Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijwariya rewşa jiyana mamostayan, dibe gef li ser perwerdeya xwendevanan

10:55 - 17 Çirriya paşîn 2025

“Îbrahîm Seherxîz” cihgirê berê yê wezareta perwerde û hînkariya rêjîmê huşdarî da ku westiyan û mandîbûna mamostayan li jiyana rojane de ku bi sedema nebûna dahata mamostatiyê bi neçarî li karek din de jî mijûlê kar dibin, bo ser pewerde û hînkariya xwendevanan, bûye gefek micid.

Pêka gotina vê berpirsê berê yê rêjîmê, mijûlnbûna mamostan li çend karên din bûye sedem ku şiyana mamostayan û kalîteya wanegotin li xwendingehan de heta aseteke zêde dakeve û ev yek metirsiyek micid li ser paşeroja xwendevanan e.

Harwisa navbirî, bi rohnî da zanîn ku givaşa jiyanê, mijûlbûn li çend karên cuda û guhnedana berpirsan derbê li pêgeh û kirameta mamostayan dide, û dibe sedemê daketina şiyana mamostayan û daketina astê şiyan wan li gotina waneyan de.

Navbirî ragihand ku rewşa gelek dijwar a jiyana niha ya mamostayên malnişînkirî, bandor û karlêkeriyek gelek nerênî li ser hundirê mamostayên nû daniye û dibînin ku mamostayekî xwedî şiyan ê malnişînkirî wek mînak, li ber hejariyê diçe dibe nobedarê enbara kargehekê an bînayeke nîvekare.