Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên spaha pasdaran a terorîst 2 welatiyên Kurd li devera Kotolê de kuştin

10:30 - 18 Çirriya paşîn 2025

Pêka raporên belavbûyî hêzên spha pasdaran a terorîst li sînorê devera Kotolê de bi awayê xoserane û bê agehdarkirina berê teqe li maşîna 2 birayan ên bi navên “Xalis û Yûsif”, xelkê gundê Geneleyê ser bi bajarê Xoyê kirin ku li encamê de wan 2 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dane.

Heta niha jî sedema teqekirina xoseraneya wan hêzên hov yên spaha pasdaran a terorîst, û kuştina wan 2 kesan nehatiye zanîn.

Pêka rapora “Çaw News”ê Yûsif Perwîzî temen 42 salî û bavê 2 zarokan û Xalis Perwîzî temen 35 salî bavê 4 zarokan e û li nêzî gundê Almelûyê, kevtine ber teqeya hêzên spaha pasdaran a terorîst û hatine kuştin.

Heta niha ragihandinên fermî yên rêjîmê sedema teqekirin bi wan welatiyên Kurd belav nekirine.