Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çima şer û şerxwazî bo rejîmê destkevte?

20:21 - 5 Şibat 2023

N: Nûredîn Sofîzade

Heçî band û girûp û rejîmeke dîktator, bi armanca mana xwe, hertim pişta xwe bi kiryarekê ve girêdane da ku bikarin li jêr bandora rewşa de ku diafirînin, heçî dengeke dijberî xwe, tepeser û mat bikin.

Bitaybetî rejîmeke dîktator û îdolojîke weke rejîma Îslamiya Îranê, ku 44 salan berî niha bi siwarbûna ser pêla hesta Oliya xelkê Îranê û bi mifah vergirtin ji pîroziyên Îslamê, karî bigihîje deshilatê û xwe bi ser Îranê de bisepîne û hemî destkevtên şoreşa xelkê welat ku karîbûn dîktatoriya Paşayetî sernixûn bikin, bi talan bibe.

Dema ku Xumeynî bi hinek dirûşm û qisên xelk xapên karî hevsarê deshilata mutleq bigre dest xwe, û gelek sozên direvîn dabûne xelkê ku dê niha pêde li jêr sîbera wê rejîmê de bigihîne hemî naz û nemetekê û ev rejîm dê hem jiyana dunyewî û hem axiretê bo wan xweş bike, an li jêr vê deshilatê de hemî kesê weke ometa Îslamî dê mafê wekhev hebe, dê belengazî û birsîtî û bêkarî û bê maliyê nahêle, dê Berq, Av, Telefûn, Otobûs, Mesken, bi bê beranber bo xelkê dabîn bike, bi wî awayî karî hemî deshilatê li dest xwe de qorix bike.

Piştre gelek nekêşa ku xelkê Îranê zanî hemî ev qewl û soz direvîn bûne û tenê bo xapandina xelkê bûye, ji bilî hindê, bi hatina ser kar a Xumeynî û rejîma wî, dehan qat ji serdemê dîktatoriya Paşayetî zêdetir dîktatoriyê cihê xwe girt û ji bilî direvîn derkevtina wan sozên Xumeynî, hemî azadiyek û xweşî û mafek ji xelkê hate zevtkirin.

Mafê netewên jêr dest û ziman û çand û olê wan hate qedexekirin, azadiya bîrûbaweran azadiya ehzab, siyasî , rêkxistinî, sinfî, rojnamevanî, nerizayetî derbirîn û … hwd hatine qedexe kirin, xelkê ku şoreş kiribûn û rejîma dîktatora Paşayetî sernixûn kiribûn, dema ku zanîn li ber bayê çûne ber bagerê û ji çalê derkevtine kevtine bîrê de, hêdî hêdî dengê nerizayetiya qat û texên cuda cudaye xelkê welat û part û aliyên siyasî bilin bû.

Di vê navberê de 2 rêk pêşya Xumeynî û rejîma wî bûn bona vê ku bikare deshilata dîktatoraneya xwe ji sernixûniyê biparêze, 1- Yan dibe bi tepeserî û girtin û kuştinê dengê nerizayetiyê mat kiriba 2- Yan dibe welat tûşî şerekê kiriba ku xelk bi malwêranî û xwîn û birîndar û kuştiyên xweve mijûl kiriba û bona vê ku gefa dagîrkariyê li ser axa Îranê heye ji aliyê dujminê derekî, divê hemî Îraniyek bikeve nava hesta berevanî ji welat û dema şer û metirsî jî li ser welat heye, dibe hemî nerizayetî û kêmasî û roj reşî û nebûna azadiyê li navxwe yê welat bê piştguh xistin û wan pirsan bihêlin bo dema asayî, hekî ne li dema şer de heçî kesê dengê nerizayetiya xwe bilind bike weke şirîk û hevdestê dujmin tê hesabê, vê demê çawan serederî di gel dujmin tê kirin, ev jî dikeve nava vê hesabê û cezaya nerizayetiya wî, merg û jinav birine.

Ya rast di demeke wisa de Xumeynî rêka dûyem hilbijart, çimku baş dizanî bê tepeseriyê nikare dengê nerizayetiya berfireh ku bilin bibû, mat bike, Xumeynî bi gefên xwe bû sedemê qewmîna şer digel Îraqê ku wî şerî bê encam 8 salan dirêjî kêşa, û Xumeynî ev şer bi nemeteke Îlahî dihesiband ku kariye rejîma wî biparêze, di encama wî şerî de, sedan hezar ji xelkê Îranê hatine kuştin, welat wêran bû, sedan hezar nuqisan bûn, rojreşî û malwêraniyek bi ser xelkê de anî, ku heya îro rojê xelk li ber dinalîne, ku li jêr sîbera wî şerî de jî bo heyama 8 salan karî dengê neyarên xwe mat bike û wan ji bazina xwe derixe û teswiye bike û rejîmê yêk dest bike.

Ev şerxwaziya rejîmê ku Xumeynî nav jê danaye nemeta Îlahî, û bi dirûşma hinarde kirina îdolojiya xwe anku ( Sidûr Inqilab) bû gefeke mezin bo hemî cîhanê, û rêvîngên rêka Xumeynî jî ku heya îro li ser karin bi mifah wergirtin ji heman bîr û hizra şerxwazaneya Xumenî, jêvene ku dê bikarin bi çêkirina şer û aloziyan, dengê nerizayetî û şoreşa niha ya Îranê ( Şoreşa Jîna ) bikarin xwe ji sernixûniyê biparêzin.

Li dema vê şoreşê destpêkirî heya niha rejîm bi gef xwarin ji welatên weke Îraq, Herêma Kurdistanê, Erebistan, Azerbaycan, Îsraîl û yên din, li pey çêkirina şerekê de ye, jêveye ku hekî şer digel welatekê destpê bike, dê hem hesta parêzvaniya xaka Îranê di nava xelkê Îranê de çêbike, hem dikare li jêr sîbera şer de xwe biparêze, hem dê bikare heçî dengekî bi dijî xwe li navxweyî welat de tepeser û mat bike.

Lê, bîra wan çûye ku serdem guhertin bi ser de hatiye, xelk dizane armanca şerxwaziya rejîmê çiye, û welatên din jî baş hayl pîlan û armancên şerxwazane yên rejîmê bûne, lewma hemî xelkê Îranê û welatên herêmî û cîranên Îranê û bi giştî cîhana pêşkevtî vê carê dest dane destê hev û biryara sernixûniya vê rejîma hov û dîktator û şerxwaz dane.

Ev şerxwaziya vê rejîmê hinek caran bê bersiv namîne, Îsraîl derbên gelek mezin ji rejîmê dane, Azerbaycanê hemî peywendiyên xwe di gel rejîmê qut kirine û balyozxana xwe ji Îranê vekişand, li asta navnetewî de piştgîriyeke berfire ji şoreşa seranserî ya Îranê tê kirin û bi temamî guhertin bi ser helwêst û siyaseta wan de hatiye.

Çêkirina çi şerekê nikare weke şerê Îran û Îraqê hewara parastin û mana vê rejîmê de bê, û bê guman hemî pîlaneke rejîmê eşkere û pûç dibin û gelek nakêşe ku xelkê roj reş yên Îranê bi sernixûniya vê dîktatoriyê xelas bibin û bigihîjine xêr û xweşiyê û ezmûna dû dîktatoriyên derbasbûyî jî, bo xelkê Îranê wisa kiriye ku vê carê tenê sîstemekî hikûmetî ya demokratîk û sikolar û pêşkevtî dikare azadî, wekhevî, bo xelkê bi diyarî bîne.