N: Nûredîn Sofîzade
Roja 14ê meha Gulanê hilbijartina ji bona nûnerên Parleman û herwisa Serok Komarê Tirkiyê bi rê ve diçe, gelek mêjveye ku ev yêka bûye mijara germ a nava medya yan û herwisa banghêj û metîng û pirûpagenda aliyên rikeber bona beşdarî di vê hilbijartinê de, da ku bikevne nava rikeberiyê de ji bona bi dest ve anîna dengê zêdetir û bidest ve girtina hêza pitir di nava dem û dezgehên birê ve beriya welatê Tirkiyê de.
Gorî hilsengandin û rapirsiyan egera hindê heye ku piştî derbasbûna pitir ji 20 salan, rikeberên Erdoxan bikarin şansê serkevtinê bi dest ve bînin û Tirkiyê ji sîstema bi rêveberiya kite kesî xelas bikin.
Recep Teyîb Erdoxan di gera 2 yem a deshilata xwe de, sîstema birêveberiya welat ji Serokwezîriyê ve guherî bi sîstema Serkomarî, ji bo vê armancê ku her bixwe hemî deshilatan bigre dest.
Niha ji bo piropagendaya hilbijartinê, rikeberên Erdoxan û partiya wî, basê vegerandina sîstema serokatiyê bo sîstema parlemanî dikin, bi taybetî Kemal Kilîçdar Oglu û partiya wî a bi navê CHP.
Ji bona serkevtina bi ser AKP ê de, gelek part û aliyên siyasî hevbendî çêkirine û hindî ji roja hilbijartinê nêzîk dibin, hind hêvîdar in ku ji serkevtinê nêzîk dibin.
Kemal Kilîçdar Oglu ku hevbendî di gel 5 hêz û aliyên din yên siyasî pêk aniye û navê vê hevbendiya xwe danane “Hevalbendiya Milet” gorî rapirsiyan di rikeberiya hember AKP ê û Erdoxan de li pêşe û şansê serkevtinê heye.
Kemal Kilîçdar Oglu ku rêberê Partiya Komarîxwaz a gel e û xwe rikeberê sereke yê Erdoxan û partiya wî dizane, ji milê bawera Olî de ji kêmaniya Elewî ye û ger ev bigehe deshilatê, guhartineke bê mînak li dîroka Turkiyê de tê kirin. Li ber vê yekê ku ola fermî li Tirkiyê de Îslama Sunne ye, gerç di yasaya bingehîna wî welatî de amaje bi Ola fermî nehatiye kirin. Ev partiyên ku di gel Kilîçdar Oglu hevalbendiya “Milet” çêkirine, ku her hemî partiyên bi hêz û xwedî pêgehin ewin: Îyî Partî bi serokariya Merel Akşener, Partiya Îslamgeraya “Seadet” bi serokatiya Temel Karemla Oglu, “Gelecek Partî”, bi serokatiya Ehmed Dawud Oglu, Partiya Demokrasî û pêşvero “DVA” bi serokatiya Elî Babacan, “Partiya Demokrat” bi serokatiya Gultekîn Awîsal. Hevalbendiya Milet pêk hatiye ji aliyên netewî, Çep, Îslamî, Lîbral, lewma şansê serkevtina vê gelek zêde ye.
Di vê navberê de gelo rewşa Kurdan û part û aliyên siyasî yên Kurd li Bakurê Kurdistanê çiye û bi çi mikanîzm û rêkarekê dixwazin biçin nava vê hilbijartinê?
Netewa Kurd li Bakûrê Kurdistanê û li welatê Tirkiyê de ger yek deng bin, bê guman dikarin ji hemî hêz û aliyeke din zêdetir serkevtinê bi dest ve bînin. Gorî texmîn û amarên ne fermî nifûsa Kurdan di wî welatî de pitir ji 25 Milyon kes e, lê mixabin heya niha bi çendîn sedeman Kurdan nekarîne yekdeng bin û bi awayê belav û netifaq mane.
Renge netifaqî û nebûna yek dengiyê tenê para Kurdên Bakûr nebe û mixabin li her çar perçên Kurdistanê gelê me ji dest nebûna tifaq û yekîtiyê dinalîne.
Yek ji Sedemên nebûna tifaqê di nava Kurdan de li Tirkiyê vedigere bo ser cehd û pîlanên deshilata wî welatî ku bi dirêjiya dîrokê înkara maf û hebûna Kurdan kiriye, pareke berçav ji Kurdan jî ku di bin siyaseta sîstema asmilasyona deshilatê de dixwînin û ji bona vê ku ji kar û pêşkevtin û beşdarî li deshilatê de pare nemînin, dikevne nava qopiya vê sîstemê û dibin parek ji deshilatê û mixabin bona berjewendiyên xwe, bi temamî pişta xwe didin gelê xwe, û înkara nasname û Kurdbûna xwe jî dikin.
Sedemeke din a nebûna tifaq û yekîtiya di navbera Kurdan di Tirkiyê de vedigere bo siyaseta partiyên mezin û deshilatdar di wî welatî de, gorî zaniyariyan tenê di nava AKP ê de ku Recep Teyîb Erdoxan serokê wê ye, û piraniya Parleman pêk hatiye ji kursiyên endam parlemanê yên partiya wî, pitir ji 70 endam parlemanên AKP ê Kurd in, an CHP ÎYÎ PARTÎ, SEADET, PARTIYA DAHATÎ, di heçî kîjan ji wan deshiladar û endamên Kurd hene ku mixabin herbxwe bûne parek ji înkara Kurd bûna xwe û tenê berjewendiya şexsî ya wan bo wan girîng e.
Sedemeke din ku mirov dikare bibêje derdê bê derman û ji hemiyan xeda tir, nebûna tifaq û yek dengiya Kurdan vedigere bo ser siyaset û kiryarên partiyên ku bi navê Kurdbûnê ve siyasetê dikin û bi temamî bûne sedemê netifaqî û yeknebûna Kurdan.
Partiya HDP ê ku partiya herî mezin û xwedî pêgehe li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de û her kes dizane ku girêdayî bi stratîjî û siyaseta PKK ê ye, heya hilbijartina sala 2014an karîbû deng û bala piraniya Kurdan bo aliyê xwe rabikêşe û pitir ji 80 kursiyên Parlemanê bidest ve bîne ku ev jî di dîrokê de bê mînak bû û weke serkevtineke mezin dihate hesibandin û HDP ê dikarî ji riya Parlemanê û hêza dengê xwe li deshilatê de bandor hebe û bi awayeke yasayî berevaniyê ji maf û nasname û hebûna Kurdan di wî welatî de bike, lê mixabin di kele kela coşa serkevtinê de, şerê Xendeqan kevte nava bajarên Kurdistanê.
Bi hegera şer ve hincetê kevte dest hikûmeta Tirkiyê ku vê serkevtinê bîne ser sifrê û betal bike ku mixabin zerermendê sereke Kurd bûn.
Bo hilbijartina vê carê HDPê hevalbendî di gel hin partiyên Çep û Sosyal û Demokrat ên Tirk pêk aniye, ku renge şertê van partiyên Tirk ji bo HDP ê ev be ku divê tenê bas ji demokratîze kirina Tirkiyê û çûna nava deshilatê bike, mixabin ya ku li hevalbendiya ÇEPA KESK de li heyama piropagenda hilbijartinê de xuya ye, çi bas ji Kurd û Kurdistan, mafê Kurd, ziman û nasnameya Kurd û çarenivîsa Kurd di wî welatî de çinîne.
Hinek Partiyên din ên Kurd hene ku siyaset û stratîjiya wan neteweye û armanca çareseriya mafê Kurd di Bakûrê Kurdistanê de ye. Mixabin li ber yek nebûna wan, herwisa hejmoniya berfireh a HDP ê û PKK ê, wan çend partiyên netewî nekarîne şert û mercên beşdarî li hilbijartinê de bi dest ve bînin û bandor hebin, hinek ji wan kevtine gel partiyên Çep ên Tirk, hinek li gel CHP ê hinek bê helwest û bê hêvî ne û çi stratîjiyek tunînin bo hilbijartinê. Bê guman ger ev 5 an 6 partiyên netewî yên Kurd wek PAK, HAK PAR, PSK, PDK, TEVGER, li ser hinek mijarên hevpar bo mînak çawaniya çun û beşdariya di hilbijartinan de yek bana, dê aliyê kêm bikarîbana dengê alîgirên xwe komê ser hev bikin û dê bikarîbana bandor hebin û bibana cihê hêvya Kurdan, hingê bû ku egera pêşwazî û pesenda piraniya Kurdan bana û dengê wan devra xwe kom kiribana.
Di dawiyê de pirsa herî girîn eve ku erê gelo serkevtina heçî kîjan ji partiyên weke CHP û AKP ê û yên din, bo gelê Kurd çi fêde heye? Kîjan partî bas ji qedera Kurdan dike? Kîjan partî ger bigehe deshilatê, dê pirsa mafê Kurd çareser bike an bawerî pê heye?
Gelo ger nîva endamên parlemana Tirkiyê jî Kurd bin, dê bikarin mafê Kurdan û wekheviya di navbera Kurd û Tirkan de di yasaya wî welatî de biçespînin?
Ez bawer im heya Kurd û partiyên xwe nebin yek û hevxebat, heya stiratîjiya wan tenê nebe pirsa qedera Kurd, heya kurd bi ser partî û aliyê Tirk ên nasyonalîzm de parve bibin, rewşa Kurdan dê her ev be û deshilat û dewlet dê Kurdan bona serkevtin û berjewendiya xwe bikar bînin.
Lewra, Kurd li Tirkiyê de pitir ji 25 milyon kese, ger bikare bi yek dengî hilbijartinê baykot bike, dê bandor û dengvedaneke mezin hebe û dema ku hilbijartinê de Kurd serkevtinê bidest naîne, aliyê kêm baykot baştirîn serkevtine.