Berpirsên rejîma Îran û Amerîka ragehand in ku, herdûk welat li ser çarçêweyek despêkî bo ragirtina şer û vekirina Tengava Hormozê gihane rêkeftinê, rêkeftnek ku li gorî gotina aliyan dibe sedema xweşkirina meydanê bo danûstandinên berfirehtir li ser wan arîşeyên ku mane, ji wan bernameya Etomiya Îranê.
Donald Tiramp, ragîhand ku rêkeftin ligel Komara Îslamiya Îranê niha xelas bûye.
Herwisa ragehand ku Tengava Hormozê piştî wajokirina fermî a rêkeftinê dê vebe û dorpêça deryayî a Amerîka bo ser benderên Îranê wê dawî pê bê.
Şehbaz Şerîf, Serokwezîrên Pakistanê ku welatî wî rola navbendçîtî li danûstandinan de hebûye, wî jî giheştin bi rêkeftinê ragehand û got herdû alî li ser, dawîanîna destbicî û hertimî bi operasyonên serbazî li hemû qadên şer de, ji wan Lubnan rêkeftin.
Li ser bingeha wê çarçêweyê, agirbestek 60 roje wê bê ragehandin bo evê ku di vî heyamî de danûstandin derbarê mijarên çaresernekirî, ji wan wêdebirina givaşan, bernameya etomî û mîkanizma çavedêrîkirina cîbicîkirina rêkeftinê berdewam be.
Kazim Xerîb Abad, Cihgirê Wezîrê Derve ê rêjîma Îranê ragehand ku gotûbêja li ser mijaran piştî wajokirina rêkeftinê dest pê dikin û deqa tewaw a rêkeftinê jî piştî rêûresma fermî wê bê belavkirin.