Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Azadî çiye?

10:07 - 22 Gulan 2023

N: Sara Mukerem

Gelek caran mirov ji xwe pirs dike gelo ma qey mirov dikare azadiyê bi dest ve bîne an jî bibîne, gelo di gerdûnê de hebûna mirov û berxwedan bixwe azadiye?

Çima ewqas azadî ji me re bitaybet ji gelê Kurd re girîng e? Em vê yekê baş dizanin ku berî her tiştî dijmin, netenê axa me, belkû çand û zimanê me jî dagîrkiriye, lewma dema em dibêjin em hene û em basa hebûnê dikin, tê vê wateyê ku ne hebûn bi bê azadî dibe, û ne jî azadî bi bê hebûnê dibe.

Anku em nikarin çanda tunekirin û qirkirinê bipejrînin, ji ber vê jî tişta herî rast tekoşîn û berxwedan e. Wateya hevoka azadiyê pir berfirehe, û azadiya civak û jinê bingeha azadiya hemû azadiyan e. Lewma, ger civak azad nebe jin jî azad nabe û vê civak di jiyaneke şaş de bijî. Çi tişt biqasî azadî û rûmetê girîng nine, her ji ber vê yekê ye gelê Kurd û jina Kurd ev heyama çend salan e ji bona azadî û rûmeta xwe tekoşîn dikin û nirxên bê hema di vê rê de dane.

Her di virde dixwazim destnîşn bikim, ku peyva azadiyê peyveke pir bi wateye û bi jiyan û hebûna mirovahiyê ve girêdayî ye. Azadî feraseteke ku mafê tevahiya vê cîhanê ye, gelek caran dijminên me yên xwînmij xastine serweriya xwe li ser me bidin sepandin. Bi kuştin û bidarvekirin û hepskirina keç û xortên me yên leheng, xastine bi fîzîkî bixe di nav qefesan de. Lê bi baweriya min azadî di kêliyên piçûk de veşartiye û her ji ber vê yekê jî ji dema ku şoreşa Jin, Jiyan, Azadiyê destpê kiriye, gelê me bi hizr û baweriya îradeya azad singê xwe ji guleyên dijimin re kirine mertal û serî netewandine, ev yeka jî tê wateya heman azadiyê.

Di rastiyê de, niha em di Rojhilatê Kurdistanê de bi pêşengiya jinan di demên azadiyê de dijîn. Ji berku ev berxwedana ku niha li Rojhilatê Kurdistanê ye, berxwedaneke dîrokî ye.

Di sedsala 21`an de vê bi şoreşa jinê jiyana azad ava bibe, helbet ev silogana Jin, Jiyan, Azadî, bitaybet ji bona jinan, mijareke siyasî û exlaqî ye. Her ji ber vê yekê ye ku ev heqîqeta ku heye em nikarin nedîtî bigrin.

Mijara azadiyê bo her netewe an aliyekê pir girînge û ji ber ku azadî nebe mirov nikare bijî, ji ber hindê jî her netewe an alî û an jî mirovek ku zilm lê hatiye kirin, an bindest e an jî kole ye, dibe bo rizagirbûn û serbestiya xwe bi hemû awayî tekoşînê bike, her di vê barê de jî rêberê şehîd, Dr.Ebdulrehman Qasimlo Sekreterê berê yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê gotiye: Her neteweyek ku azadiyê bixwaze dibe nirxa vê jî bide.

Di dîroka Kurdistan û Rojhilata Navîn û mirovahiyê de, ev yekem care ku gel bi hevre dewra silogana jinê li dijî sîstema zilamsalariyê û hêzên desthildar serî hildidin. Gotina hevpar a Jin, Jiyan, Azadî, di roja me ya îro de tesbîteke dîrokiye û guheriye bi berxwedaniyeke gerdûnî. Sedema ku Jin, Jiyan, Azdî bûye berxwedaneke hevpar a her kesî, eve ku civak azadiya xwe di azadiya jinan de dibîne.

Ez dikarim bi misogerî bibêjim ku, şoreşa Jin, Jiyan, Azadî, vê bibe sembola azadiya tevahiya cîhanê. Ji berku ev şoreş şoreşa jinê ye, û vê cîhan bi vê şoreş û tekoşîna jinê ya li Rojhilatê Kurdistanê, dîktatoriya biyoma zal li ser neteweya zilm lêkirî ya Kurd û neteweyên din yên bindest li Îranê, havêjin bo zibildana dîrokê û siya baskên azadiya jinê vê di seranserê cîhanê de deng vede û bibe xwedî pêgeh di her warî de.