Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Tiramp dîsan gefa êrîşa serbazî li paşmaweyîn rêjîmê xwar

10:11 - 15 Hezîran 2026

Donald Tiramp Serkomarê Amerîka li hevpeyvîna digel nûçegihaniya “The New York Times”ê de ragihand ku hekî paşmaweyên rêjîma Îranê nekarin lihevkirina dawî ya navkî digel Amerîkayê bikin, Amerîka dê êrîşên xwe yên serbazî bo ser rêjîmê daubare dest pê bike an Amerîka li hember vergirtina %20 a dahata deverê, dê parêzvanî li Rojhilata Navîn bike.

Donald Tiramp ragihand ku li egera lihevkirinê de dê li dawiyê, tengava Hormozê bo hertim û bê ti bacdanek dê vekirî bimîne. Navbirî ev yeka jî got ku berwajiya dijayetiya Binyamîn Netanyaho digel lehvkirinê, Îsraîl ji jinavçona navkî rizgar kiriye.