Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Semînarek bi hilkefta 25ê Gelawêjî bo rêzdar Rostem Cehangîrî, hate lidarxistin

18:09 - 20 Tebax 2025

Rostem Cehangîrî: Hizba Dêmokrat li ser 3 sitûnên bingehîn “Mafê netewayetî, dêmokrasî û dadperweriya civakî” hatiye avakirin

Roja Duşemê 27ê Gelawêja 1404 a Rojî, bi hilkefta 80 saliya avakirin a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, semînarek ji aliyê Navenda Perwerde ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bo Rêzdar “Rostem Cehangîrî”Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê û cihgirê Navenda Hêza Pêşmetgeyên Kurdistanê, bi beşdariya hejmarek ji endamên rêberî, kadr û pêşmergeyên Hizbê li yek ji binkeyên Hêzên Zagros de bi rê ve ço.

Semînar bi sirûda netewiya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî j bo rêzgirtina ji canê paqijê şehîdên rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Rêzdar “Rostem Cehangîrî” li destpêka axaftinên xwe de tevî pîrozbahîkirina  25ê Gelawêjê li hemû beşdarbûyên semînarê û mêvanan, hêvî kir ku em bigihîjin bi wan armancan ku Hizba Dêmokrat li ser wan hatiye avakirin.

Piştre Rêzdar “Rostem Cehangîrî” bi hûrî li ser dîroka Hizba Dêmokrat û “Komeleya J.K”ê axivî û îşare kir ku “hinek caran dîroka Hizba Dêmokrat vedigerînin bo 83 salan berî niha, çimkî Hizba Dêmokrat li ser binyata teşkîlatî ya “Komeleya J.K”ê hatiye avakirin û piştre piraniya herî zêde ya rêberên Komeleya J.K, bûne rêberatiya Hizba Dêmokrat.

Navbirî li beşek ji axaftinên xwe de tevî îşarekirin bi “Pêşawa Qazî Mihemed” wek rêber û serkirdeyekî mezin ê Kurd û rola wî ya bingehîn û giring a vî li avakirina Hizba Dêmokrat de got: “Pêşawa Qazî Mihemed rewşa piştî şerê duyem ê cîhanî, lawazbûna hikûmeta navendî û hatina hêzên Yekitiya Sovyetê, Birîtaniya û Amerîkayê şirove kir, Komeleya J.K hilweşand û Hizba Dêmokrat ava kir.”

Cihgirê Fermandeyê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê, îşare bi dîroka Hizbê ya piştî hilweşîna Komara Kurdistanê û cangorîkirina “Pêşewa Qazî Mihemed û şoreşa 46-47”ê kir û got: “Şoreşa salên 46-47, yek ji mezintirîn û bi şanazîtirîn qonaxên dîroka Hizba Dêmokrat e.

Piştre rêzdar “Rostem Cehangîrî” îşare bi rol û bandora “Dr. Qasimlo” li piştî nemana şoreşa 46-47ê kir û da zanîn ku “Dr. Qasimlo” Hizb ji belavbûn û bêserûberiyê û bêbernametiyê rizgar kir û kire hizbek xwediyê “bernameyek pêşkevtî û modern, Esasnameyek bi wec, birêvebirina dewreyên siyasî bo kadir, weşana rojname, perwerdekirina nivşekê ku bawerî bi xwe hebû, lidarxistina Kongire û Konferansan û birêvebirina siyaseta serbixweyiya siyasî û Biryardan a Hizba Dêmokrat”.

Herwisa rêzdar “Rostem Cehangîrî”, baykotkirina rifrandoma 12ê Xakelêweya komara Îslamî, berevaniya hemasî ya Hizba Dêmokrat li şerê 3 heyvane, siyaseta serbixweyiya biryardan û vejandina şoreşê ji aliyê Hizba Dêmokrat ve wek şanaziyek din a Hizba Dêmokart binav kir.

Navbirî da zanîn ku rêjîma Komara Îslamî ya Îranê li temenê xwe de bi hemû hêza xwe, nekariye Hizba Dêmokrat ji xelkê cuda bike û herwisa nekariye xelkê Kurdistanê jî ji Hizba Dêmokrat cuda bike.

Rêzdar “Rostem Cehangîrî”  îşare bi şehîdbûna “Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî” kir û da zanîn ku dujminên Kurd, bi taybet rêjîma Komara Îslamî, bi şehîdkirina van rêberan û dehan rêberên din, zirareke mezin bi Kurdan da, lê xevnên wan ku jinavbirina şoreşa Kurd û şikest bi netewa Kurd bû, neqewimî.

Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Dêmokratli vê semînarê de gotarek li ser siyasetên şerxwazaneyên rêjîma Komara Îslamî bi rêya pêwendiyên xwe li dever û cîhanê û herwisa şikestên rêjîmê li hember Îsraîlê kir.

Rêzdar “Rostem Cehangîrî”, li dawiya axaftina xwe de îşare bi siyaseta Hizba Dêmokrat li derheq şerê li navbera rêjîma Komara Îslamî û Îsraîlê kir û ragihand: “Hizba Dêmokrat, destpêkirina wî şerî bi hewldanên şerxwazane yên rêjîma Komara Îslamî ve girê dide û li paşeroja Îraneke bê rêjîma Komara Îslamê de em wek Hizbek netewî, berjewendiyên xwe li Îranek a çendîn netewî, dêmokratîk û Federal de dibînin.