N: Mecîd Hekî
Li despêka damezrandina Komara Îslamiya Îranê, jin wek armancek bo sepandina aydîolojiya faşîzmê li deselata rejîma Îranê de hatiye berçav kirin. Bi gor distûra Komara Îslamiya Îranê erka sereke ya jinan zarok bûn û perwerdeya nifşek “mektebî” û xwedî bawer bi nirx û buhayên Îslamêye. Destûra Komara Îslamiya Îranê tu rolekê ji bo jinan li civakê de wek nîwiya civakê qebûl nake û beşdariya jinan li jiyana siyasî, civakî û abûrî de dijî buhayên Îslamiya xwe dizane. Lewma jî ser barê wê ku di 20 salên derbazbûy de zêdeyî 50% li xwandekarên zanîngehan keç in, tenê 14 % li jinan li bazara kar de kar dikin.
Nêwiya civakê yanî jin bi dirêjiya temenê Komara Îslamî de bi awayên cur bi cur ketiye ber zulm û zoriyê. Yasayên Komara Îslamî jinan li her warekê de wek şarovendên pile du (2) hejmar dike û tu mafeke mirovî ji bo jinan ku wek şaromendek îroyî bê berçaw kirin nas nake.
Ger hewcehiya pêwendiyên Komara Îslamî bi civata nawnetewî nebûya û asta hişyariya neteweyên Îranê bi awayek giştî ji bin buwaye, belkî rejîma Îranê wek deselata Taliban rêya çûna nav civaka jinan bi temamî girtiye.
Felsefeya Komara Îslamî li ser bingeha cudahî û apartaydê hatiye damezrandin. Apartayda zayendî (cênder), apartayda netewî dijî neteweyên ne fars û apartayda ayînî dijî ayîn û olên din ku şîyeya 12 îmamî nebin.
Komara Îslamiya Îranê li roja damezrandina wê û nasyonalîzma navend geraye Îranê bi dirêjiya dîroka xwe tundûtîjiya pêşgîrane dijî neteweyên din bixasmayî Kurdan bikar biriye. Tundûtîjiya pêşgîrane (preemptive violence) wek beşek li nasnameya nasyonalîzm û sîstema hikûmeta Îranê bi awayek sîstematîk hemû nasname û bûnên din ku derevey bazneya pênaseya dewleta navendî û nasyonalîzma farsîzmê de qedexe kirine. Wek qedexe kirina perwerdeya zimanê Kurdî bo xelkê Kurd li Rojhelata Kurdistanê Kurdên rûniştiyên beşên din ên Îranê, guhartina nav û nasnameya erdîngariya neteweyên bin dest wek guhartina navê bajar, gund û çiya û deştên Kurdistanê.
Tundûtîjiya pêşgîrane bûye beşek li siyaset û sîstema deselatdariya Komara Îslamiya Îranê. Qedexe kirina azadiya bergên jinan û mecbûrî kirina “hîcabê” û qdexe kirina gelek li çalakî û hilbijardinên din ên jinan. Ewane hemû ji bo wêye ku pêşiya pêşweçûna jinan û wekheviya civakî bê girtin. Ji ber ku bingeha rejîma Îranê li ser cudahî danan û apartayd û mêrsalariyê hatiye damezrandin.
Piştî kuştina welatiya Jîna Amînî li Eylûla 2723 de serhildan û despêka şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” hemû nîşan û hêmayên zulm û stema Komara Îslamî, dijî jinan, neteweyên bin dest û bingeha dewleta Komara Îslamî û nasyonalîzma ser dest kete lerzê. Şoreşa Jîna bi silogana “Jin, Jiyan, Azadî” bo cara yekem hemû astên civaka nav coxrafiya Îranê bi awayeke yek girtî rûxana rejîma Îranê kirine armanc û alîngariyeke cidî li hember Komara Îslamî û deselatdariya navendgera pêk anî. Silogana Jin, jiyan, Azadî, ku li Kurdistanê dest pê bû bi zûyî hemû Îran girt û bû siloganek cîhanî û piştgiriyek bê wêne ji bo xebata xelkên Îranê li asta navnetewî bi dest anî.
Rêberê Komara Îslamîya Îranê, Xameneyî li axivtinek xwe de basa wê yekê kir ku ew kesên ku beşdarê “aloziyan” bûne diviya bên tenbî kirin. Berî wan gotinan rejîma Îranê êrîşên terorîstî kirine ser Başûra Kurdistanê bo ser bingehên hêzên Rojhilata Kurdistanê.
Rejîma Iranê bi behre wergirtin li ezmûnên Rûsyayê li Çêçênistanê û Sûriyê li qetlamkirina xelkê sivîl û bêtawan karî şoreşa serxwebûna Çêçênistanê bişkîne û Şoreşa xelkên Sûriyê bi cinayetên xwe bike tirajîdiyek mezin a mirovî. Bi wê ezmûnê û bi behre wergrtin li teknolojiyên nû serkutkirinê pêvajoya jehrandina dibistanên kiçan dest pê kir.
Sîstema sîxoriya rejîma Îranê li ser dijberên navxwe û nasîna wana sermaye guzariyek mezin kiriye, lewma gelek caran bi zûyî an li rêya “îqrarên” bi zorî serekaniya “aloziyan” peyda dike. Lê, li ser pirsa kîmyayî kirina dibistanan heya wê gavê jî zanyariyên hewce nehatine weşandin. Ne tenê ewa rejîma Iranê ye ku hemû hewla xwe daye pêşiya weşana nûçeyên pêwendîdar bi jehrandina xwendekaran bigirin.
Li çend mehên derbazbûy de bi dehan dibistanên keçan li seranserê Îranê ketin ber êrîşa jehrandina sîstematîk û rejîma Îranê ji bo weşartina wê cînayetê hemû hewlên xwe dide.
Li rastiyê de jehrîkirina dibistanên keçan dirêjahiya tundûtîjiya pêşgîraneye hem ji bo bi cîh gihandina fermana Xamineyî ji bo “tenbî kirina” wana û tolhildan li keçan bo daku dîrokê wegerîne bo ser dema berî despêka şoreşa Jin, Jiyan, Azadî.