Li duyemîn roja konferansa 100 sale ya peymannameya Lozanê û di panêleke konferansê de, rêzdar Mistefa Hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ, gotarek pêşkêş kir
Piştînîvroya roja Yekşemî 7ê Cozerdana 1402 a Rojî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ, rêzdar “Mistefa Hicrî”, di duyemîn konferansa 100 sale ya peymannameya Lozanê de ku li bajarê Lozana welatê Swîsê pêk hatiye, tevî vê ku rexne li siyaset û dîtingeha xwedîhêzan û welatên biryarder li parvekirina Kurdistanê bi ser çar alî û beş de kir, behsa rewşa niha ya Kurdistanê kir û yekgirtina navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê li her yek ji parçeyên Kurdistanê bi zamina bidestveanîna daxwaz û azadiyên xelkê Kurdistanê daye zanîn.
Rêzdar Mistefa Hicrî di destpêka gotara xwe de, bi îşarekirin bi bendên taybet bi çarenivîsa gelê Kurd di peymannameya Sîverê de, behsa siyaset û dîtingeha welatên biryarder di wê peymannameyê de kir ku maf û daxwazên gelê Kurd piştguh avêtin û bûne sedema naheqiyeke dîrokî li Kurd û Kurdistanê ku sê sal piştre peymannameya Lozanê li sala 1923ê bi ser Kurd de hate sepandin.
Rêzdar “Hicrî” di beşeke din a gotara xwe de, bi îşarekirin bi rol û karekteriya siyasî ya Kurd di hevkêşeyên siyasî de, behsa kêmasiyan kir û ji dîtingehek gilî ve çûye ser pirsa nakokî ya navxweyê Kurd û ew sedemên heta îro rojê bûne sedema vê ku Kurd nekare wek neteweyekê bi yekgirtî ve hewla bidestveanîna maf û azadiyên xwe bide.
Di vê derheqê de birêz Mistefa Hicrî behsa sala derbasbûyî ya têkoşîna gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê kir û herwisa proseya yekrêziya hêzên Kurdî li vê beşa Kurdistanê û piştre jî destpêkirina Şoreşa Jînayê, yekgirtina herdu aliyên Hizba Demokrat, Komeleyan û rola Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê û herwisa bandorên şoreşa Jînayê li asta Kurdistan û Îranê û civatgeha navnetewî bilind nirxandin.
Rêzdar “Mistefa Hicrî” di dawiya beşa gotara xwe de, tekezî li ser pirsa yekgirtina navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê û vêdebirina nakokiyên navxweyî yên tevgera Kurdistanê kir û yekgirtî bo pirsa Kurd li hemû beşên Kurdistanê bi zamina bidestvehatina maf û azadiyên netewa Kurd daye zanîn.