekî panzdeh rojan îkame kir. Dawîyê bi rêwîtîyekê çar pênc rojan gihîştim Îstenbulê.

Li Îstenbulê dîyar bû ku yên emsalên min gişk hatine teqawîdkirin. Rewşa teqawîdkirinê bi emrekî giştî pêk hatîye, tiştên ku ji min re wek sebeb dihatin nîşandan gişk behane û sebebê zahîrî bûn, sebebê esasî rewşa giştî ya mecbûrî bû. Di halekî weha de, ez jî daxilê zumreya di bin sîya “El hukmê lîllah” bûm. Ji şewket û şan, milk û millet re bûm deaker. Êdî dest bi şopandina îstifadeya ji hurrîyeta şexsî kir. 

Ji wê şûn ve biryar ew bû ku hem ji bo seyir û seyehatê hem jî bi nîyeta tedawî û tevdîlê hewa biçim Awrûpayê. Min di roja 30ê Hezîrana 1330an de berê xwe da ber bi Parîsê ve. Di ser bajarên Edirneyê, Sofya, Aleksinac, Niş, Belgirad, Budapêşteyê re derbas bûm û roja 3yê Temûza 1330an de gehîştim Vîyanayê. Min li vî bajarê qedîm serdana darûl finûn, muzexane, edlîye, aqedemî, mebûsan û ayan, şaredarî, kitêbxane, dêr û cîyê mesîreyan kir.

Wê demê li wan deran sewqîyata leşkerî xuya dibû, lêbelê min weha zandikir ku ev sewqîyat,  li hemberê Sirpan tenê çavtirsandinek e, ji ber ku Welîhadê Awustiryayê kuştbûn. Min bawer nedikir ku ji ber kuştina prensekî şerekî giştî çêbe. Ew doktorê çavan ku li wî digerîyam, di wan rojan de çûbû Petersburgê, ji ber vê di tedawîyê de miwafaq nebûm. 

Rojekî ji ber barîna baranê, min li şûna fesê qalpaxekî danîbû serê xwe û bi trênê ji îkametgaha xwe çûbûm cîyekî dûr. Qalpaxa (kumika) serê min bala polîsekî dikşîne, ji bo pirsîna huwîyetê hate nik min. Serûberê min kontrol kir. Li ser min huwîyet, xerîteyekê Vîyanayê, demançeyek brownîng dît û min digel xwe bir merkeza herî nêzîk a polîsan. Ji ber ku min bi zimanê Fransizî zanîbû tercûmanekî fransizî anîn û dest pê kirin ku îfadeya min bigrin.

Pêşîyê weha zankirine ku Silav im. Piştî ku nav, mezheb, tabîyet û xusûsen jî ji bo tedawî û tevdîlê hewa hatina min a Vîyanayê hîn bûn, qeyda min a sefaretê û qeyda pasaporta min a di deftera otêlê de hîn bûn, nerastîya zankirina xwe fêm kirin. Ji halê zimanê wan wusa dîyar dibû ku ji pirsîna pirsên xwe poşman bûbûn. Bi tevî vê, di navbera me de dîalogekê wusa cereyan kir:       

 “- Ji ber çi hun vê xerîteyê li ser xwe digerînin?

- Ji bo rehberîya gera nava bajar. 

- Gelo tu ji xerîteyê fêm dikî?

- Belê, ji xerîteyê fêm dikim û hem jî dikarim ji vê xerîteyê baştir jî çêbikim. Mîsal, di filan zikakê de tramvay heye ku di vê xerîteyê de nehatîye nîşandan. Ji vê xuya dibe ku ev xerîte kêm e.

- Hun hendeseyê (geometrîyê) dizanin gelo?

- Ez tenê ne hendese, zanistên fennî yên wekî cografya, hîkmet, astronomî û makîneyê jî dizanim.

- Ev kaxizên nivisandî yên nava cizdana we çi ne?

- Şiîr (helbest) in.

- Tu ji helbestê fêm dikî?

- Ez hem ji şiîrê fêm dikim û hem jî pirtûka min a şiîran heye.

- Ji bo çi vî çekê li ser xwe digerînî?

- Hun dizanin ku miletê Osmanî ji sîlehê hez dikin. Bi taybetî jî em xelkê Mûsilê nekarin bê sîleh bigerin. Ji piçûkayî ve çek bi xwe re digerînim. Ji ber vê yekê, di vê rêwîtîyê de jî xwe mecbûr dibînim ku sîlehek bi xwe re bigerînim.

Weha tê fêmkirin ku êdî di dîtina te de ez ne dijmin im, di rexê dostan de me. Jê şûn ve, ev gotin îlawe kirin: 

Çawa ku Rus dijminê me ye, herweha dijminê we ye jî. Îro miletê Osmanî û Nemsayê (Awusturyayê) dost û mitefîkê hev in. Ji ber vê, ewqas dirêjbûna pirsan tiştekî xerîb e. Digel vê, merivekî ne sîyasî me, merivekî fennî me. Dixwazin min bibin mektebên xwe, bi mamosteyên we re bikevim îmtihanê.

Piştî vê dîalogê, axaftina me xelas bû. Memûrên merkezê di derbarê vê rewşa hanê de agahî dabûn memûrên jorê xwe jî. Neh deh deqîqe piştî vê axaftinê, muameleyek baş kirin, eşyayên min vegerandin û musade kirin da ku biçim.

Ji ber ku derçûyê mekteba muhendîsxaneyê bûm, min di otêlên Awrûpayê de navê xwe muhendîs dida nivîsandin. Ger weha nebûya, gava karekî min biketa alîyê hikûmetê, min nedixwest bibim sebeb ku ecnebî bibêjin me îfadeya mîralayîyek Osmanî girt. Wijdana min qet tiştekî weha qebûl nedikir.

Miletê Vîyanayê, miletekî mutewazî û mutefekîr bû. Bi tevî ku min zimanê wan nezanîbû, li Darûl Funûnê tevlî meclîsa wan a îmtihanê bûm, bêteredud misade kirin ku di nav rêza guhdaran de danişim, ev jî delîlekî ehlaqa wan a xweşik bû.

Av û hewayê wî jî wek xelkê wan xweşik bû. Bi taybetî di bexçeyên wan de, ava wan a beraq û latîf wekî stûnekî ronak dipijiqî hewayê. Ev dîmena xweşik, bi arezûyê dihate temaşekirin ji bo rihê wan kesên ku aşiqê tabîetê be.

Li muzexaneyên Vîyanayê tiştina dîtin ku pê xemgîn bûm; li muzexaneya şaredarîyê kapola (kiloxa) serê kesekî bi navê Qera Mistefa Paşa hebû û herweha li muzexaneya leşkerî teşhîrkirina mohra Siltan Murad Xanê sêyemîn û bi tevî vê, di muzexaneyê de hebûn û parastina topekê Osmanî ya berîya 238 salan ku di şer de hatbû bikaranîn û ji alîyê dûvikê ve dihate tijekirin. Em dikarin bibêjin ku topên navborî îcada sinetkarîya Îslamî bûn, lêbelê basîd û pirr kevnare bûn û nehatîbûn pêşxistin. Bi tevî vana, gelek tiştên din jî di encama mexlûbîyetê de ji dest me derketîbûn, bîranîna van tiştan bêguman meriv xemgîn dike.           

Piştî îkameya 13 rojan berêvarek min berê da Parîsê. Roja dinê li Îswîçreyê ji bajarên Zurîh û Bal bûm û gehîştim hidûdê Fransayê û di êvara wê rojê de gehîştim nav bajarê Parîsê.

Dema li Parîsê bûm di roja sêyemîna de, li Îstenbulê seferbêrlix hate îlankirin û ji ber vê bûyerê, ez ketim nav lêgerîna çareserîya vegerê. Lêbelê hemû trên ji ber pêkanîna sewqîyata leşkerî û neqlîyatê tije bûn, bi mecbûrî 12 roj li wê derê benda trênê mam. Cîyê îkametgaha min otêla gewre ya di ziqaqa Bofoltê de bû.   

Duwazdeh rojan li Parîsê bûm û di vê demê de serdana gelek cîyên dîrokî û navendên kulturî kir. Min serdana kitêbxaneya giştî kir, dêrên “Sakrekor”, “Noterdam” û “Medlen” zîyaret kir, serdana bexçeyên nebatan yên wekî “Luksenburg” û “Şandumars” û bexçeyên heywanatan kir. Herweha serdana Seraya Elîza, Seraya Mezin, Seraya Piçûk û Trokadro kir, serdana qeleya Şatletê û bexçeyên dorûberê wê kir. Çûm navendên trêna Şerq Orlon, Lîyonê û serdana Darûl Funûna Sorbonê kir û li her derê nava wê gerîyam, lêbelê ji ber ku betlane bû min nekarî nava dersxaneyan û perwerdeya wan bibînim. Li Vîyanayê serdana quleya bilinda 140 metreyî ya dêra “Sant Atin” kir û di ser dolaba wê ya hesinî ya 80 mîtro bild de temaşeyê bajar kir. Min di qata serî ya quleya Eyfel û Etvalê de temaşeya dîmena bajarê Parîsê kir. Di meydanên wekî Repoblîk, Bastîl, Wandom û Kankordê de geriyam. Herweha bi trênên binê erdê, li hemû cîyên sinayî û mueseseyên madenî geryam û li ser pirên cihê û bêhejmar derbas bûm. Van deran gelek dîqeta min kişand û bi dîtina wan heyirî mam.

Meha Remezanê hîç rojîya xwe neşikand û weqîtek nimêjê jî nerevand. Xwarinên bi goşt ên ku jê guman diker nexwarin. Min bi pirranî xwarinên wekî şîr, sardalye û mêwe dixwarin.

Ji ber rewşê û li ser balkişandina hinek welatîyên Osmanî, da ku kîn û nefretê celbnekim, min fesa li ser xwe derxistîbû û li şûna wê qalpax danîbû serê xwe, sê çar rojan bi wê gerîyam.

Di hefteya destpêka şer de li Parîsê gelek dikan hatîbûn girtin. Hinek kar hatin tatîl kirin û beşekê wan jî dewrê jinan kirin. Saet di yekê êvarê de qehwexane dihatin girtin.

Ji ber ku demekî dirêj e Fransa tevlî şerekî nebûbû, xelkê salên dirêj bi zewq û sefayê derbas kirbû, ji fikra şer dûr ketîbû û Parîs bi tevî destpêkirina şer bûbû wek goristanek bêdeng. Qederê di demek weha de min sewqê Awrûpayê kirîbû, çawa xemgîn nebim.

Ji bo vegerê, rojekê bi mesref û kedek zêde ancax gehîştim merkeza trênê, lê min dît ku îstasyon ji alîyê leşkeran ve hatîye dorpêçkirin, min nekarî têkevim hundir. Bi hêvîşikestî vegerîyam cîyê xwe.

Ji wê du sê rojan şûn ve firsetek peyda bû, di trêneke Marsîlyayê de ji xwe re cî dît. Ji Lîyonê derbas bûm û di roja 30 Temûza 1330an de gehîştim Marsîlyayê.

Marsîlyayê di roja sisêyan de li ser daweta komîserê taxa “Patîmarî” çûm merkeza polîsan. Dema ez çûm wê derê hîn memûrê merkezê nehatîbû. Katibê merkezê fotografek, mektûbek û desmalekê hevrîşm ku kenarê wê bi zêr hatîbû nexşandin nîşanê min dan. Pirs kir û got ew aîdê te ne yan na. Min jê re got na, evan tiştan ne yê min in. Min vê bûyerê weha îdarq kir ku hinek dixwazin zerarê yan jî nerehetîyê bidin min, ev bûyer jî komployek ji bo vê mexsedê ye.

Weha xuya dibû ku herwekî mektûb min nivisîye û fotoğraf jî yê min e. Qaşo min vana û pare xistina nav desmalekê û ji jinikek li wê taxê re şandîye. Ew jî, ji bo gilîkirinê çûye mureceatê polîsan kirîye. Paşê min fêm kir ku mesele bi vê awayê çêbûye.

Memûr hat eşyayên navborî, pasaport û destûra bihurînê û ewraqên din ji min girtin û bir jûra mutelayê.

Piştî lêkolîna nêzîkê çaryek saetekê; dîyar bû ku fotgrafê ber destê wan gelek kêm dişibe min, mudeta îkameya min a li wê derê ji bo pêkanîna têkilîya bi xelkê re ne bes e, bi taybetî wekî di mektûbê de hatîbû nivîsandin bi rêya behrê neçûbûm, destûra bihurîna komîserîya Parîsê û di pasaporta min de hebûna vîzeya ku ji alîyê çend dewletên din ve hatbû erêkirin û agahîyên wekî din nîşan didan ku ev mesele îftirayek e, jê wêdetir tiştekî nîne. Li ser vê, di cî de ewraqên min îmze kirin û îzna çûna min dan. Ew wezîfedarê ku ez birbûm merkezê, ji ber ku ji alîyê memûr ve bi gotinên tûnd hatbû rexnekirin, hat destê min girt û bexşandinê xwest.

Eger em mezinahî û piçûkahîya wîlayetan daxil nekin, Marsîlya ji alîyê pêşveçûnê ve ji Parîsê kêmtir nebû; bi bînayên xwe yên bilind, bexçeyên xwe yê xweşik û bi taybetî jî bi pira bilind a ku her du alîyên benderê li ser du lingên hesinî bi hev girêdabû.

Piştî îkameya çar-pênc rojan, siwarê vapora bi navê Portekîz a kompanya “Mesajerî Marîtîm” bûm, pêşîyê çû îskeleyên Malta û Pîre û ji wê şûn ve bi rêwîtîyek yanzdeh rojan, di 13ê Tebaxa 1330an (26 Tebaxa 1914an) de gehîştim bajarê Îstenbulê.

Vapora bi navê Portekîz, ji Îstenbulê ber bi Odesayê ve çû. Ji Marsîlyayê derketina vê vaporê û çûna wê jî tirsnak û bi terdûd bû. Bi taybetî jî di vê rewşa hanê ya şer de, tenê bi du sed rêwîyên tebaeya Osmanî derketina seferek weha cîyê gumanê bû. Ji rêwîyan hinekan digot di vaporê de pare heye û hinekan jî digot sîleh heye.

Wekî welatîyên din ên Osmanî, min jî karîbû li Parîsê bimînim û li wê derê bijîm. Feqet ji tiştekî weha re wijdana min razî nedibû û nebû jî.

Hasîyeta min a millî nedihişt li wê derê bimînim, bi şûn de vegerîyam.

Piştî ku dewlet tevlî Herbê Umûmî bû, karê min ê pêşîn, bê wesîte serlêdana Wezareta Herbîyêyê bû.

Ji ber agahîyên min ên li ser dorûberê Bexdayê, eger li wê derê mesûlîyetîya qumandarîya qeteyek bidana min, karîbûm bi qasê cuseyê xwe xizmetekê bikim. Min daxwaza xwe ya di vê babetê de,  bi wasîteykî gehandbû guhê Wezîr.

Bersîva wî ev bû:

Li ser qeteyan qumandarîya amîrên teqawid ne li gor nîzamê ye. Lêbelê bila mîrlîwayê navborî li Bexdayê biçe nik Xelîl Paşa û bi wî re îstişare bike, eger ji bo wî memûrîyetîyek din minasib bibînin bila ji bo me pêşnîyar bikin û em jî memûrîyetîya wî tesdîq dikin.

Ji ber ku min xizmetên din nedixwestin, ji bo hevdîtina Xelîl Pşaşa mureceatê Bexdayê nekir.

Di çêbûna her herbekî de, min ev daxwaza xwe dubare dikir. Ev helwesta min ji ber pêdivîya refleksên haysîyeta millî û bicîanîna wezîfeya îslamî bû, da ku nefesa xwe ya dawîyê ji bo dewlet û milletê feda bikim.

Berê jî yek ji wan kesan bûm ku min dixwest di nav pevçûnên li hemberê eşqiya jî cî bigrim. Dema ku li Silêmanîyê qumandarê mewqî û reîsê Îdareya Ûrfî bûm jî, bîzatî derdiketim taqîbata eşqiya.

Min sala 1330an li Îstenbulê derbas kir û di Adara 1331an de cardin bi rêya Eskîşehrê, Konya, Heleb û ji wir ve jî çûm Beyrûdê. Piştî mehekê ji Beyrûdê vegerîyam Helebê. Li wê derê bi nexweşîya tîfûsê ketim, pirr zêd zayîf bûm û ji taqetê ketim. Piştî başbûnê, virde û wêde gelek gerîyam, di dema gerê de, bi texmîna çavan dirêjayî û xwarbûna zikakan qeyd dikir û paşê li gor pîvana texmînî ya gavan xerîteyek Helebê çêkir.

Min li Helebê salekê îkame kir û paşê berê xwe da Mûsilê. Roja 2yê Gulana 1332yê (15ê Gulana 1916an) gehîştim wê derê.

Dema ku li Mûsilê bûm, li ser daxwaza û nivîsa fermî ya Midurîya Perwerdeyîya Wîlayetê, bûm azayê komîsyona îmtihanên mekteban.

Ji ber ku bi hezkirina perwerdeyîyê dihatim naskirin, piştî tayînbûna midurê wîlayetê, bi nivîsa xusûsî ya wîlayetê ya roja 2yê Teşrîna Ewela 1332an û jimara 525an, li ser emrê Wezareta Daxilî ji bo lêkolîn û teftîşa kitêbên cûr bi cûr ên kitabxaneya papazên Fransizî hatbûm tewsîyekirin. Di kitêbxaneyê de nêzîkê bîst hezar kitêb hebûn û piranîya wan bi zimanê Fransizî bûn. Bi tevî du kesên din me ew tesnîf dikir û yên Osmanî ji wan cihê dikir. Bi vî awayî em çar mehan xebitîn, lêkolîn û tesnîfa pêdivî kir û teqdîmê walî kir.

Di van du salan de, min wekaleta girtin û rêkirina meaşên xwe dewrê ticarekî Mûsilî kiribû ku ew bi sedaqeta xwe dihate naskirin.

Meaşê min ên ku komê ser hev bûbûn, yekûnê wê gehîştbû 27 hezar qurişan. Bi tevî ku ji sisêyan didoyê ewraqan neqdî bûn, piştî salekî û ancax bi zorê min karî ji wî kesî bigrim. Di nav vê dema bihûrî de, ji ber ku qîmeta sed quriş pare daketîbû deh qurişan, gelek zerarê min çêbû. Ew mîqdarê meaşê ku gehîşte ber dest min jî, min ji bo alîkarî şand Silêmanîyê ji merivên xwe yên feqîr û zayîf re.

Almanya bi piştgirîya hikumeta eskerî û bi qeweta pareyan, li Wîlayeta Mûsilê çi bi destê wan ket, hemû berhev kirin û şandin welatê xwe. Piştî demekî her tişt gelek bûha bû û xelay çêbû, ji xelkê feqîr û bi taybetî jî gelek Kurdên muhacir ji ber birçîbûnê mirin. Di wê hengameyê de ji bo ku xelas bibim, divîya biçûme Helebê û berîya çûna wê derê, meaşê xwe jî hewaleyê wê derê kir. Lêbelê ji ber ku min nekarî wesîteyên neqlîyatê bibînim, bi mecbûrî nêzîkê deh mehên din jî li Mûsilê mam. Di vê mudetê de, ji Helebê ve ji meaşê min ê berhevbûyî tiştekî ji bo min neşandin.  Ji ber tunebûn û bê pare mayinê, îdareya min gelek zayîf bû, tesîr li siheta min dikir. Nangiranî û bûhabûn, di dereceya tehamulnekirinê de bû, carna bi rojan birçî dimam.

Herwekî ku ew qas feleket nebes bûn, feleketên din jî bi ser ve hatin.

Di meha Remezana sala 1333an (1917) de bi şev diz kete mala min, gelek eşyayên min ên pêdivî û biqîmet dizî kirin. Diz ji taxa me bû, heta di zikaka xanîyê min de bûn û heqîqeten jî ji nêzîk ve bellî bû ku kî ne. Lêbelê îlankirin û aşkerekirina dizan, ji şemateya dijminan zêdetir tiştekî din jê dernediket. Ji ber vê yekê, virde û wêde hetta ji kesên nêzîkê xwe re jî negot. Feqet ji bo ku ji alîyê qanûnî ve kêmanîyek çênebe, min midurê polîsan ji bûyerê agadar kir û wî jî ev kar bona tehqîqatê dewrê polîsekî kir. Lêbelê eşyayên ku hatîbûn dizîkirin bi paş ve nehatin vegerandin. Lewra tehqîqat di daîreya wijdan û selametê de nehate kirin.

Demekê ji wê şûn ve, ji bona ku xanî vala nemîne, min zarokekî deh-diwanzdeh salî yê Ermen anîbû nik xwe û xweyî dikir. Wî zarokî jî çanteyê pareyên min, tizbîyekê min ê kehrîbar û mohra min dizî kir.

Piştî ku Bexda kete destê Îngilizan êdî xeterî ber bi Mûsilê ve dihat, mirov bi otomobîlan dihatin neqilkirin, ez jî bi tevî hinek memûran di roja 22yê 1334an (22yê Gulana 1918an) de ber bi Helebê ve bi rê ketim. Bi vî awayî ji tirsa belayê esaretê xelas bûm. Min weha zandikir ku êdî gihîştime cîyê aramîyê, lêbelê piştî sê-çar mehan eynî aqubet bi ser wê derê ve jî hat û bi hewldanek gelek zor û zehmet di 23yê Teşrîna Ewela 1334an (23/10/1918) de gehîştim Konyayê.

Gelek amîrên ku di demên bihûrî de li wan deran mal dabûn hev û bûbûn xwedî serwetê, ji cîyê xwe veneqetîyan û piştî dagirtina ecnebîyan êdî li cîyê xwe man. Yê min jî, mal û serwet tune bû ji xeynî hinek eşyayên hindik û kitêban, ku min bi mecbûrî beşekî wan li Mûsilê û beşekî din jî li Helebê terk kirin. Digel vê, sedemê esasî yê koçkirina ji cîyek ber bi cîyekê din ve bi awayekî perîşan û bêserûber, tenê ji ber muhafezaya girêdana bi sedeqat û wefaya li hemberê hikumeta Osmanî bû.  Ku ne weha bûna, ez bi rîsalet û sermaya xwe ya zanînê biçûma kê derê karîbûm pê îdareya xwe bikim. Li gorî nirxê zêr, meaşa min daketîbû çar-pênc lîreyan, biçûma memlektekî din karîbûm pê debara xwe bikim.

Min zivistana sala 1334an li Konyayê derbas kir. Ji ber ku zivistana wê derê dijwar bû, parastina sihetê zahmet bû; ji ber sermayê kezeba min a sipî werimî bû û duçarê nexweşîyê bûbûm.

Piştî ku bihar hat min berê xwe da Îstenbulê. Li Îstenbulê di taxa Baltacîyê de li xana Mehmûd Paşa odeyek kirê kirbû û li wê derê dimam.

Piştî mutarekeyê her çiqas mexdûran îddîa hiqûqê xwe kirin jî, ji ber ku emrê min bi pêş ve çûbû û wicud jî lawaz ketbû, êdî min dest ji têkoşîna dunyewî berdabû û li pey îddîayekê nû neketim.

Rojekî di dema vegera malê de, min dît ku derîyê odeya min vekirîye, hemû eşyayê malê hatine serûbinkirin, di netîceya lêgerînê de dabançeya min a bêrîkê û pênc-şeş zêrên Osmanî dizîbûn. Ji ber ku kilîlên hemû derîyên xanê li hev dihatin û pêşîyê jî nobedarê xanê agahî nedabû min, weha dîyar bû ku diz ji nava xanê ye û pêçîya nobedarê xanê jî di bûyerê de hebû. Min serdana qereqola polîsan kir û wan li ser vê rewşê agadar kirin, lêbelê şikayet bê netîce ma.

Li her derê bi dizîkirina mal û eşyayê zerar dîtina min, di heqîqetê de pêdivîya teqdîra ezelî bû. Feqet sebebê wê yê zahîrî, bêkes û bêewlad û bêaqrebe bûna min bû, kesekî min tune bû ku bihata hewara min. Ne ku ji alîyê tedbîran ve sistayî û qusûr hebû. Heznekirîyên min, ji jîyana min a bêkesî û bêkarî ya mecbûrî ya li quncikê xan û baregayan agadar bûn, wan ne ku ji bo zerar û zîyanê, bîlekis zandikirin ku xwedîyê serwetekê zêde û dewlemend im. Di temamê jîyana min de, hîç pareyên xeyrîmeşrû neketine bêrîka min. Dema ku li Bexdayê bûm, salê ancax çar pênc meaş dikete destê min. Lewra meaşê zêde ji kirrîna wasîteyekî re bes bû. Lêbelê hîç wasîteyekê min ê xusûsî tune bû. Min nedixwes hebe jî. Di vê rewşa hanê de berhevkirina mal û serwet, ji bo min bêîmkan bû, lêbelê min nedikarî kesî bi vê bidim bawerkirin.

Mudetê îzna ku bi raportê li Mûsil, Şam û Îstenbulê derbas kir, ji alîyê Wezareta Herbîyeyê ve nehatîbû tesdîqkirin, bi vê behaneyê ji alîyê daîreya lewazima Bexdayê ve ji 30.000 qurişan zêdetir tehsîsata min hatîbû birrîn. Ji ber ku di wezneya ordîyê de akçe zû wenda dibûn, yê min jî xistbûn nav deynên bênîzam û miqabilê wî li şûna meaşê min çend senedên xusûsî dabûn destê min.

Min di sala 1327an de miqabilê van pareyan bi qasê 15.000 hezaran li Îstenbulê bexşê “Cemîyeta Donanma”yê kir û li hemberê wî meqbûzek bi jimara 14an dan min ku ew belgename di cildê 17an de qeydkirî ye. Û li nik min, bi qasê wî akçeyê, senedên xusûsî yên pênc qite û alayan hene.

Min yanzdeh sal bînbaşîtî kir. Rojekî min yekûnê meaşê van yanzdeh salan li ser mehan dabeş kir, weha dîyar bû ku ji her mehê re mîqdarek nêzîkê pêncsed quriş diket.

Tiştê ku li ber diketim, rastê yekî xwedî wijdan û heqîqetparêz nehatim ku vê rewşa min têbigîje; bi vî meaşê hindik çûm Hecê, diçûm memleket û tevdîlê hewa, mesrefên zewaca sernekevtî, neşr û çapkirina bêfeyde ya kitêban. Ji yekûnê ev mesref derkevin ji xwe tiştekî namîne.

Ji bo ku dil û rihê min, ji ber derdê alemê birîndar bûbû, da ku di dema teqawidîyê de ji ber betalîyê xemgîn nebim û ji xwe re tesellîyekî peyda bikim, divîya mijûlayî û meşxulîyetekê hebe. Min nekarî ji xwendin û şirovekirina kitêban baştir tiştekî din bibînim. Di encama xwendin û lêkolînan de, bi alîkarî û qencîya Xwedê çend eserên din jî nivîsîn. Min bi navê “Hayvanatî Maîye”, li ser dîroka tabîatê rîsaleyek nû nivîsî, ku beşekê wê jî tercûme bû. Herweha bi tevî wê, li ser fikra Maddîyûn û redkirina wê ya bi delîlên fennî bi navê “Îlim û Îrade” kitêbk din nivîsand. Bi nivîsîna vê kitêbê, min xwest dîyaneta rastîn û sîfetên Xwedê îspat bikim. “Haza mîn fadlî Rabbî.” (Vê qencîyê Xwedê dabû min.) 

Çi heyf ku min nekarê mesrefa çapkirina van eserên xwe yên xoşevîst temîn bikim. Ji ber vê gelek xemgîn im.

Ji xeynî vana, min bi navê  “Encûmenî Edîban” û “Şuûn-î Kurdistan” du kitêbên din jî nivîsîn. Ji van her du eseran kitêba yekemîn, bi zimanê Kurdî bû û di nav de helbestên bijarte yên panzdeh şaîrên Kurd hebûn. Kitêba duyemîn, bi zimanê Osmanî hatîye nivîsîn û naveroka wê, bi giştî li ser rewş û dîroka Kurdistanê ye û bi xusûsen jî li ser rewş û bûyerên dîroka Kurdên Baban û Hikumeta Baban e.

Bi serokatîya eşrafê Kurdistanê û ayanê kîrame Hezretî Seyîd Abdulqadir Efendî, li Dersaadetê [Îstenbulê] Cemîyeta Tealîya Kurdistanê hatîbû damezrandin, ez ji bo azayîya cemîyetê bi pirranîya dengan hatim hilbijartin û du sal in ku ez endamê cemîyeta navborî me.

 Meaşa min bi tevî zêdekirinên nû, bi neqden bûbû sê hezar û heftsed kusûr quriş û demek tenê nîvê meaşê didan. Beramberê zêr qîmeta sed quriş pareyên neqîd, daketîbû diwanzdeh qurişan. Bûhayê fîyatê tiştan roj bi roj zêde dibû, ji ber vê dewama jîyana normal ketbû demekê bi muşkûlat. Pirrî caran min mecbûren bi destê xwe şorbe dipijand û ji wê şorbeyê hindik dixwar bi qasê ku nemirim.

Nexweşîyê roj bi roj hestîyên min diheland û emrê min kêm dikir, ji bo ku pêşî li vê nexweşîyê bigrim, her daîm diçûm doktor û xestexaneyê, roj hebûn ku min nedikarî destheqê doktor û mesrefê tedawîyê bidim.

Belê di îkametgaha min li Uskîdarê de wezîyet ev bû û ji alîkyekî ve jî li benda xelasbûna van tengasîyan bûm.

Di dema teqawidîyê de li şûna ku di na refah û rehetîyê de bûma, dema min a teqawidîyê bi vî awayî derbas dibû.

Gelo wê dawîya çardeh salên tehsîl û sîh salên xizmetê bi vî awayî bibûya?   

Mimkûn e hinek weha zan bikin ku jîyana min a memûrîyetî di nav şadî û bextewarî de derbas bûye. Feqet tiştê ku ji wan kesan ra bibêjim, Xwedê însafê bide wan.

Dahatûya min a salane, fewqalede bête dîtin jî ancak dikarî temîna jîyanekê qenaetkar bike.

Eger min terzekî jîyana basîd tercih bikira, ne min dikarî biçim seyr û seyhatê, ne min dikarî kitêb binivisînim û çap bikim.

Ji ber ku ne meyldarê zewq û sefayê bûm, wekî hinek kesên din ji bona şexsê xwe mesrefek zêde nedikir. Ew pareyê ku her kesî ji kirrîna mal û milk û mesrefên malê xerc dikir, min ji bo kitêban û bi qasê wan jî ji bo sîleh û hespan serf dikir. Lêbelê bi giştî min ji van hemûyan zerar dît. Ew tiştên ku behsa wan dibe, min ji bo wan jî pareyek zêde xerc nedikir, ji xwarina xwe ya rojane qut dikir û pê dikirî. 

Di sala 1307an de dema yuzbaşî bûm li Îstenbulê, min hemû meaşê xwe dida xwedîyên çapxaneyan û rojane bi tayînê zikê xwe têr dikir. Mexseda çapkirin û weşandina wan kitêban, xizmeta ji bo mearîfa Osmanê bû.

Yek di vê salê de û ya dinê jî di sala 1321an de li Şamê gelek rojên min bi xemgînîya birçîbûnê derbas bûn.  Min hal û mewqîya xwe, êşa rihê xwe ji tu kesî re negot. Agirê di nav dil û kezeba min de, tenê Xwedê dizanî.

Tu kes nizane daxwazên nav dilê kesî,

Tenê Xwedê dizane ehwalê qul bi temamî.

Welhasil emrê min ê şêst salan bi vî awayî derbas bû.

Xulesaya ewhwal û sergûzeşta (macera) ew qas salan bi vî awayî bû:

Ez dikarim kurteya serguzeşta van şêst salên jîyana xwe bi van hevokan bînim ziman: Derd û nexweşî û bêqîmetbûn, xerîbî û xemgînî, feqîrî û zaruret, mexdûrîyet û têkçûn. Qedera reş van hemû bûyeran anî serê min. Weha tê zankirin ku ji bo dîtina van mûsîbetan min anîye vê dinyayê.

“Sîne sûzan dilfirûzan kûçe kûçe derbeder.

Kes mebada hem çû men aware ez dar û dîyar.”

Kurmancîya vê beyta Farisî: 

“Sînesoj û dilfirewan kûçe bi kûçe derbeder in.

Tu kes wekî min aware nebe dîyar bi dîyar.”