Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran; Nirxa avahiyên di nav bajaran de bilind bûye û xelk ber bi qiraxnişî ve diçe

16:46 - 27 Nîsan 2023

Bihabûna nirxa avahiyan û kêmbûna şiyana kirînê ya xelkê niha bûye sedema rewşeke krîzî di vê bazarê de û tê zanîn ku xelkê hêza kirîna avahiyan di nav bajaran de nîne û ber bi kirênişînî û qiraxnişînê ve diçin.

Mehmûd Olad, pisporê bazara avahiyan di hevpeyvînekê digel “Ticaret News”a ser bi rejîma Îranê ragihandiye: “Kirîna avahiyan ji aliyê xelkê ve kêm bûye û xelk hejar bûne û êdî daxwaza wan bû kirîna xaniyan kêm bûye. Di vê rewşê de daxwazek ji bo kirîna yekîneyên nû nehatiye kirin”.

Navbirî di berdewamiyê de gotiye: “Ji ber ku şiyana madî ya xelkê nîne ku yekîneyên niştecîh ên nû hatinî çêkirin bikirin, hêdî hêdî ew ji kirîna wan yekîneyan têne kişandin û ber bi bazarên nefermîtir yên wek qiraxnişîniyê ve diçin”.

Ji aliyek dinê ve hin pispor li ser wê baweriyê ne ku di demeke ne dûr de xelkê Îranê bibine xîvetnîşin, ji ber ku xelkê Îranê di bin hêla hejariyê de dijîn û wan hêza kirîna avahiyan yan jî kirêgirtinê nîne.

Pêka gotina Mehmûd Olad, pisporê bazara avahiyan, nirxa her yek metr yekîneya avahiyan nêzî 60 milyon Tumenî ye.

Eva jî di halekê de ye ku tevî enflasyona herî zêde, her roj şiyana madî û sifreya xelkê piçûktir dibe û xelkê Îranê ne tenê şiyana kirîna xaniyan nînin, belkî di wê rewşa ku rejîma Îranê bi ser xelkê de sepandiye, nikarin avahiyan bikirê jî bigirin.