N: Jêhat
Piştî derbasbûna 7 mehan bi ser şoreşa seranserî li Îranê de bi dijî dîktatoriyê, ku ji Kurdistanê ve destpêkir û piştre bû şoreşeke seranserî li her cihekê welat, dirûşma xelkê seranserê welat bi awayeke yek deng, sernixûniya rejîma dîktatora Îslamî bû.
Vê yekîtiyê û yekdengiyê wisa kir ku bala hemî cîhanê bo aliyê xwe rakêşa û bû sedema piştgîriya civatgeha navnetewî û zaf welatan ji şoreşa xelkê Îranê, û gelek biryarên girîng û bibandor ji bona givaş xistina ser rejîmê û piştgîriya xelkê serhildayî hatin dan.
Kite xala çavnihêriya xelkê ser şeqaman û şoreşvan tenê mabû ji hêz û aliyên opozîsyona derveyî welat ku pilatform û hevbendiyekê di nava xwe de çêbikin bi 3 armancaan.
1 - Ev hevbendî û tifaq bikare bibe rêkxer û rêberê şoreşê.
2 - Ev hevbendî bikare bi nûneratiya dengê şoreşê piştevaniya navdewletî bo vê şoreşê û bi dijî rejîmê rabikêşe.
3 - Ev hevbendî û tifaq kar bike ji bona amade kirina bedîl û altirnatîva piştî sernixûniya rejîma dîktator.
Çavê xelkê serhildayî vê hindê bû ku ger opozîsyonê li pêxema hasilbûna wan armanc û hêvyên xelkê de pêngav havêtiba, bêguman xelkê şorişvan ên navxwe heya serkevtina yekcarî û sernixûniya dîktatoriyê nedisekinîn.
Li vê şoreşê de çi fîdakarî canliserdestî, nema ku xelk nekir, di rastiyê de wan rejîm anîbûn ser lêva kendalê sernixûniyê.
Niha pirsyar eva ye gelo kê bû sedemê sistbûna şoreşê û mana rejîma dîktator?
Herkes dizane ku opozîsyona seranserî tenê şerê gihîştina bi deshilatê dikin, parek ji wan ji rejîma hakim zêdetir nîgerane ku nebe rojekê li Îranê de azadî û wekhevî di navbera hemî cudahiyên netewî û olî û çandî de hebe, ev ji rejîmê tevahîxwaztirin û neyarê demokrasî û mafê netewan û sekolarîzmên e, û dilê wan bo yek ala û yek ziman û yek xak û yek ferhenga sepandî ya sed salan bi ser hemî netewên Îranê lêdide.
Lewma, bila herkes bizane sebebkarê sistiya şoreşê ne xelkê serhildayî bû, ne hêza tepeserker û xweragiriya rejîmê bû, ne netewên xeyrî fars bûn ku heya niha jî em dibînin her li Kurdistan û Belûçistanê li ser riyan in.
Sebebkarê dirêjkirina temenê rejîmê û paştexistina sernixûniya wê û sistiya şoreşê, tenê û tenê zorxwazî û nebûna bawerî bi azadî û demokrasiya dinav hêzên opozîsyona tevahîxwaz a seranserî bû, ku webala wan hemî xwîn û fîdakariyên xelkê serhildayî bistûyê wan e.