Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lêborîna Navdewletî li ser zêdebûna bidarvekirina siyasî û tepeseriyan li Îranê de hoşdarî da

14:47 - 29 Gulan 2026

Rêkxistina Lêborîna Navdewletî ragehand ku, Komara Îslamiya Îranê bi mifahwergirtina ji rewşa şer, pêleke tund a tepeseriya dijî neyaran dest pê kiriye ku destbiserkirina bi kom, dadgehîkirina bilez û nedadperwerane, bidarvekirina siyasî û destbiserdegirtina mal û milkê welatiyan jê keftiye.

Êlîka Gûara Rûsas, yek ji birêveberên pilebilinde Lêborîna Navdewletî ragehand ku desthilatdarên Îranê rewşa kirîzîa şer bikar tînin bo paşvekêşîpêkirina zêdetir a mafê xelkê, ew xelkê ku berê jî bi dest lêkeftên êrîşên esmanî ên Amerîka û Îsraîlê û çendîn dehik tawankarî ên Komara Îslamî ve dinaland in.

Li gorî raporta vê rêkxistinê, li dema destpêkirina êrîşên Amerîka û Îsraîlê bo ser Îranê li 9ê Reşemeya sala derbasbûyî, pitir ji 6 hizar xwenîşander, rojnamenivîs, parêzer, çalakvanên mafê mirovî û endamên neteweyên jêrdet û kêmîneyên olî hatine girtin.

Dezgeha Dadweriya Îranê fermana birêvebirina dadgehîkirina bilez û sizaya bidarvekirinê bo beşek ji wan Kesan biriye, di demekê de nîgeraniya tund li ser îşkencedan û wergirtina Îtirafa bi zorê di wan dadgehên demkurt de heye, li gorî vê raportê di vî heyamî de aliyê kêm 39 girtiyên siyasî hatine bidarvekirin.

Beşeke din a raportê behsa qutbûna hêla Înternêtê dike ku rejîma Îranê 90 Milyon kes ji cîhanê veqetandin.

Rûsas tekezî kiriye ku nabe civatgeha navdewletî rê bide rêjîma Îranê ku rewşa şer wekî perdeyekî bo veşartina cinayetên xwe bikar bîne û daxwaz kir ku dosiya Îranê bo dadgeha Tawanên navdewletî bê veguhastin.