Li gorî raporta Hall Weş, û piştrastkirina navendên fermî yên Komara Îslamî, Êvara roja Pêncşemî 7ê Cozerdana 1405an, li çarrêyana Besîc û şeqama Hafiz a bajarê Îranşehrê, çekdarên nenaskirî teqe li endamekî hêzên Întizamî kirin û ew kuştine.
Navenda ragehandina Fermandehiya Întizamî a rejîmê li Sîstan û Belûçistanê li daxûyaniyekê de nasnameya wî çekdarî bi pileya Ostowar Duwim Îsa Ebasî, ragehandiye.
Ew çekdarê rejîmê li dema çûn bo cihê karê xwe, dema siwarê matorsiklêtê bûye, bûye amanca çekdarên nenaskirî.
Heya niha tu alî yan rêkxiravekî berpirsayetiya wê êrîşê nekişandiye sitûyê xwe.