Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên kîmyay yên li ser xwendekarên keç

10:19 - 23 Nîsan 2023

N: Nîştiman Urmiye

W: Hesen Mukerem

Ger ji civakê daxwaz bê kirin, ku dev ji tevgerê berde, ji cîhanê pare bimîne û di rêya pêşkevtina biyaniyan de bimeşe, dibe ku jinên vê civakê di wan her sê kategoriyan de tûşî mirina biyolojîkî bin, heta ku zihniyetên cemdî ên serdema mirovên Palîtîk desthilata mutleq xwe bikare bihejîne. 

 Ev yeka mijara jinên civaka me ye, eşkere û veşartî di wan her sê pêkhateyan de rastî êrîşan dibin hata ku vebijêrka bilî qebûlkirina daxwaziyên ne rewa yên dijî jinê tune bin, êrîşên kîmyayî yên li ser dibistanên keçan mînaka herî nêz a li dijî jinê ye.

Herçend ku destên veşartî yên di jehrîkirinên berê yên dibistanên keçan de bi awayê fermî ji bo hizra giştî nehatiye pejrandin, lê em nikarin wê terora hatî rêkxistinkirin bi komên piçûk ên li derveyî welat ve girê bidin;

Komara Îslamî di heyama dîroka desthildariya xwe de, stûnên desthilatdariya xwe li ser serkutkirina jinan binyat kiriye, bi berûkek(mask)ê hin siyaset rêkixistin kirin ku hilgirê jinavbirina hêdî hêdî ya jinê di civakê de be, ji siyasetên dehkên 60`î kêmbûna nifûsê heta siyasetên dehkên 80`î zêdebûna nifûs û zewaca zarokan bigire heta pîlana nûjenkirina nifûsê di heyama du salên borî de, hemû xwediyê peyameke tev zelal in, jin dibe li Navenda Civakê bê bêparkirin û bi Navenda Malbata Zilamsariyê re ku bilî erka pêragihîştin bi daxwaziyên hevjîn û tiromibîla pêşkevtî ya zarok çêkirinê li ti cihek din de zelal nekiriye, daku bê zivirandin. Lewma, di heyama 40 sal temenê desthildariyê de ti yek ji taktîkên cerbandinê bersivdarê daxwsaziyên li dijî jinê yên Komara Îslamî zêde ber bi pêşve neçûne û jinên Îranê hertim nîşan dane ku pêngavek pêş ji siyasetên xirab ên li dijî jinê yên Komara Îslamî de bûne û digel hebûna tevahiya sînûran di piraniya mijarên mezin yên civak û siyaseta Îranê de pêşeng bûne. Mecbûrim bûyerên berê ku pêsîra dibistanên keçan li seranserê Îranê giritiye, bi tevahiya temenê desthilatdariya Komara Îslamî re pêwendî bidim jiber ku seriyeke vê mijarê girêdayî navika wan hizrên veguhastî  yên dijî jinê girêdayî bi hikûmetê ne,  wiha em nikarin vê îhtmalê red bikin ku pişta biyoterorîsmê girêdayî bi reha Komara Îslamî ye û di cografiya pan a Îranê de li hereketê de ye. Vê carê jin bi berrû(mask)ê, lê di esas de zihniyeta Talibanîsimê kirine armanc û dikarin vê yekê weke tolhidana dijwar li jinan bi hincenta Şoreşa Jînayê(Jin, jiyan, Azadî) şirove bikin.

Lewma, divê bo îzolekirina sîstematîk a jinê rêçareyekê peyda bikin û xala herî baş û hişmendîtir li destpêk û li bingeh an  gotinek din fetisandin di spêrmê de nine; Ev êrîşên kîmyayî armancên xwe di du aliyên derûnî û fîzîkî de bi kûrahî bicih dihêle, û bi gotinek din vê tişta girîng dixwaze ku hêdî hêdî  guherîna rêveberiyê ji bo dev berdana jinan ji xwendevaniyê ye, ev jî di bingehê de, tam di heman devra temen de ku her tişt ji bo zewanca zarokan ku mezintirîn daxwaza vê sîstemê ye cî bi cî dibe û heta qasekê di vê heyamê de li ser aliyê derûnî kar hatiye kirin.

Bi giştî biyterorîsma berê û armanckirina dibistanên keçan xwediyê çend armanca ye:

1- Rawestandina hereketa şoreşa borî û danîna wê di dilê pîvanên girîng ên tepeserkirinê de;

- 2Serdestkirina xêza paşverû ya olî di berdewamiya hemû kar û baran de;

- 3Ji bo qulibandina hêmanên nûgihîştî bi qasî ku pêkan be vekirina toreyên navxweyî yên çewisandinê;

- 4Berbelavbûna aliyê derûnî yên êrîşên plankirî heta radeyekê ji bo tasfiyekirina fizîkî ya jinên ciwan di qonaxa herî hestiyar a jiyana xwe de;

- 5Asayîkirina şîdeta nerm û veşartî ya li dijî jinan û gurkirina encamên vê şîdeta ku dibe sedema tecrîdê;

- 6Siyasîkirin û girêdana wê bi opozisyona li derveyî desthilatdariyê û welatên derve re, ku bi armanca givaşan li ser kes û alîgirên komeke diyarkirî tê kirin;

- 7 Lawazkirina motîvasyona xebatê di jinan de, ji ber wê jî ew ewlekarî û hesta selametiyê li hember xwe winda dibîne.