N: Hesen Mukerem
Di welatên ku pergala demokrasiyê hakim e an hikûmet li ser esasên demokrasiyê birêve diçe, rexnekirin û pirsgirkên welatiyan tên berçavgiritin.
Di welatên ku li ser bingeha demokrasiyê birêve diçin, dewlet an desthilatdar bona çareseriyê, dikeve hewl danan, lê di welatên ku dîktatorî serdest e û desthilatdar an birêveberên hikûmetê ku dîktator in, ti guhdariyek ji rexne, pirsgirêk û astengiyên ku pêsîra welatiyan digrin nagirin û bersiva daxwazkariyên rexnegirên welat nadin.
Tişta ku di welatên demokrasî serdest e an bi zelalî behs bikim, di welatên Ewrupî de pirsgirêkên welatiyan an yên dewletan di kûrahiya binyatê de çareser dikin lê, di welatên Herêma Rojhilata Navîn de, an welatên ku dîktatorî serdest e, pirsgirêk û astengiyên li ser rêya jiyana welatiyan bo desthilatdaran ne girîng e û ti hewldanekê bona çareseriyê nadin. Welatên Ewrupî aliyê kêm 200 salan pêş li welatên Rojhilata Navîn de dijîn yanî ewqas pêşkevtî ne, her welatiyek xwediyê hemû mafê mirovî û hikûmî yê xwe ye. Yanî wiha birêveberiyek nîşan dide ku dewlet pirsgirêk û astengiyên welatiyan bi hişmendî û di kûrahiya reha wê de çareser dike.
Lê, di Herêma Rojhilata Navîn de, ti welatiyek xwediyê mafê xwe yê mirovî û însanî nine, hikûmetên Rojhilata Navîn wisa nîşan didin ku di welat de ti pirsgirêk tuneye, di medyayan de welat bi bedeviya bihuştê temisîl dikin, yanî wisa nîşan didin ku welatî bixweşî û bê ti kêmasiyekê jiyana xwe derbas dikin.
Mixabin, wisa nine, di heqîqetê de, tenê desthilatdar digel malbatên xwe, jiyaneka bê pirsgirêk hene û ji hemû tiştî de pişkdar in, yanî welat cihenemek mezin e û welatiyên hejar û bê par ji hemû mafê mirovî yên xwe di vê cihenemê de dişewtin û ti kes nine ku bi hawara wan de were, an qîrînênên wan guhdar be.
Bo mînak, di Îranê de, desthilatdar û zarokên wan baştirîn jiyan hene, zarokên wan di baştirîn zanîngehan de xwandina xwe diqetînin, xwarinên giran û bi lezet dixwen seferên dervey welat dikin, lê berovajî welatiyên hejar ji mafê xwandin û jixwekirina kincên bedev û heta seferên hundrî welat jî bi sebeba nebûniyê bê par in.
Desthilatdarên Îranê bi hemû awayî welatiyên ku wan ji ber nebûnî û felaketa ku welat li hundir de asê bûye, rexne dikin an behsa kêrnehatîbûna rewşa jiyana xwe dikin, wan digrin, an heps dikin an bi îşkencekirin û lêdanê wan dikujin.
Di demekê de ku, zarokên berpirsên Îranê di welatên Ewrupa û Amerîka û Kanadayê de di baştirîn rewşa jiyanê de ne û ji hemû îmkanantên jiyanê sûdmendin.
Di sala 2022`an de Serokê Emeliyata Hêza Bejahî ya Spaha Pasdaran a Îranê eşkere kir ku nêzî 4 Hezar zarokên berpirsên Komara Îslamî di welatên Amerîka, Ewrupa û Kanadayê de jiyan dikin.
Ev yeka nîşan dide ku rewşa jiyana welatiyan an bi taybet rewşa jiyana welatiyên ku di bajarên sînorî de yanî bajarên Kurdistan û Sîstan û Belûçistan ku di xirabtirîn rewşê de ye, bo berpirsên hikûmetê negirîng e û dema ku ew li hember wê rewşa xirab a jiyana xwe de hikûmetê rexne dikin an pirsgirêkên jiyana xwe tînin ziman, hikûmeta dîktator bi tundtirîn şêweyî digel wan reftar dike. Heta dibînin di bajarên Kurdistanê de, ciwanên Kurd bona dabînkirina debara jiyana xwe neçar dibin bi kîlometran mesafetên dûr û dijwar di sînoran de bimeşin û sînoran derbas bikin. Da ku bikarin li welatên cîran yanî Tirkiye û Îraqê kelûpelan bi kolberiyê ku karê herî giran û dûr ji kirameta mirov e bo hundirî welat bînin, lê her roj di nuqteyên cuda yên sînorî de hêzên leşkerî yên Îranê bi destûra dîktatorên navendî, wan kolberan didin ber guleyan, heta niha bi hezaran kolber di vê rê de hatin kuştin an birîndar kirin.
An li Sîstan û Belûçistanê welatî ji hemû mafê jiyanê bê par in, heta bo ava vexwarinê jî rastî astengiyên bê sînor dibin, lê berpirsên hikûmetê dicihê evê ku rêkarên bingehîn bona çareserkirina pirsgirêkên ku pêsîra xelkê wan herêman girtine, bigrin berahîka xwe û di kokê de çareser bikin, bi hêza leşkerî êrîşî ser wan dikin an her guhdarî rexne û daxwazkariyên wan nagirin.
Yanî di welatên dîktator an di piraniya welatên Rojhilata Navîn de rexnekirin û behskirina pirsgirêkên jiyan û civakê bi hemû awayî qedexe ye û ger mirov cesaret bike behs bike jî dibe, can jidestdana xwe bîne ber çavên xwe.
Di welatên ku dîktatorî zal e, her tiştî wateya xwe winda kiriye, her roj çawa ku hinek bimirin, stêr xeydîne û ewr li qeraxê ne û birînên jiyana dijwar û bê îdaletiyê, xwe di dilê mirovên bin destê zaliman de dipêçin.
Di dawiyê de, gotinek pêşiyan heye ku dibêje, zikê têr hay ji zikê birçî tuneye.