Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peşqelê agirê şoreşê doxumxume

11:44 - 8 Hezîran 2023

N: Jêhat

Rejîma dictator a Wilayeta Feqîh dixwaze wisa bide kivşê ku kariye şoreşê mat bike û kontirola her tiştî di dest wî de ye, û kariye heçî dengekî dijberî xwe bifetisîne.

Bi berewajiyê îdiaya dîktatoriya îslamî dengê şoreşê li heçî demê bilindtire, mijara cehd kirin bo sernixuniya rejîmê ji heçî demê xurttire, yekdengiya seranserî di nava xelkê seranserê Îranê û bitaybetî neteweyên bê maf de gelek ji berê qahîmtir e.

Dengê bi gur yê Kurdistanê, Belûçistan, El Ehwaz, Azerbaycan, Turkimen sehra, Loristan, Mazenderan û Gîlanê, rojane text û bextê dîktatoriyê dixîne lerzê û ev xewn û xeyala deshilatdarên rejîmê ku goya şoreş dawî pêhatiye, bi banga azadiyê û berxwedana xwe pûç kirine, xwîna ev hemî şehîdên şoreşa dijî dîktatoriyê îro di ceste û li hizra xelkê azadîxwaz de dikelije, bêguma rojeke negelek dûr dê biteqe û biherike careke din ji nû ve peşqelê agirê şoreşê dê bilind be û vê carê bi yekcarî text û bextê dîktatoriya hakim biherfîne.

Kîjan roj heye ku dengê xortên şoreşvan ên Rojhilatê Kurdistanê û peyman nû kirina wan di gel xwîna şehîdan gurîzankan neberde cestê dîktatoriyê? Kîjan roj heye ku gelê bindest û şoreşvan ê Belûç hêza berxwedaniya xwe nîşanî rejîma dîktator nede? Kîjan roj heye ku dengê nerizayetiya qat û texên cuda yên civakê li seranserê Îranê guhê dîktatoriyê ker neke?

Ku wisaye şoreş bi hemî awayên xwe berdewam e û tenê cirîqeyek vê carê dikare bibe sedemê serhildana burkaneke mezin bo şevitandina textê dîktatoriyê.

Ne çolbûna şeqaman, ne piropagenda medyay ya rejîmê, ne gef û gurên rejîmê, ne alozî çêkirina di gel welatên cîranan, ne girtin û ne îdama xortên welat, tu yek nikare çareya derdê rejîma dîktator bike, bi berewajî, heçî yek ji wan kiryarên rejîmê zêdetir dikare guloka rîsê rejîmê wereşîne û hinde din zêdetir û bileztir ber bi sernixûniyê ve palde.

Rejîm bi wan hemî pirsgirêkên ku hene û pareke berçav her bixwe bo xwe diafirîne, rewş gihandiye astekê ku ser teqînê ye, dunya hemî jê bêzar bûye, nêzî hemî xelkê Îranê wê rejîmê naxwazin û cehda sernixûniya wê didin, welatên cîran rejîma Îranê bi sebebkarê sereke yê tevdanî û aloziyên nava welatên xwe dizanin, lewra dîktatoriya Axûndî mehkum bi ji nav çunê ye.

Renge heya qaseke zaf dilê Xamineyî yê dîktator û rejîma wî bi wê hindê xweş be ku şoreş bê rêbere û bê lîdere û hêzên dijberî rejîmê nikarin hevbendiyekê ji bona altirnatîvê çê bikin heta ku xelkê şoreşvan ên navxweyî welat pişta xwe pê girêdin û pê dilgerim bin ku berdewam bin li ser domandina şoreşê, lê bi berewajî xelkê welat xwediyê hişmendiyekî bilind a berhevdana siyasîn e û her bixwe lîder û altirnatîva herî bihêz in, cuda ji vê yekê jî hevbendiya netewên bindest û bê maf ên Îranê wekî Kurd, Belûç, Ereb, Azerî, Turkimen û yên din in, mezintirîn û bihêztirîn hevbendiya dijî dîktatoriyê ye û bi berewajiyê cehda hin kesên din ku cehd dikirin bedîlê dîktatorê niha dîsan dîktatoriyekî din çêbikin û menşûr çêkirin û dîtin xelk li navxweyê welat de bi dijî heçî dîktatoriyekê dirûşman didin, lewma kes devrê nema û bû bilqa ser avê, lê hevbendiya netewan dikare nêzî hemî xelkê welat devra xwe kom bike û ya ku rejîm jê tirsiyaye jî her ev yeka ye.

Divê em baş bizanin ku rejîma dîktator çima ewqas ji netewên Îranê ditirse, çima Kurdistan û Belûçistan milîtarîze kiriye, çima gefa êrîşa bo ser part û aliyên siyasî û pêşeng ên tevgera rizgarîxwazî ya Kurd dike, rejîm baş dizane ku kê li meydanê de ye, dizane kê xwedî bandor e, dizane kê qisa yekem dike, hebûna xebat û berdewamiya wan netewan bo xwe û man û deshilata xwe bi gef dizane, bê guman her ew netewan in û xebata wan û rijd bûna wan bi dijî dîktatoriyê ye ku dê bikare peşqelê agirê şoreşê geş rabigre heya vê rojê ku dîktatoriya Îslamî bi yêkcarî biherife û ji nav biçe. Ev roj negelek dûre.