N: Bêhzad Qadirî
W: Hesen Mukerem
Di heyama rojên derbasbûyî de, Saziya Nûçegihanên Bêsînûr (RSF), 21emîn rapora rêzbendiya xwe belav kir. Vê saziyê di raporekê de bas ji vê yekê kiriye ku di heyama sala borî de piştî qetla hikûmetî ya Jîna Emînî, Îranê cihê xwe mîna yek ji serkutkertirîn welatên cîhanê li barê azadiya medayî de bihêz kiriye.
Di vê gotarê de çavxişandinek bi Saziya Nûçegihanên Bêsînûr û rewşa rojnamevaniyê di cîhanê de bigiştî û bitaybet li Îranê dikin.
Saziya SNûçegihannên Bêsînûr
Saziya Nûçegihanên Bêsînûr saziyeke nehikûmî-navnetewî ye ku mebesta vê barevanîkirin li mafê azadiya belavokan û piştevanîkirin ji nûçegihanan û rojnamevanan hatiye avakirin. Binkeya navenda vê saziyê li Firansayê ye. Û erka vê propangende bo rojnamevaniya azad, serbixwe û pir rehend û berevanîkirin li personelên medyayan e. “RSF” Saziya NY, UNESCO Şêwreya Ewropayê xwediyê pêgeha şivêrmendiyê ye.
Ev saziya di warê berevanîkirin li rojnamevanên ku metirsî li ser wan e û herwisa di bilindtirîn asta encûmenên dewletî de û navnetewî de bo berevanîkirin li mafê azadiya gotinê û zanyariyan, çalakiyan birê ve dibe. Herwisa bi awayê rojane raporên pêwendîdar bi gefên ser azadiya medyayan bi zimanên, Firansî, Îngilîsî, Spaniyayî û Pirtqalî, Erebî, Farsî û Çînî pêkêş dike. Herwisa salane lêkolîna rewşa azadiya belavokan li ser navê “Pêverên azadiya cîhanî ya belavokan, belav dike” ku wirda rewşa medyayan li 180 welatên cîhanê de tên hilsengandin û gengeşekirin.
21emîn rapora rêzbendiya RSF
Saziya Nûçegihanên Bêsînûr di 21emîn rapora rêzbendiya xwe de ku di vê heyamê de belav kiriye, bas ji vê yekê kiriye ku di heyama sala borî de piştî qetla hikûmetî ya Jîna Emînî de, Îranê cihê xwe mîna yek ji serkutkertirîn welatên cîhanê di warê azadiya medyayî de bihêz kiriye. Herwisa di vê raporê de Îran bi yek ji mezintirîn girtîgên cîhanê bo rojnamevanan hatiye binavkirin
Di vê raporê de hatiye: Herçend ku serkuta destpêragihîştin bi zanyariyan bi şêweya pir bihêz û berfireh di Îranê de li gore de ye, û rojnamervanan berdewam digel metirsya binçavkirin, lêkolînkirin, hepsî kirin, di bin çavdêriyê de bûn û digel azar û gefan rû bi rû ne, lê ev rewşa han hevdem digel şoreşa Jînayê tundtir û xirabtir bûye.
Nûçegihanên bêsînûr di vê raporê de bas ji vê yekê kirine ku: Rewşek hat pêş ku zêdetir li 70 rojnamevan ku li hejmareke zêde ya wan jin in, di rewta xwenîşandanan de, li Îranê hatine binçavkirin, çimkû desthilatdarên Komara Îslamî bo rêgirîkirin li romala xwenîşandanan, dest bo her kiryarekê dibin.
Nûçegihanên bêsînûr, di berdewamiyê de, îşare bi serkut û gef li rojnamevanên Îranî li derveyî welat jî kiriye û nivîsiye: Heta rojnamevanên Îranê ku li rûniştiyên welatên derve ne, di bin gef û gvaşên Komara Îslamiya Îranê de ne.
Her pêka rapora Nûçegihanên bêsînûr, li destpêka avakirina Komara Îslamî li Îranê di heyama 40 salên borî de, aliyê kêm rejîmê 1000 rojnamevan û welatî-nûçegihan binçavkirine, zindanî û bêserûşûn kirine an bidarvekirine.
Azadiya medya û gotinê di cîhanê de
Azadbûna mirov li gotinê de, raman, hizr, bawerî yekek ji mafên destpêkî û îtrafkiriyên mirovî yên vî serdemî ne ku heta li sala 1945`an Zaynî piştî derçûna Carnameya Gerdûnî ya Mafê Mirov di xala duyem de bi eşkere îşare pê hatiye kirin. Mirov di gotina hizr û ramnên xwe de azad e, û hikûmetên endam di Saziya NY de pêbendkirine ku beravanî ji vî mafî bkin, ji bo vê ku her takek bi bê tirs, lêpirsîn û lêpîçîn û siza û nerîna xwe bêje.
Welatên ku di cîhanê de bi welatên demokratîk tên naskirin, gotin pareke ji nasnameya demokratîk bûnê ye û bi yasa û bi kultûrî jî di civakê de pêrewî tê kirin ku kes li ser gotina hizra xwe û balkşandina xwe nayê siza dan.
Ji bo mînak; Alman welatek azad û demokratîk e, azadiya ragihandinê, belavok, raman û azad cuda ye, di yasa bingehîn a wî welatî de misoger û reng daye. Girîngiya hizr û nerîna azad û azadiya gotinê li biryara “Lovêt” li sala 1958`an a Zaynî de, pêdagîrî li ser hatiye kirin, di vê biryarê de hatiye: Mafê bingehîn yê azadiya bawer û dîtingeh, wek serrastirîn derkevtina kesayteiya mirovî di civakê de ye, pareka herî bingehîn a parên mafê mirov e û bo nezima dewleteke demokratîk karlêker û girîng e.
Rewşa medya û gotinê di Îranê de
Dîroka Çil û çend salî ya desthilatdariya Komara Îslamî tijiye ji wan mînakan ku her mirovek eger hizr û raman û nerîna xwe bîne ziman, ev yeka berevajiyê hizr û ramana desthilatê be, piştire kevtiye girtîgehê, û hatiye îşkencekirin û bidarvekkirin û dûrxistin an navê wî\ê hatiye birîn.
Herwisa di rewta serhildana “Jîna”yê de di Îran û Kurdistanê de, tevî serkutkirina gelên serhilday yên Îranê, Komara Îslamî bi tundtirîn şêwey rojnamevanên navxwe xistin bin givaşan, û gelek welatî hatin binçavkirin û cezayên giran bi ser wan de sepandin û hinek rojnamevan neçarbûn welat biterikînin û beraxwe bidin dervey welat.
Di rewta vê serhildanê de, zêdetir ji 70 rojnamevan ku rêjeyeke zêde ya wan jin bûn, hatin binçavkirin. Ev yeka tê vê wateyê ku, rewşa rojnamevanan li Îranê ber bi xirabiyê ve herikiye û di Îranê de tiştek bi navê azadiya gotinê hebûna vê tuneye.
Komara Îslamî bi piştgirêdan bi refanduma nedemokratîk ya sala 1358an a Rojî dibêje: Civaka Îranê deng daye bi Îranê ku dibe nizama desthilatdar li Îranê de pêha şerî`eta Îslamî be. Bi vê hincetê jî nedemokratîktirîn û dijî mirovtirîn yasay bi ser xelkê de disepîne û azadiya gotinê jî di vê çarçêveyê de pênase dike.
Gefên Komara Îslamî li ser rojnamevan, medyayên Îranê (an ser bi neteweyên din yên di çavçêveya siyaseta Îranê de) li dervey welat
Herwisa li destpêka mijarê de hatibû, Saziya Nûçegihanên Bêsînûr bas ji vê kiribû ku, “heta rojnamevanên Îranî jî li dervey welat rûniştîne, di bin gef û givaşên Komara Îslamiya Îranê de ne”. Rejîma Îslamiya Îranê her li destpêka gihîştin bi desthilatê heta niha, hertim li serkut û jinavbirina fîzîkî(teror) bi dijî neyarên xwe mifah wergirtiye û di vê barê de tenê çalakvanên siyasî yên dijberê rejîma Îranê nebûne qurbanî, belkû rojnamevanên dijberên Komara Îslamî jî parek in ji qurbaniyên dezgeha serkut û terora Komara Îslamî.
Di welatên demorkatîk de, li barê ewlehiya rojnamevaniyê de ji aliyê hêza polîs ve tên parastin û di egera her gefekê de, polîs çavdêriya taybet birê ve dibe û wan diparêz e. Helbet, ev yeka jî bi vê wateyê nine ku rejîmeke dîktator mîna rejîma niha ya Îranê nikare gefa can biafirîne! Bo mînak li sala 2022`an a Zaynî de polîsê Birîtaniya raporek belavkiriye ku ji aliyê rejîma Îranê ve li 15 rojnamevanên rûniştiyên Birîtaniyayê gef hebûye ku polîsê nehênî ev pûç kiriye.
Dawî
Her di destpêka avakirina Komara Îslamî de, karê medya û ragihandin di Îranê de mîna karê ewlehî jê hatiye. Helbet li serdema rejîma berê de jî her bi wî awayî bû. Deng û Rengê Komara Îslamî jî bixwe yekek ji wan saziyan e ku bi şêweya rasterast li nivîsîngeha Elî Xamineyî rêberê rejîmê biryarê wedigire. Lewma, li dervey çarçêveya Komara Îslamî de, gotin û hizr û raman, ji aliyê Komara Îslamî ve tenê bersivek jêra tê dan: “Bêdeng be, neku emê bixwe te bê deng bikin”