JD Vance, cîgirê serkomarê Amerîka, got ku ew cehdê dike di merasîma fermî ya wajokirina lihevkirinê ya di navbera Amerîka û Komara Îslamî de amade bibe, lê ihtimal heye ku Donald Tiramp bi xwe jî beşdarî vê merasîmê bibe.
Vance di hevpeyvîneke kurt de bi tora Fox News re got: "Ez difikirim ku em hîn jî li ser hûrgulî û derbarê kesên ku dê di merasîma wajokirinê de amade bin, dixebitin. Bêguman ez hez dikim û armanca min e ku li wir bim, lê ev ihtimal heye ku serkomar bixwe jî di merasîmê de amade bibe."
Tora veşartî a zaniyarîvergirtinê ya Amerîka gorî adet ji ber hegerên ewlehiyê, bi taybetî di geştên derve de, pêşniyar nake, û amadebûna hevdem a serkomar û cîgirê wî li cihekê tu carî pêşwext nayête ragîhandin.
Ev daxuyaniya çend demjimêran piştî wê yekê aşkera bû ku Şehbaz Şerîf, serokwezîrê Pakistanê, ragihand ku merasîma fermî ya wajokirina lihevkirina di navbera Amerîka û rêjîma Îranê de, dê roja înê li Jinêv a Swîsê birêve biçe.
Biryar e ku Donald Tiramp beriya wê ji bo beşdarbûna di civîna salane ya girûa G7 de serdana Firansê bike.