Tevî ragehandina giheştin bi rêkeftina di navbera Amerîka û Rejîma Îranê, Senator Lîndizî Giraham, nîgeraniya xwe hember bi nerîn û lêkdanên wê rejîmê li ser rêkeftinê de, da xûya.
Lîndizî Giraham, Senatorê pilebilind ê Komarîxiwazê Amerîka ragehand ku hekî çi li bidesthatina jevtêgehiştina di navbera Waşingtin û Tehranê dilxweş e, lê hevdem heya qasekê ji vê hindê nigeran e ku nerîn û berhevdanên Îranê bo vê rêkeftinê, ligel eva ku tîma danûstiandkar a Amerîka dibêje, cûda û dijhev xûya dibe.
Giraham li peyamekê de li tora civakiya (X) de îşare bi vê kir ku li nêzîk ve çavedêriya qonaxên pêşeroja wan danûstandinan dike û çavnihêrê lêkolîn û pêdeçûna berhema dawî a wê rêkeftinê ye li kongireya Amerîka de
Ew Senatorê naskirî li dawiya peyama xwe de nivîsiye, dem hemû tiştekê rohin dike.