Mihemed Baqir Qalîbaf, serokê meclîsa rejîmê, di peyamekê de ji bo Xulamhusêyn Muhsinî Ejeyî, serokê dezgeha dadwerî nivîsî: Dezgeha dadwerî di bin bombebaran û gefên dijminan de dest ji parastina mafên xelkê û rûbirûbûna bikujên navxweyî û xayînên neteweyê berneda û pir baş kar kir.
Ev destxweşî û pesna karûbarê dezgeha dadwerî di demekê de tê kirin ku di nava wan rojên derbasbûyî yên şerê Îranê ligel Amerîka û Îsraîlê de, herî kêm 39 girtiyên siyasî hatine sêdaredan.
Xulamhuseyn Muhsinî Ejeyî, serokê dezgeha dadwerî, di nava rojên borî de gelek caran tekezî li ser rûbirûbûna tund ligel wan kesan kiriye ku bi gorî gotina wî, hevkariyê ligel dijminên rêjîmê dikin.
Çalakvanên mafên mirovan li ser wê baweriyê ne ku lezkirina di cîbicîkirina biryarên sêdaredanê de û tundkirina derxistina cezayên êidamê di rojên piştî şer de, bi armanca tirsandin û xofxistina nav civakê hatine kirin û corek e ji alava tepeserkirinê ji bo rêgirtin ji destpêkirina nerazîbûnan li Îranê.