
Wezareta Derve ya Amerîkayê bi belavkirina daxuyaniyekê li tora civakiya “X” de huşdarî da xelkê welatê xwe û ragihand: “Bi ti awayek serdana Îranê nekin û rêjîma Îranê piştî şerê 12 roje digel Îrsaîl li rewşeke dîn û har bûye û saykolojîkîa wê baş nîne û bi sûçê sîxurî lipey dijbrerên rêjîmê de ye”.
Li vê daxuyaniyê de bi her kesekî Amerîkayê ku dixwaze serdana Îranê bike, huşdarî hatiye dan ku dibe li vê biryara xwe de pêdeçonê bikin û hatiye dubarekirin ku: xelkê Amerîkayê nabe serdana Îranê bikin”.
Amerîkayê heta niha çendîn caran daxawz ji xelkê welatê xwe kiriye ku xwe ji serdana welatên metirsîdar bi taybet Îranê biparêzin.
Herwisa bi berçavgirtina alozî û dijayetiya hevdu û pêdagiriya rêjîma Îranê li ser domandina bernama navkî, egera êrîşa Amerîka û Îsraîl carekî din bo ser Îranê heye.