Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bazarî û dukandarên Kurdistanê girev girtin

10:36 - 5 Kanûna pêşîn 2022

Îro roja Duşemî 14ê Sermaweza 1401an a Rojî, piştî banghêjiya xelkê azadîxwaz ên Îranê û Kurdistanê ji bo mangirtina giştî li seranserê Îran û Kurdistanê, xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê dukan û bazarên xwe daxistin û girev girtin.

Li bajarên Urmiye, Şino, Pîranşehr, Mihabad, Bokan, Bane, Seqiz, Sine, Kamêran, Merîwan, Ciwanro, Dêwolan, Dîwandere, Pawe, Kirmaşan û Îlamê, xelkê dukan û bazarên xwe daxistine û man girtin.

Li piraniya bajarên Îranê jî tevlî vê mangirtina seranserî bûne.