Wezareta Derve a Amerîka ragehand ku mijûlê encamdana karek hevahenge bo birîna destpêregiheştina Komara Îslamî bi wê dahata ku bo destdirêjiyên deverê û terorîzmê bikar aniye.
Tamî Pîgot, berdevkê Wezareta Derve a Amerîka ragehand ku wan çendîn kes, alî û neftkêş dorpêç kirine ku bingeha abûriya neyasayî a nefta Îranê pêk tînin, eva jî rastewxwe şademara daraiyên Spaha pasdaran û damezravên serbazî dike amanc.
Di vê çarçoveyê de, 8 damezrave wekî darayî ên bilokekirî destnîşan kirine û 3 alî û kesayetî yên din jî bi sedema bazirganiya Pêtroşîmiyê hatine dorpêçkirin.
Hevdem Wezareta Xezenedariyê siza bi ser toreke cîhgir li Hong Kongê de sepandiye ku dehan Milyon bermîl nefta Îranê bi bihaya Milyadan Dolar veguhastiye.
Ew damezravane hêsankarî bo firotina nefta dorpêçkirî kirine û bi awayekî rastewxwe pereyê Spaha pasdaran û sitada giştî a hêzên çekdarên rêjîma Îranê dabîn kiriye heya bo nearamkirina Rojhelata Naverast bê bikar anînin.