N: Hesen Mukerem
Siyaseta qirkirin û jinavbirina neteweyên bin dest û bê maf yên Îranê ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê ve, ne siyaseteke nû ye. Jiber ku ev siyaseta li serdemên desthilatdariya Qacariyan, Sasaniyan, Madan, Eşkaniyan û Riza Xan de jî hebûye û niha jî Komara Îslamî wê siyaseta yek netewe û qirikirina neteweyên xeyrî Fars li Îranê de berdewam dike û ev siyaseta qirikirinê di her demekê de an li devra desthilatdariya paşayekê de bi curekê bûye, yanî di serdemên Madiyan, Hexamenişiyan, Eşkaniyan, Sasaniyan, û heta niha bi awayên cuda li ser netewan hatiye birêvebirin. Ev siyaset ku di esasê xwe de tenê qirkirin nine, belkû hewleke bo jinav birin, tune kirin, înkar kirin, helandin ku hemû dikevne çarçêveya asîmilasyonekê de ku bi dirêjiya dîrokê, desthilatên navendgera yên Îranê encam dane.
Guherîna navên bajarên weke Şabad û Arûn Ava û Îslam Ava Xerb û guhertina gelek navên din ên navçe û bajarên neteweyên bin dest, hewl dane wiha bi hemû awayî hizra yek netewe di Îranê de bidin sepandin. Her Paşa an desthilatdarekê bi kêfa xwe û bi birêvebirina vê siyaseta asîmilasyon û helandina neteweyên xeyrî Fars û guherîna demografiya herêmên wan netewan di Îranê de, hewl dane ku neteweya serdest li ser neteweyên din de bidin sepandin.
Ev siyaseta helandina bi armanca ji navbirina neteweyan û guherîna demografiya Kurdistan û herêmên din yên neteweyên din ên li Îranê weke Ereb, Belûç, Turkên Azerî, Turkemen, û yên din niha jî bi awayên cur bi cur ji aliyê desthilatdarên Îranê ve bi rê ve diçe.
Niha jî Komara Îslamî bi girtin, sirgûnkirin û kuştin û îdamkirina xortên neteweyên xeyrî Fars vê siyaseta qirkirinê birêve dibe.
Di dema niha de dibe ku bo gelek kes û aliyan ev pirsa çê bibe ku çima Komara Îslamî zêdetir hewl dide ji neteweyên bê maf îdam bike an heqaret, bêrêzîkirin û binpêkirina mafê mirovî di herêmên xery Fars de bimeşîne?
ji bo ku ev siyaseta nemrovane ya Komara Îslamî zêdetir û bi awayek zelaltir bê famkirin, dibe bas ji îdamkirinên bikom yên Farsan di heyama salên 60`î yanî destpêka desthilatdariya Komara Îslamî bikin, dema ku Komara Îslamî hat ser kar, xwe ti kiryarekî nemirovane neparast, yanî ji bilî vê ku li kolan û şeqaman de xelk qetlam dikir, di girtîgehan de jî bikom girtî îdam dikirin.
Bo mînak Nasir Mihaciranî lêkolînek li derbarê îdamiyên heyama salên 1360`î heta 1361`an encam daye û pêka vê lêkolînê texmîn kiriye ku zêdey 5 Hezar heta 10 Hezar girtiyên siyasî hatine îdamkirin. Herwisa çendîn lêkoler û saziyên mafê mirovî yên din, di vî warî de lêkolîn encam dane û her yek ji wan texmînên cuda hene.
Ev şopandina heta niha jî berdewam e û Saziya Navneteweyî jî hemû carê daxwaza agahiyên zêdetir dike, bona ku bikare Komara Îslamî li derheq wan cinayetan de bersivdar bike.
Ya ku em dibêjin Komara Îslamî çima siyaseta qirkirina neteweyên bin dest û dijberên xwe li destpêka desthilatdariya Axûndan de daye berahîka xwe û heta niha jî dişopîne, eva ye ku dixwaze heçî dengên dijberî xwe kip bike, bi siyaseta asimîlasyonê netewan tune bike, cehda sereke ya rejîmê bo encamdana wan cinayetan jî, parastina sîstema desthilata dîktatorane ya xwe û parastina yek neteweye, yek welat, yek ziman û yek Ala ye ku, ev yeka jî ji desthilatên berî xwe bi mîrat vergirtiye.
Di Demsala Havîna sala 1367`an de, piştî bidawîbûna şerê di navbera Îran û Îraqê de, di nebûna medyayên azad de, Ayetûla Xumeynî biryar da ku bi kerb û kîna xwe çarenivîsa girtiyên siyasî çareser bikin û çalakvanên mafê mirovî li derheq vê biryara Aleytula Xumeynî ji bona îdamkirina Hezaran girtiyên siyasî, dibêjin ku bi hezaran girtiyên bêpar li mafên mirovî di girtîgehên Îranê de hatin îdamkirin. Her li ser vê esasî Saziya Lêborîna Navnetewî di sala 2020`an de di rapora salaneya xwe de îşare bi îdama 483 girtiyan kiriye ku bi berçavgirtina nifûsa welatên cîhanê, Îranê bilindtirîn pileya hejmara zêde ya îdaman heye.
Ev lêkolînên han nîşan didin ku Komara Îslamî niha jî baca van kiryarên xwe yên nemirovane di civatgeha cîhanê de dide û saziyên mafê mirovî li pey bersivdar kirina Komara Îslamî ne û ev bersivdana vê jî mesrefeke yekcar zêde bo Komara Îslamî û berpirsên vê heye.
Lewma, Berpirsên Komara Îslamî dema ku dîtin komkujkirin û îdamkirina neteweya serdest anku Farsan ku di welat de li her biryarekê de pişkdar in, û nasname hene, wiha hikûmet rastî tengasiyên cîhanî dibe, lê neteweyên din ku rejîm înkara nasnama wan dike, ger bên îdamkirin jî, ewqas dengvedan tunabe, lewma niha hemû givaşên xwe xistine ser neteweyên bin dest .
Neteweya Belûç ji her tiştî li welat de bê par e heta hebûna nasnamê, tenê di heyama 11 rojan de zêdey 25 welatiyên Belûç îdamkirin û îdamkirina girtiyên siyasî yên Kurd jî gorî amarên sala 1400`an digel sala 1401`an ji sedî 64 zêde bûye û ev cinayetên Komara Îslamî di civaka cîhanî de û ji aliyên saziyên mafê mirovî ve dengvedan an bertekek wisa tunebû.
Rejîm jî baş dizane ku Neteweyên bê maf yên Îranê ji ber nebûna mafê netewî û siyasetên çewt yên rejîmê, dengvedanek wisa tunabe û di civakên cîhanî de pir bas jê nayên kirin û givaşên mafê mirovî li ser Îranê kêm dibin, niha bê tirs û du dilî girtiyên Kurd û Belûç û Ereb îdam dike û mesrefeke kêm jî bo desthilatdarên rejîmê heye û rastî bersivdanê jî nabin û ev siyaseta girtiye berahîka xwe
Wiha Komara Îslamî ev siyaseta qirkirin û jinavbirina neteweyên bin dest ji hikûmetên berî xwe bi mîrat vergirtiy û berdewam dike.