
Amerîka, Albanî, Otrîş, Bêljîk, Kanada, Çêk, Danmark, Fînlend, Firanse, Alman, Holend, Spaniya, Swêd, û Birîtaniyayê li derheq kiryarên rêjîma Îranê li welatên wan de û bo şermezarkirina gefên rêjîmê daxuyaniyeke hevpar belav kirin û daxwaza sekinandina kiryarên neyasayî yên îtilaatiyên rêjîmê kirin û bi tekezî gefxwarinên rêjîma Îranê şermezar kirine.
Wan welatan daxwaza sekinandina kiryarên dezgehên ewlehî û îtilaatiyên rêjîmê li derveyî Îranê de ragihandine: Em dijayetiya xwe digel hewlên dezgehên îtilaatî û ewlehiyên rêjîmê bo kuştin, revanidin û azardana xelkê Ewropa û Amerîkayê didin xuya û ew kiryarên rêjîmê binpêkirina eşkere ya desthilata welatên me ye, em yekgirtî ne. Ew torên îtilaatiyên rêjîmê bi awayekî berçav û bi hevkariya taqimên cinayetkar ên navnetewî bo bi armanckirina rojnamevan, rûniştiyên wan welatan û xelkê Cihû û berpirsên niha û yên berê li Ewropa û bakûrê Amerîka(Amerîka û Kanada) de hevkariyê dikin.