
Zêdetir ji 10 roj e ku ava werzêrî ya werzêrên bajarê Merîwanê hatiye qutkirin û vê yekê xisarên bêvegerê ên gelek giran bi berhemên wan ên werzêriyê daye. Wan Werzêran bilî werzêrî, ti dahatek din nînin û jinavçona wan berheman bi wateya şikesta aborî ya wan werzêran e.
Wan werzêran tevî nîşandana nerizayetiya xwe, ragihandine ku rastî îflasa aborî hatine û jiyana rojaneya wan ku take dahata wan werzêrî ye bi kêmbûn û qutbûna avê dikeve metirsiyê.
Herwisa li bajarê Îsfehanê de bi sedema qutbûna berqê, pîşe li wî bazarî de sekiniye û firotingehên goşt jî ragihandine ku bi sedema nebûna berqê, goştên li enbarên wan de ji nav çone û bi sedema nebûna dahatê jî nikarin motorên berqê bikirin û xisarên malî yên giran bi wan ketine.