Me digel Bêhroz Sucaî mamosteyê zanîngehê li derheq roja cîhanî ya zimanê dayîkê hevpeyvîn pêk anî û navbirî got: “roja cîhaniya zimanê dayîkê anku roja navneteweyî ya zimanê dayîkê di sala 1999an de bi pêşniyaza welatê Bengladêşê bû.”
Hevpeyvîn: Bêhzad Simko
P: Rêzdar roja cîhanî ya zimanê dayîkê li çi salekê û ji aliyê çi navend an welatekê hatiye diyarîkirin?
B: Spas bo vê hevpeyvînê, roja cîhaniya zimanê dayîkê anku roja navneteweyî ya zimanê dayîkê di sala 1999an de bi pêşniyaza welatê Bengladêşê bû, piştre bi hizra min di sala 2007ê de bû ku li çend qonaxên din Saziya Neteweyên Yekgirtî di sala 2008ê de wekî sala zimanê dayîkê hate pênase kirin û armanc ew bû ku hewlên welatê Bengladêşê di heyama ku beşek ji welatê Pakistanê dihate nas kirinê, bona zindîragirtrin û parastina zimanê Bengalî kiribû, ew wek roja zimanê dayîkê pêşniyaz kiribûn herwiha ji vê rojê ve, ew roja neteweyî ya Bengladêşê jî tê naskirin.
P: Rêzdar bi nerîna we diyarî kirina roja cîhanî ya zimanê dayîkê bandorek li ser zimanan û asîmîlasyona zimanên bin dest heye?
B: Eger em bên ser rola roja zimanê dayîkê biaxivin ku çi kartêkeriyek li ser zimanê neteweyên din ên bindest di bin metirsiya asmîlasiyona ziman de kiriye, mixabin ne wisa ye û em dibînin ku ji sala 1999ê ve asîmîlasiyona ziman li hemû cîhanê berdewam bûye, ji bilî çend welatê Rojavayî ku hinek program li welatên wek Kanada, Amerîka û New Zîlendê bo parastina zimanê dayîkê dest pêkirin an li welatê Swêdê ku piştî tevlîbûn bi Yekîtiya Ewropayê re neçar ma zimanên li ser axa xwe wek zimanê kêmîneyan pênase bike û hinek îmkanan bo wan dabîn bike yek ji wan, zimanê Samî ye ku hejmarek ji koçerên keriyên gakûviyan in, ku li bakurê Swêdê de bi piranî li devera “Lapplandê” de dijîn û herwisa zimanê Fînlendî yê Miyenkelî ku ew jî kêmîneke Fînlendî ne ku bi piranî li ser sînorê Fînlend û Swêdê li devera “Norrland”ê de dijîn û ya din zimanê “Yîdîş” ku zimanê Cihûyên Swêdê ye û herwisa zimanê Romenî yan zimanê qerecên Swêdê ye. Bi giştî hewl hatine dan, lê eger mirov bi giştî mêzeyê cîhanê bike, nexêr mixabin ew pêla asmîlasiyonê her berdewam e, him ew asmîlasiyon beşek ji siyaseta fermî ya zimanî ya wan welatan bi taybet li cîhana 3ê de ye û him jî bi rêbazên nepenî, bi rêbazên aborî, zimanên ku zimanê pewerdehiya welat nînin û zimanê birêveberiyê nîne, di derbasbûna heyam de meyadana bikarhatina xwe ji dest didin û ji nivşekê bo nivşên din nayê veguhastin û dema ku ziman ji nivşekê bo nivşê din neyê veguhastin êdî ew ziman dikeve proseya jinavçûnê; Ew rastiyek e ku divê em bidin berçavan, eger em ji sala 1999an ve mêze bikin, ew proseya asmîlasiyona destpêkiriye; Ew asmîlasiyona ku li Bakûrê Kurdistanê heye asta bikaranîna zimanê Kurdî li nav nivşa nû de bi berewird digel sala 1999an ve heta niha çendîn beranber kêmtir bûye ew yeka di halekê de ye ku ew rewşa li çi ciheke cîhanê de nayê dîtin.
P: Rêzdar tevî diyarîkirina roja zimanê dayîkê di cîhanê niha em dibînin ku li sê parçeyên din yên Kurdistanê zimanê Kurdî nayê perwerdekirin û xwandin û nivîsîna bi zimanê dayîkê bo Kurdan qedexeye, gelo ew qedexeya bandorek li ser zimandê dayîkê yanî Kurdî heye?
B: Her wekî min got li 4 aliyên Kurdistanê çend şêweya siyaseta zimanî heye, bi dilxweşiyê ve li Başûrê Kurdistanê li yasaya bineretiya Îraqê de pêgeheka zimanê kurdî hebûye û berî avabûna Herêma Kurdistanê jî hebûye, helbet hikûmeta Îraqê bi kuştin û jinavbirîna jîngeha zimanî ya Kurdî, bikaranîna zimanê Kurdî sînordar kiribû lê di proseya federalîzmê de li Îraqê, piştî destûra ku li sala 2005an hatibû nivîsandinê de hinek îmkan bo zimanê Kurdî keftine ber dest, tevî ku basekê zêdetir li ser wirar û geşeya ziman di vê beşê de nakim, lê hêja gotinê ye ku geşeyeke mezin di vê beşa Kurdistanê de hatiye kirin û %95 datayên li ser înternetê ku bo peykersazîya zimanê Kurdî bi kare tên, ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve hatine kirin û em nabe vê rastiyê ji bîr bikin ku kartêkerî û bandoreke gelek zêde li ser geşeya zimanê kurdî kiriye. Tevî hemû kêmasiyan ku li Başûrê Kurdistanê de hene, rewtek jî heye ku bi cihê zimanê kurdî balê bo zimanê Erebî an Ingilîsî an Tirkî ve radikêşin. Li Rojavayê Kurdistanê dîsa desthilatek hatiye avakirinê, ez bi xwe li wir li du zanîngehan waneyan dibêjim, hêdî-hêdî bingehek bo zimanê kurdî çê dibe û di hêla kurdînivîsandinê di warê akademîk a ziman de berefirehkirin û giştîkirinek heye û xelk jî êdî dizanin ku ev proseya pirosek gelek girîng e. Li Rojhilatê Kurdistanê jî xebatek di qewareya xebata medenî de dest pêkiriye ku ew yeka cihê destxweşîkirinê ye; Ew civaka medenî ya Kurdistanê tevî wan tundûtijiyên ku li hember vê xebatê têne kirin û heta kêmekê jê ew xebat sekinandiye, lê xwendewariya Kurdî rû bi pêşveçûnê ye û asmîlasiyona ziman bi taybet li cografiyaya Kurdistanê hatiye rawestandin, ji bilî deverên wekî Kirmaşanê. Ew hişmendiya ku hewceye ser zimanî hebe, li wê deverê hêj negihîştiye astekê bilind, lê geşeya zimanî li wir jî dest pêkiriye, ez şanseke zêde bo zimanê Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê dibînim.
Li Bakûrê Kurdistanê rewş gelek xirabtir ji cihên din e, tevî ku pêşî ji zimanê Kurdî hatiye berdan û bi rêka yasayan û gotina waneyên zimanê kurdî li çendîn zanîngehên Bakûrê Kurdistanê wek zimanekî xistine ber destê xwendekaran, lê siyaseta asmîlasiyonê hewqasî li ser hundirê xelkê Bakûrê Kurdistanê kartêker bûye û xwedî bandor e ku êdî proseya “otoasîmîlasyon” anku “asmîlasiyona xwexwestî” li wê beşa Kurdistanê dest pêkiriye, xelk bi xwesta xwe, xwe asmîle dike, li Bakûrê Kurdistanê zimanê Kurdî nebûye zimanê çîna navîna civaka Kurdî û zimanê Tirkî zimanê vê qata civakê ye û ne di jiyana rojane û ne di jiyana danûstandinê de ji lewre siyaseta zimankujiyê an mirandina zimanê Kurdî berdewam e, niha basa vê yekê tê kirin ku bi tenê %10 a ciwanên Bakûrê Kurdistanê bi zimanê Kurdî diaxivin, her wekî min di beşa pêştir de jî bas kir, dema ku ziman ji nivşekê derbasî nivşa din nebû, şansê mana wî zimanî gelek kêmtir dibe û ew yeka di Bakûrê Kurdistanê de bi lezgînî û xurtî dest pêkiriye.
P: Gelo neteweyên bindest ku Kurd jî yek ji wane bona pêşîgirtin ji jinavçûna zimanê dayîkê dikarin çi bikin?
B: Du rê li ber wan Neteweyên bindest heye, yek bi rêya daxwazeke siyasî ji bo bidestveanîna mafê serweriya jiyana xwe hewlê bidin û hakim û birayderê jiyana xwe bin û heta nekarin mafê serweriya jiyana xwe bidest ve bînin ku ew yeka xebateke siyasî ye, şansê vê yekê ku zimanê wê bibe zimanê perwerdehî û naskirinê, şansê vî zimanî jî gelek kêm dibe û bi tenê bi otonomî û mafê xwendin bi zimanê dayîkê û tiştên wiha ti tîştek naçe serî û ziman dê bikeve qonaxa demdirêj a mirineke hêdîka, lê eger şansek bo manê jî hebe divê di qada siyasî de ew yeka bê çareserkirin; Di hêla din de heta ew serweriya siyasiya xwe cihgîr dibe, rêkxistinên Kurd, tak û malbat û civaka Kurd divêt siyseteke zimanî diyarî û cîbicî bikin, bo vê yekê divêt bikaranîna zimanê Kurdî di hemû warên jiyanê de çi nivîskî be an xwendinî be an axaftinî be divê geşê bike û berfirehtir be, dema basa warê nivîsikî dikim bi tenê armanca min warê tecume û wergêrê çîrok û roman nîne, divê deqên zanistî jî bi kurî bêne afirandin û berhemanîn, eger ew bi kurdî neyêne afirandin, ziman dê li cihê xwe de bisekine û ew derfeta ku em bikarin ji meirifeya kolonyalîstî ya ne-Kurd rizgar bibin, kêmtir dibe û her wekî min dîsan jî got, di nebûna desthilat û serweriya Kurd de jî şansê mana me her çi qas ku ew li proseyeke demdirêj a 100 sale jî ber xwe bidin, şansê mana me li bihora demê de kêmtir û kêmtir dibe.
P: Rêzdar gelê Kurd dikarin bi yasayên navdewletî givaşan bixin li ser dagîrkerên ziman da ku bikarin bi zimanê dayîkê perwerdehiyê bibînin û dikarin çi bikin?
B: Givaşên navneteweyî, eger em bala xwe bidinê, rêziknameya Neteweyên Yekgirtî de û herwisa li çendîn komîsiyonên vê rêkxiravê de ku bas ji mafê xelkê xwecihî dike, mirov dikare hin givaşan bêxe ser wan, lê em dizanin ku ew welatane, welatên demokratîk nînin û guh bi rêziknameyên wan navendên navneteweyî nadin û dê her berdewam bin , di encam de em û ew rêkxiravane dikarin givaşekê li asta cîhanî de bêxin ser Tirkiyê û Îranê, lê di rastiyê de ez geşbînê wan hewlan nînim, karê ku em dikarin bikin, çêkirina kempeynên parastina ziman û bi desthilatdarkirina zimanê Kurdî di civaka Kurdî de ye.
Li derheq destpêka zimanê Kurdî de gelek gotinên cuda-cuda hene, lê Zimanê Kurdî wek yek ji zimanen Hindûewropî, rêya xwe ji berî 3 hezar salan berî niha ji zimanên wek farsî û zimanên din cuda kiriye.
Sebeba ku heta îro hatiye parastinê ew yeka ye ku cografiyaya jiyana me cografiyayek asê ye û nekarîne bi sedema vê asêbûna cografiyayê xelkê wir asmîle bikin, pêlên kesê hatinî Kurdistanê çi yên Ereb an Ecem bin an tirk bin, cografiyaya me rê nedaye ku zimanê me ji nav here, wekî zimanê “Misr”ê ku niha bûye zimanê Erebî û bi tevahî ji nav çûye, an bakûrê Afrîqayê ku çendîn ziman hebûn lê niha jinav çone, sedema din jî pêkhateya civaka me bûye ku rê nedaye em her li cihekê de niştecî bimîn û jiyan bi şêwaza rewendî bûye, lê ez bi awayekî regezperestane mêzeyî ziman Kurdî nakim ku bibêjim zimanê Kurdî taybetmendiyek wiha hebibe ku li hember zimanê din sekînî be; Rewşa jiyanê di jiyana koçerî û rewndiyê de û cografiyaya asê jî, tevî ku curek parastin ji asmîlebûna ziman kiriye, bûye sedema peydabûna devok û şêwezarên cuda yên zimanê Kurdî.
Faktera cografiyayê, tevî hebûna xalên zêde yên erênî, xalên nerênî jî hebûne, devok ligor çem û bi pêka çiyayan ji hev dûr kevtine û yekkirina wan jî kêmek dijwar e, lê em niha nikarin wî karî bikin û eger em bikin jî, ew siyaseta tekzimanî, tekrehendî dimeşînin, ya herî baş ew e ku nêrîna me li derheq devok û şêwezaran de bi şêwazeke demokratîk û pluralîstîk an çend zimanî be ku em bikarin zimanê Kurdî bi giştî biparêzin.