
Du şirketên Sûriyê ku hevkariya malî daye hêza Quds û Hizbullaha terorîst, ji aliye Wezareta Xezanedarî ya Amerîkayê ve hatine tehrîmkirin.
Ofîsa Kontirolkirina Darayîyan a Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê (Ofêk)ê, du şirketên malî yên Sûriyê ku bi awayekî veşartî hevkariya malî didane hêza Qudis ya girêdayî Spaha Pasdaran û Hizbullaha Lubnanê û Beşar Esed, tehrîm kiriye.
Ev du şirketên ku hatine tehrîmkirin serafiyên pere yên bi navên “El-fazil û El-edhem” bûne.
Hatiye ragihandin ku serafiya “Fazil” di şandina perê Beşar Esed bo “Mihemedqasim El-bezal” Nûnerê malî yê Hizbullaha Lubnanê li derheq wergirtna perê barên Neftê yên Îranê hevkarî kiriye.
Di daxuyaniya Wezareta Xezînedariya Amerîkayê de hatiye, ji sala 2021an vir ve serafiya Fazil a li Demişqê bi milyonan Dolar veguhastiye bo hesabên Banka Navendî ya Sûriyê ya ku di bin dorpêçên Amerîkayê de ye û di berjewendiya Sûriyê û Beşar Esed de dixebite.
Herwisa serafiya “El-edhem” ku ev jî, li bajarê Demişqê ye ji sala 2021an vir ve bi miliyonan Dolar bo hesabên bankî yên banka Sûriyê şandiye.
Bi sedema tehrîmên Amerîkayê, tev darayiya wan kes û kompaniyan li Amerîkayê têne bilokekirin.
Wezareta Derve ya Amrîkayê di daxuyaniyekê de ragihandiye, ku ev karê Amerîkayê derxerê vê yekê ye ku Amerîka bersiva kiryarên rejîma Esed dide.