Şêwreya bilind a rêjîmê bi belavkirina peyamekê li ragihandinên fermî yên rêjîmê de ragihandiye ku her cure nivîsînek li derheq peydabûna termên li bendava Kerecê, qedexe ye û ti kesê mafê belavkirina wêne an girtevidyoyên li vê derheqê de nîne.
Wezareta îtilaata rêjîmê, îdia kiriye ku berpirsayetiya vê dosyê girtiye stuyê xwe ku bide zanîn ti kesekê ev nûçe belav kiriye, ev li halekê de ye ku raporên li vê derheqê li rojnameya “peyamê Sipîdar” a parêzgeha Elborzê de hatibû belavkirin lê rêjîm vê yekê înkar dike.
Peydabûna 74 termên nenaskirî, cihê şik û gumanê ye û eger vê heye beşek zêde ji wan terman ên xwenîşanderên nerazî bin ku rêjêma Îranê bêserûşûn kirine û hestiyarbûna rêjîmê li vê derheqê de vê egerê gelek zêde dike.
Zêdetir ji 74 termên ku dest û pêyên wan hatibe girêdan û hinek ji wan li nav naylon an petûyan de hatibûne pêçan, piştî daketina avê li bendava Kerecê de hatine peydakirin.