Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja cîhanî ya jîngehê û îşaretek li rewşa jîngehê li Îranê

11:03 - 1 Hezîran 2023

N: Bêhzad Qadirî

 W: Hesen Mukerem

Sirûşt mîrateke binrixe ku piştî derbasbûna çendîn milyon salan gihîştiye me. Renge bi dehan û sedan caran me bihîstibe ku parastina jîngehê, erkê me hemûyan e, e û renge me hewl dabe û zirarê negihîjinin bi jîngehê. An di aliyê parastinê de hinek kar û çalakî me encam dabin. Lê, bo parastina jîngehê, dibe zêdetir di gel vê yekê de nasyar bin. Cudahî nine ku canliber li ku derê dijîn, li gundan, bajaran an di kûrahiya avan de, her tiştek ku jiyan di nav de aloz bibe jîngeh e.

Di niha de, jîngeh bûye bi yek ji girîngtirîn rokên welatên cîhanê.

Mifahwergirtina zêde ya daristanan, kêmbûna çavkaniyên avê, tunebûna ajelan bi sedema têkçûna jîngehê û herwiha nêçîrvaniya nêçîrê û pîsbûna hewa û deryayê ji pirsgirêkên sereke yên jîngehparêzî li cîhanê ne û çalakvanên vî warî hewla kontrolkirin û çaksazîkirina wan didin.

5ê Tîrmehê, Roja Cîhanî ya Jîngehê ye

Yekem car di sala 1972an de Neteweyên Yekbûyî biryar stand ku rojekê wek Roja Jîngehê ya Cîhanê destnîşan bike da ku armanca hişyariya li ser parastina jîngehê bilind bike. Di wê salê de Neteweyên Yekbûyî li Stockholma Swêdê konferansek bi ser navê “Mirov û Jîngeh lidar xist. Di dawiya konferansê de û pejrandina biryarekê di nav welatên beşdar de, UNEP, Bernameya Jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî hat avakirin û 5ê Tîrmehê wek Roja Jîngehê ya Cîhanê hat dest nîşan kirin.

Ji vê demê ve, UNEP her sal bernameyên taybet ên wekî meş, ajotina bayskilê, nîgarkêşî, çandina daran û nivîsandina gotaran li dar dixe da ku balê bikşîne ser jîngehê û karbidestan teşwîq bike ku ji bo parastina jîngehê li çar aliyê cîhanê zêdetir hewl bidin.

Silogana Roja Jîngehê ya Cîhanê her sal cuda ye û bernameyên UNEPê jî silogana heman salê dişopînin. Mînak silogana sala 2017’an “Ez bi xwezayê re me”, silogana sala 2018’an “Rakirina qirêjiya plastîkan”, “Şikestdana qirêjiyahewayê” silogana sala 2019’an, “cudahiyên jîngehê” banghêjiya hewldan bona rûbirûbûna di gel jinavçûna canliberan û sirûştê” silogana sala 2020an, “afirandin û nûjenkirin” silogana sala 2021’an bû. û "Tenê Yek Erd" silogana 2022an bû.

Yek din ji wan bûyerên balkêş di roja cîhanî ya jîngehê de, mêhvandariya konferasên salane ye ku her sal di yek ji 100 welatên ku di çalakiyên pêwendîdar bi jîngehê de amade dibin û birê ve diç e.

Di 15ê Cozerdana îsla de ku berambere di gel 5`ê Tîrmehê, konferansa cîhanî ya jîngehê bi mêhvandariya welatê “Sahilê Ac” û bi piştevaniya welatê Holandayê birê ve diçe, ku silogana vê jî wiha ye: “Rêçareyên bo pîsiya pilastîkê”.

Xelk jî di roja cîhanî ya jîngehê de xwedî roleke bibandor in, ji ber ku ev roj bi taybetî ji bo kişandina beşdariya xelkê di warê parastin, geşepêdan, bextewarî û baştirkirina kalîteya jîngeha derdora xwe de ye. Ji ber vê yekê her kes li hember jîngehê berpirsiyar e û erkê wê ye ku ji bo parastina jîngehê hewlên erênî bide.

Rewşa Jîngehê li Îranê

Bê guman Îran rûbirûyê kirîza jîngehê ye û sedema sereke ya vê yekê jî siyaseta dijî jîngehparêzî ya Komara Îslamî ya Îranê ye. Yek ji sedemên wêrankirina jîngehê di asta mezin de, yasayên bê garantî yên cîbicîkirinê li Îranê ye.

Krîza jîngehê wiha tê pênasekirin: Xirabûna rewşê û wêrankirina berfireh a jîngehê bi awayên komî, nexwestî û qerebûnekirine ku dibe sedema kêmbûnek berbiçav di ewlehî û xweşiyê de. Ji aliyekî din ve, destverdan û wêrankirina ekosîstemên Îranê wek “hilweşandina daristan, mêrg, hewz, rûbar û deverên parastî” bi awayekî berfireh û bi lez tê cîbicîkirin.

Li gorî Indeksa Bersiva Jîngehê ku her du salan carekê li civîna aborî ya cîhanî ya Davosê ya Swîsrayê ji aliyê zanîngehên Yle û Kolombiyayê ve tê weşandin, rewşa jîngehê ya Îranê ber bi kirîzeke mezin ve pêngava dihavêje.

Li gorî Navenda Lêkolînên Meclîsa rejîma Îranê, pêdagiriya li ser xwerêveberiyê di berhemanîna genim de ku bûye sedema kêmbûna avên binerd û daketina panahiyan û herwisa çêkirina bendavan, ji sedemên kêmbûna vê pêgehê bûne.

Li gorî lêkolîneke sala 2002’an, zirara aborî ya ji ber wêrankirina jîngehê li Îranê derketiye 430,8 milyon Dolar e. Ziyana jîngehê ya Îranê li cîhanê 540,1 milyon Dolar e. Niha, piştî 20 salan, di vî warî de lêkolînek nû nehatiye encam dan.

Li gorî gotina Navenda Netewî ya Peymana Pirrengiya Biyolojîkî, hilweşandina jîngeha Îranê encama 25 salên borî ye. Li Îranê di heyama 16 salên borî de Milyonek û 645 Hezar hiktar ji daristanên nîvgiran hatine jinavbirin. Parek mezin ji daristanên berfireh ên Îranê jî di bin metirsiya jinavbirinê de ne.

Hêjayî gotinê ye ku bi dehan kirîzên mezin û biçûk yên jîngehparêzî li Îranê rû dane ku çend mînakên wan ev in: “Zayendrûd a bê av, mirina gola Urmiyê, kêmbûna bêmînak a ava rûbara Karûnê, zuhabûna gola Hurul-Azimê.

Lê niha wezîfeya me çi ye?

Em wek gel, çalakvanên medenî û jîngehparêz, divê tu carî gefên li ser jîngeha xwe xemsar nebin. Wêrankirina jîngeha me tê wateya wêrankirina welatê me. Dibe ku hin ji van xalan normal xuya bikin, lê gavên mezin bi gavên biçûk dest pê dikin.

1- Niha ku demsala Havînê ye û hêdî hêdî şewata daristanan ji aliyê rejîma Îranê û hevalbendên wê ve destpê dike, em herim bi hawara xwezaya welatê xwe.

  2- Tevlîbûna me ya di nav rêxistinên jîngehparan zêde bikin an alîkarî bidin bi wan. 

3- Bikaranîna tas û kevçîyên plastîk kêm bikin.

4- Dema ku li sûkê dikirin, naylonê bi kar neynin û tûrekeke qomaş di gel me be.

   5- Zarokên xwe bi xweza û ajelan re reftarên rast hîn bikin.  

6- Wan zibildanên ku dikirin, berhemanîn bo bê kirin, li zilbilên din cuda bikin.

7- Di dema meşiyana di nav xwezayê de zibilan li dû xwe nehêlin û tiştekî ku zirarê dide jîngehê nekin.

8- Ji bo berjewendiya xwe daran nebirin û li hember de di dema xwe de daran biçînin.

9-  Divê em hertim li hember siyasetên dijî jîngehparêzî yên Komara Îslamî bibin xwedî helwest û bêdeng nemînin.

Dawî

Bi giştî Komara Îslamî ya Îranê, tevahiya Îran û Kurdistanê bi kirîzeke mezin û trajîk re rûbirû kiriye û yekane rêya derbasbûn ji van kirîzan û kirîzên din, rizgarbûna ji rejîma Îslamî ya Îranê ye ku hertim siyasetek dijî jîngehparêziyê dimeşîne.