Bi sedema neşiyan û şikesta aşkere û serşoraneya navendên ewêlehî yên rêjîmê li hember welatên wek Îsraîl û Amerîkayê, wezîrê îtilaata rêjîmê gelaleyek 19 madeyî bi armanca erêkirinê bo meclîsa rêjêîmê şandiye ku pêka vê gelaleyê, asta tepeserkirinên li Îranê de gelek zêdetir bibe.
Wezîrê îtilaata rêjîmê li vê derheqê de gotiye ku armanc ji gelaleya “rawestan li hember nifûza dezgehên ewlehî yên biyanî li Îranê” li komîsiyona ewlehî ya meclîsa rêjîmê de lêkolîn li ser tê kirin ku li egera erêkirina vê li meclîsa rêjêmê, dê bibe alîkarê dezgehên ewlehî û zanyariyên rêjîmê.
Pêka zanyariyan, beşek ji madên vê gelaleyê dê bibe sedema kontrolkirin û çavdêrîkirina zêdetir bi ser medya û ragihndinan û belavbûna wêne û girtevîdyoyan an pêwendî girtinên bi deng an nivîskî bo derveyî Îranê û herwisa çendîn mijarên din ên tepeserkirina zêdetir li xwe digre.
Bi awayek din rêjîma Îranê dixwaze sînorên ku bo xelkê Îranê danîne hêj bertengtir û tundtir bike û egera vê heye sepandina sizayên girantir û herwisa binçavkirinên neyasayî li Îranê de gelek zêdetir bibe û hêzên ewlehî yên rêjîmê, hovanetir ji berê digel xelkê reftar bikin.