Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyanî ya bi hilkefta 28ê Gelawêjê, roja xuyakirina rûkê rastîn ê rêjîmê li dijî Kurd û mafên vê

12:36 - 20 Tebax 2025

Xelkê xweragir ê Kurdistanê!

Hizb û rêkxiravên siyasî!

 

28ê Gelawêja îsal, 46 sal bi ser fetwaya Xumeynî ya cîhadê li dijî gelê mafxwaz ê Kurdistanê û êrîşkirina serbazî bo ser Kurdistanê ji aliyê rêjîma nû ya Tehranê ve derbas dibe.

Piştî serkeftina şoreşa gelên Îranê li sala 1357 a Rojî û herifîna rêjîma şah, li demekê de çavrêtiuya vl hebû ku rêjîma nû ya hatî ser kar, îtiraf bi mafên gelên Îranî û dabînkirina mafê netewî, siyasî û medenî yên hemû curbicuriyên Îranê, welat rû bi aramiyê ve bibe û gelên Îranê bi ked û berhema jankêşan û qurbanîdanên xwe bo serxistina şoreşê, hilbigrinꓼ Lê her zûka rêjîma îslamî rûkê xwe yê perdepoşkî lê rasta xwe, eşkere kir. Kurdistan yekem wêzgeha cerinbandina rêjîma nûhatîserkar bû, dema ku bersiva daxwaziyên aşîtîxwazane ya tevgera siyasî-netewiya Kurdistanê bi fermana cîhad, sepandina şer, şandina xelxaliyan bo komkujkirin û destberedayîkirina heseniyan bo çêkirina fitneyan û cinayetên lipeyhev daye.

Şerê ku di 28ê Gelawêja 1358 de bi fitwaya Xumeynî, avakerê rêjîma Îslamî, li dijî Kurdistanê bi rêya bejayî û esmanî dest pê kir, heta roja îro bi awayên cûrbecûr berdewam e. kufra herî mezin a Kurdan, yên ku neçar man li dijî fetwaya cîhada şer bikin, ew bû ku wan zû binyata rejîma nû ya Tehranê nas kir û amade nebû ku bi fermî nas bike. Kufir ev bû ku gelê Kurd maf, azadî û destkeftiyên ku wan di tevahiya dîroka modern de li pêxemê de têkoşîn bo kirine û çemek xwînê rijandine, dixwest. Kufir rawestan li hember desthilatdariya rejîmeke tepeserker û “NE” gotin bi asimîlebûn û bindestiyê bû. Ji awirê rejîma Tehranê gunehek mezin bû ku Kurd dibiya nirxa wê bidin û Ji wê demê ve, gelê me zêdetir ji 4 dehikan e ku nirxa mafxwazî û azadîxwaziya xwe dide. Bi sedema wî şerê sepandî bi ser Kurdistanê, hezaran kes ji xelkê Kurdistanê hatine kuştin, dehan hezar kes hatine girtin û rapêçê zindanan hatine kirin, rastî îşkence û azardanan hatine û heta canê hezaran girtiyên siyasî jî wan hate standin. Dehan gund li deverên cuda yên Kurdistanê de hatine şewitandin an jî bi zorê hatine valakirin, û bi hezaran kes jî bi neçarî welatê xwe bi cih hiştin û dûr ji walatê xwe cihgîr bûn. lê, tevî van hemû dijwariyên  ku rêjîma Komara Îslamî bi serê gelê Kurd de aniye, Kurdistan çepera pêşîn a berxwedan, berdewamî û parastina biwêrane ya Pêşmergeyên Kurdistanê li mafên rewa yên Kurd bûye. Herwisa pêdegiriya xelkê Kurdistanê li ser mafên xwe yên neteweyî, siyasî û medenî, tevî nirxdanên giran ên vê têkoşîn û berxwedanê, Kurdistan kiriye kela berxwedanê û herwisa çeperaşer a bêrawestan a têkoşîna li dijî dîktatoriya Komara Îslamî.

28ê Gelawêjê û salvegera fetwaya Xumeynî li dijî neteweya Kurd nîşanderê du dîtingehên cuda yên Kurd û Komara Îslamî ye û herwisa  belgeya rohn û rewa ya xebata Kurd li Îranê li pêxema mafên rewayên neteweyî û medenî li dijî Komara Îslamî ye. Li Kurdistanê, xelk mafên xwe yên neteweyî û xweseriyê li rêvebirina civaka xwe de dixwest, mafek ku ew dehan salan li pêxemê de bo şer dikir û xwîna xwe li ser rijandibû. Lê rêberên rêjîma Îslamî li jêr dirûşma vekheviya Îslamî de navendgerî û desthilata siyasî li ser hemû civakên welat de dixwestin. Gotar û wêjmana siyasî ya Kurdistanê rohn û eşçkere bû: Demokrasî, azadiya jiyanê, hevpêywendiya netewî, skularîzm, plralîzm, dabînbûna azadiyên medenî û demokratîk, mafên wekhev, nehiştina her cûre cudatîdanînan, nemana şer û pêşvebirina çand û hunerê. Lê van nirxan li kultûra Komara Îslamî û rejîma vê de ti wateyek nebû. Ew her li hizra Îslama siyasî û hinardekirina wê bo welatên din de jî bûn.

Niha, piştî 46 salan hem pêdegiriya Kurdan li ser nirxên xwe yên dêmokratîk û cîhanî û hem pêdegiriya Komara Îslamî li ser siyasetên xwe yên şerxwazane û çêkerê qeyrananê vê, nêzî dawihatina temenê xwe dibe, ev rêjîm û desthilat ku fitwayên cîhad li dijî xelkê Kurdistanê da û vwa ku maye û xweragireyeke pêdegir li ser mafê xwe kir û bi berdewam bi pêş ve çoye, her tevgera siyasî-netewiya Kurdistanê û xelkê xwedîhelwîst ê Kurdistanê ne

Silav li xweragiriya xelkê û silav li Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê

Serbikeve tevgera siyasî-netewiya Kurdistanê

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê

Desteya Kargêrî

28ê Gelawêja 1404 a Rojî