
Pêka raporên belavbûyî, li sibêdeha roja Pêncşemî 9ê Gelawêjê, “Esedulah Segwendî” li girtîgeha “Sipîdar” a rêjîmê li bajarê Ehwazê, “Ebulfezil Elayî û Nahîd cokar” û 2 kesên Efxanî ku nasnameya wan hêj nehatiye zanîn, li girtîgeha “Adilabad” a rêjîmê li bajarê Şîrazê de hatine bidarvekirin.
Li roja Çarşemî 8ê Gelawêjê, “Mehtab Beyatî û Elî Eşrefxanî”, li girtîgeha “Lakan “a bajarê Reştê de hatine bidarvekirin.
Li roja Sêşemî 7ê Pûşperê de jî, “Areş Mihemedî” li girtîgeha rêjîmê li bajarê Nehawendê de hatiye bidarvekirin.
Bi vê pêkê, rêjîma Îranê ji destpêka heyva Gelawêjê ve heta roja Pêncşemî 9ê Gelawêjê, zêdetir ji 50 girtî li girtîgehên xwe de bidar vekirine.