Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê ragihand ku pêbendê lihevkirina Amerîka û Îranê nabe

11:27 - 15 Hezîran 2026

“Itamar Ben Gvir” Wezîrê Ewlehiya Netewî ya Îsraîlê bi belavkirina peyamekê li tora civakî a “Telegram”ê de ragihand ku Îsraîl pêbendê lihevkirina Amerîka û paşmaweyên rêjîma Îranê nîne û daxwaza tundtirkirina operasiyonên Artêşa Îsraîl li Lubnanê de kir.

Navbirî tevî rexnegirtin ji lihevkirina Amerîka digel paşmaweyên rêjîma Îranê gotiye: “Ev lihevkirin nabe sedema ti pêbendiyeke Îsraîlê û em aliyek ji vê lihevkirinê nînin û nabe em ji jinavbirina tevav a Hizbullahê dest hilgirin û nabe hêzên me li Lubnanê de ji deverên paqijkirî, heta bihostekê paşekêşiyê bikin”.

Li halekê de teslîmbûna paşmaweyên rêjîmê bi Amerîkayê li rewşa navxwyê bask û taqîmên desthilatar li Îranê de aloz kiriye û dijheviyên gelek tund qewimandine, lê Îsraîl hêj amade nîne vê lihevkirinê erê bike û hêj xuya nîne ku paşmaweyên rêjîmê dê heta çi astekê ji bernameya navkî, mûşekî û milîsan paşekêşiyê bike.