N: Abdullah Hicab,
Ev têgeh, serbas a axaftinekê bû ku roja şemî 13.05.2023 li semînar a "jin, jiyan, azadî" li Stockholm a paytextê Swêdê hate pêşkêş kirin. Mesaj zelal û xwebêj e, têgeh a "jin, jiyan, azadî", di gel wateya xwe ya siyasî bûye nêrînek alternatîv li ser jiyan, civak û mafê tak di civakê de. Ev şorişek e, şorişek civakî ku Rojhilata Navîn, Îran û Kurdistanê pêwîstî pê heye û bi salan e ku li bendê ye. Şoreşeke li ser zêhniyeta serdest ku dikare bibe bingeh ji bo guhertinên siyasî di pêşerojê de.
Çavkanî û jêder a wê şorişê, tevgera kurd û xebata bi dehan salan ya jin û mêrên Kurdistanî ye ku bi salan e li her çar perçeyên welat li dijî bê edaletî, bê mafî û cudakariyên siyasî û civakî li berxwe didin. Ev têkoşîn û îradeya berxwedanê bûye heger ku Kurdistan her tim pêşeng û amadey serhildanan be. Şoreşa «jin jiyan, azadî» jî berdewamiya wê riha berxwedanê ye. Bi taybet pêşengiya jinan, birgehek nû ya wê şorişê ye ku wê qonaxa serhildanan ji demên pêşîn cuda dike û niha diçe ku bi xwe re encamên kûr û bi bandore siyasî û civakî di pêşeroja Îranê de bîne.
Cudaiyek din ku di wê qonaxa têkoşînê de derketiye holê, ewe ku wê carê serhildan û zêhniyeta şorişgerî ji sînûrên Kurdistanê derbas bû û di demek kin de li hemû Îranê belav bû. Hawara jinên kurd ku di rêûresma spartina axê ya cangorî Jîna Emînî de ji goristana «Ayçî» ya bajarê Seqizê bilind bibû, di demek kurt de li her derê Îranê deng veda û bû sembola şoreşa nû ya gelên Îranê li hember dîktatoriya Komara Îslamî.
Eger yek ji hegerên sereke yên pelvedan a bi lez a wê şorişê nerazîbûna neteweyên Îranê li dijî deselata siyasiye komara îslamî be, hegerek din vedigere ser helwêsta civaka serhildêr li hember zêhniyeta kevneparêze serdest. Ew tê wê wateyê ku helwêsta xelkê hem li hember rewşa siyasî ye, û hem li dijî wan qalib û çarçoveyên civakî ku rê didin beşek ji civakê îradeya xwe bi ser beşek din a civakê de ferz bike. Ev xwe ferz kirin, dikare serdestiya mêr bi ser jinê de be, serdestiya bawiriyek olî, siyasî an îdeolojîk bi ser nêrîn û bawiriyên din de be, dikare serdestiya neteweyek bi ser neteweyên din de û an jî serdestiya qadek civakê bi ser dadek din de be. Bi zelalî armanca wê serhildanê guherîna hemû wan nêrîn, hizir û îradeyan e ku xwe bi ser hemû ewên din de ferz dikin, cudaiyan biparêzin û reng û şeklê pîroz didin wê parastinê.
Ne tiştek veşartî ye ku armanca wê şorişê jî, weke hemû serhildanên li hember sîstemên kevneparêz û dîktator, di serî de serûbin kirin a sîstemê û guhertina deselatê ye. Lê şoriş a «jin, jiyan, azadî» di heman demê de nêzîkbûnek cuda ye ji bo pirsên civakî, dadwerî, wekhewî û eqlanî jî. Ew şorişeke li dij nêrînên şovinîstî, mêrsalar û ne yeksan yên ku di civakê de serdest in. Ev şorişeke ji bo guhertina zêhniyetê.
Ezmûna serhildana sala 1357 (1979) li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û serhildanên siyasî li Rojhilata Navîn di wan du dehikên dawî de (serhildanên li welatên erebî ji sala 2010 û pê ve), pitir pêwîstiya guherîna zêhniyetê derdixe rojevê. Her du ezmûn bi zelalî nîşan didin ku tenê avêtina rêjîmên pêşîn û cîgirkirin a rêjîmên nû, bi xwe re guhertin û çêbûnê nayîne. Sala 1357 li Îranê rêjîm hat guhertin, siyaset ji nû ve hate dizeyn kirin, birêveber hemû hatin guherîn, lê zêhniyeta cudakar ne tenê berdewam bû, belkû şidiya û pitir cudakarî xiste nava civak, pêkhateyan û neteweyan. Li Tûnis, Yemen, Misir û Lîbiya rêjîm hatin guherîn, lê li hemû wan welatan deselatdarên nû li gor heman zêhniyeta deselatdarên pêşîn siyaset kirin û rewş li ciyê ku baştir bibe, bi deh qatan xirab bû. Li Sûriyê nîva welat kavil bû bêy ku rewşa siyasî an civakî ber bi başiyê ve here, bigre rewşa heyî sed qat xirabtir kir.
Li ser wê bingehê şorişa «jin, jiyan, azadî», rêya rast girtiye ber xwe û bi guherîna rêjîmê re, guherîna zêhniyeta dîktatorxulqên ji xwe re kiriye armanc. Şoriş, parastina mafê jinan, jiyanek baştir û têgihîştinek nû ji bo jiyan û azadiyê weke armanc da ye ber xwe. Ew armanc, îdealên nû dixuliqîne û dixwaze bi guherîna rêjîmê re, zêhniyeta ku rêjîma komara îslamî anî ser kar jî biguhere.
Li gor îdeolojî û felsefeya Komara Îslamî, jin mirovek pile du û «emrazek» e ji bo jînxweşiya mêran. Destûr a bingeîne rêjîmê ku xwe dispêre nêrînên teng yên çaxê tarîtî û nezaniyê, rê nade ku jin weke «tak» xwedî pêgeha serbixwe ya civakî be. Pirsên wekhevî, mafê jinan, pîvanên mafên mirovan û serxwebûna abûrî û civakî ya jinan, li gor destûr û nêzîkbûna karbidestên Komara Îslamî tawan têne hesibandin. Ew nêzîkbûn, êş û azara jinbûnê zêdetir dike û rêya pêşketina jinan di civakê de digre.
Lê hin pîvan an norm û kevneşopiyên civakî jî li ser rêya azadiya jinê asteng in. Nêrînên mêrsalar, girêdayî kevneşopiya deselatê, serdestiya têgehên paşvero ku xwe dispêrin têgihîştinên tenge kultûrî û şiroveyên ne eqlaniî li ser ol û baweriyan, hemû li ser rêya mafê wekheve jin û mêran asteng in. Deselat wan nêrînan heta ji bo bindest kirina neteweyan û parastina cudakariyan bikar tîne.
Deselatdarên dîktator mafê jiyanê jî tenê di çarçoveya xwarin, vexwarin û xizmetkirinê de bi sînûr dikin. Lê mafê jiyanê prensîpa bingehîn a mafê mirovan e. Li gor wê prensîpê «her mirovekê mafê jiyan, azadî û ewlekariya takekesî» heye. Ev maf girêdayî bawerî, pêgeha civakî, zayend, paşxan a etnîkî, abûrî, kultûrî, neteweyî û hwd nîne. Ji bo têgeha azadî jî, her heman nêrîn derbas dibe. Azadî li gor felsefe û ramana komara îslamî û nêrîna serdest, azadiyek sînûrdar e ku mirovan dixe çarçoveya hin pîvanên «negor» ku bi guherîna rêjîman naguherin.
Li hember wê zêhniyetê, şorişa «jin, jiyan, azadî» bersivek cuda û nêrînek alternatîv tîne rojevê. Li gor wê nêrînê, divê pîvanên civakî jî bêne serrast kirin, hin pîvan ji nû ve bêne dariştin û hinek jî ji binî ve bêne guhertin. Ew zêhniyeta alternatîv e ku dibe binghe ji bo nêrînên cuda ku civakê ji bo şorişek siyasî ya xwedî bandor amade dike. Lewma şorişa «jin, jiyan, azadî», bi sîstema siyasî re, dixwaze zêhniyetê jî biguhere. Li ser wê bingehê, ew şoriş pêvajoyeke ku dikare bi gelek qonaxan re derbas bibe. Dikare rastî hilkişîn û dakişîn bibe, lê wê her bigere û tovê berxwedanê bireşîne. Renge tevger di demek nêzîk de nekare rêjîma dîktator a komara îslamî hilweşîne, lê di dawiya dawî de wê bi ser dîktatoriyê de bi ser bikeve. Weke çawan em dibînin her ji niha ve hin sitûnên parastina rêjîmê hejandine.
Yek ji xalên herî xurte şorişa «jin, jiyan, azadî» ewe ku tevger şorişeke li hember tundûtîjiyê, û bi xwe jî dûreperêz e ji tundûtîjiyê. Tenê çeka şorişgerên ku niha li qadan in, ew dengê nerm û nazike ku ji qirka zarokan, keçên li dibistanan û xwendingehên navendî û jinên têkoşere civakê bi piştgiriya xort û mêrên genc bilind dibe. Lê her ew dengê nerm û aram, niha bûye zengila dêrê û guhê ehrîmenên Tehran û Qumê kir dike. Zexta ku niha Komara Îslamî xwe di nav de dibîne, karîgertir e ji wê zextê ku şerên ku bi salane rêjîm, vir de wê de bi rêve dibe û dorpêçên abûrî û siyasî lê kirine.
Dijkiriyara rêjîmê li hember pêla şorişê, weke her car çalakkirin û bikar anîn a mekanîzmên serkut û zext û zorê ye. Rêjîmê dixwaze bi kuştin, darvekirin, girtin, tirsandin, destdirêjîkirin û terorê xwe biparêze, lê weke xuya roj bi rojê ji hejmara parêzvanên rêjîmê kêm dibe. Îro meşrûiyeta komara îslamî di asta herî kêm de ye, bi awayekê ku her roj beşek ji bazneyên dora rêjîm diqutisin û benê dora stuyê rêjîmê hê zêdetir dişide. Lê ew rastî nayê wateya ku rêjîm wê di demek nêzîk de hilweşe. Hêzên çekdare komara Îslamî ji deselata leşkerî bi der, kontrola abûrî, ticaret, hawirde û hinarde û pîşesaziya welat jî girtine destê xwe. Ev tevlêbûna hêza serkutker û deselata abûrî hegerê sereke ye ku rêjîma komara îslamî li ser lingan maye.
Divê ku pêvajoya hilweşîna rêjîmê dûr û dirêj be, lê bandora civakiye şorişa «jin, jiyan, azadî» ji niha ve derdikeve û roj bi roj pitir civakê ji bo şorişek siyasî amade dike. Bandorên civakiyê wê şorişê gav bi gav di jiyana civakê de derdikevin û ji bo pêşveçûn û destketên xwe, li benda hilweşîna rêjîmê namînin. Ev pêvajo her roj bi xwe re nûbûn, guherîn, pêşketin û gulvedanê tîne. Li ser wê bingehê, şorişa «jin, jiyan, azadî», hem li hember rêjîmê û hem jî li hember tevaxwazên ku xwe ji bo ku ciyê wê rêjîmê bigrin, alingariyek şorişgerî ye.
Ew şoriş azadiya mirovatiyê di azadî û wekheviya jin û mêran de dibîne, mafê jiyanê tenê bi xwarin û vexwarinê ve girê nade û têgeha azadiyê di çarçoveyek nû de şirove dike. Wate ew şoriş dixwaze qeware û çarçoveyên cîgirtî biguhere û nêrînek nû bîne rojevê, nêrînek ku «mirovnavend» e û beriya qad, nêrîn, pêkhate, ol û kultûr, mirovan weke «mirov» dibîne, dinirxîne û xizmetê jê re dike.
Jin, jiyan, azadî …