Abûrînas û mamosteyên zanîngehan di Îranê de hoşdariyê didin ku piştî şerê wê dawiyê û tundtirbûna dorpêçên deyayî ên Amerîka, abûriya Îranê ber bi hilweşînek bê mînak ve diçe.
Karnas pêşbînî dikin ku geşeya abûrî a Îranê bo kêmiya %10 bo jêr sifrê dakeve û tenê di îsal de nêzî çar milyon û nîv kesên din, dê bikevne jêr hêla hejariyê, bi vê jî hejmara giştî a hejaran di welat de ji 40 Milyon Kesan derbas dibe.
Li gorî raportên abûrî, dorpêçên deryayî hinardeya nefta Îranê bo nêzî sifir kêm kiriye û bazara kar jî bi temamî ji kar keftiye, bi awayekî ku hetta piraniya xwedîkar jî nikarin bijêva jiyana rojaneya xwe dabîn bikin.
Ew rewşa xirap tirsek giran di nav dezgehên ewlehî yên Komara Îslamî de çê kiriye, bi awayekî ku Wezareta Îtlaatê bi fermî hoşdarî daye ku giraniya bê mînak û kêmiya hewcehiyan, rê bo serîhildana nerizatiyên girseyî xweş dike.