Roja Yekşemî, malnişînên dabînkirina civakî (Têmînê Civakî) li bajarên Kirmaşan û Şûş, kombûnek nerazîbûnê li dar xistin û nerazîbûna xwe li hember giranî, enflasyona aborî anku teweromê, pirsgirêkên jiyanê û bilindbûna têçûya dermanan û çareseriyên pizîşkî dane nîşandan.
Xwepêşanderan bi dana dirûşman li dijî kiryar û siyaseta rejîma Îranê, daxwaza zêdekirina hiqûqê xwe li gorî têçûyên rastîn ên jiyanê û bihîstina daxwaz û dengê malnişînan kirin.
Di vê civînê de gelek dirûşm weke: “malnişîn rabe, dema rûniştinê nema ye”, “Giranî, enflasyon, dizî ji berika xelkê “Nan giran e, derman giran e, dewlet bûye dijminê can”.
Herwisa, malnişînên Kirmaşanê bi gotina çend dirûşman, daxwaz kirin ku berpirs zêdetir bala xwe bidin ser pirsgirêkên aborî yên xelk û civakê.
Ev kombûn di demekê de tê lidarxistin ku xanenişîn dibêjin zêdekirina vê dawiyê ya hiqûqan û pêkanîna plana wekhevkirina hiqûq, bi rêjeya rastîn a teweromê û mesrefên jiyanê yek nagirin û nikarin kêmbûna hêza kirîna wan qerebû bike.
Divê bê gotin ku nerazîbûna malnişînan di salên borî de bûye yek ji kombûnên berdewam li bajarên cuda yên Îranê; ev xwepêşandanane zêdetir bi sedema giranî, kêmîya hiqûq û dahata malnişînan û bilindbûna têçuya dermanî û çareseriyên pizîşkî hatine lidarxistin.