Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêla hejariyê li Îranê de, li 10 salan de 12 qat zêde bûye

10:43 - 17 Çirriya paşîn 2025

Karnasên aborî li Îranê de ragihandine ku hêla hejariyê li heyama wan 10 salên vê dawiyê de 12 qat zêde bûye û ev yek li halekê de ye ku dahata serast a xelkê bi kêmî zêde bûye û li encamê de şiyana kirin a xelkê bi awayekî serberedayî daketiye û hejariya tevav li Îranê de gelek berfireh bûye.

Herwisa karnasan huşdarî dane ku qata nêvincê ya civakê êdî ji nav diçe û bi qata hejaran zêde dibin û piraniya herî zêde ya karmendan, mamostayan, perestaran û malnişînkiriyan li jêr hela hejarî an li sînorê vê de dijîn.

Pêka gotina wan karnasan, êdî rûkê hejarî li civaka Îranê de nayê veşartin û hewcehiyên bingehîn ên xelkê bi taybet xwarina hewce û hewcehiyên din ji şiyana kirin û dabînkirina piraniya xelkê Îranê derketiye.