Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê berdewam e li ser dirûşma xwe a nemana Îsraîlê

16:13 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2025

Li halekêl de berpirsên rêjîmê li derveyî Îranê hewla perdepoşkirina dirûşma nemana îsraîlê didin, pasdarê cinayetkar “Muhsin Rizayî” careke din hizra rêjîmê bo ser Îsraîl da xuya û dirûşma nemana Îsraîlê da.

Wî terorîstê endamê meclîsa teşxîsê meslihetê nizam a rêjîmê careke din dirûşmên rêjîmê li derheq hizrên rêjîmê bo jinavbirîna îsraîlê dubare kir û îda kir ku dê rojek bê tola mezin ji Îsraîlê hildin û bo hertim ji rûkê erdê rakin.

Îdiayên wî pasdarê terorîst li halekê de “Ebas Îraqçî” wezîrê derve yê rêjîmê li hevpeyvîn digel rojnameya “FOX NEWS” a Amerîkayê de îdia kiribû ku siyaseta rêjîmê ti car jinavbirina Îsraîlê nebûye” û hewla perdepoşkirina hizra şûm a rêjîmê li drerheq Îsraîlê de dabû.