Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan, lekeyek li hundirî çavê rejîma Xumeynî de

11:37 - 19 Tebax 2023

N: Elî Budaxî

W: Hesen Mukerem

44 salan berî niha, di 28’ê Gelawêja sala 1358’ana Rojî de, di demekê de ku hîn 6 şeş meh li ser rûxandina rejîma padîşayetî û azadiya gelên Îranê derbas ne bûbû, Xumeynî rêberê olî û siyasî yê rejîma nû hilbijartî li Îranê fitwayek li dijî gelê Kurd û tevgera siyasiya Kurd derxist.

Vê fitwayê û kafir îlankirina kurdan li gor biryara meclîsa herî bilind a olî ya desthilatdariyê, bû sedema êrîşa artêşa nû ya Şoreşê û Spaha Pasdaran bo ser Kurdistanê û şerekî bi xwîn li ser neteweya kurd bi metodên cuda bi armanc û pîlanên cuda ku heya niha jî berdewamî heye sepand.

Bi gotineke din, 44 salan piştî fitwaya Xumeynî ya 28 Gelawêjê li dijî Kurdan, Kurdistan her wek vê serdemê lekeyeke li hundrî çavên Komara Îslamî de û 44 salan berxwedan û berevaniya Kurd li hember deshilata reş a dîktator a rejîmê berdewam e.

Herçend dîroka dijminatiya rejîma navendgera li hember Kurdan û pirsa rewa ya van di Îranê de û herwisa dîroka berxwedan û mafxwaziya neteweya Kurd di vê çarçêveya cografiyaya siyasî de, vedigere bi dehan salan beriya wê bûyerê jî, lê ev rêkevt û fitweya Xumenyî, bû bi guherînek li dîroka dijayetî û dijmantiya Komara Îslamiya Îran li hember Kurdan û daxwazên wan yên rewa de. Lê çima?

Mijar ev bû ku Kurdistan piştî şoreşa sala 1357an, xwediyê paşxana zêdetir ji pênc dehkan a têkoşîna sîstematîk bo bidestxistina maf û azadiyên xwe, ezmûna rêveberiya xweseriya demokratîk li Komara Kurdistanê û têkoşîn û amadekariyên berdewam ji bo birêvebirina welat bû.

Di mehên piştî serkeftina şoreşê de jî, avakirina nûnerên gund û bajaran ji bo birêvebirina karûbarên rojane yên gel, xebatên azad û bê asteng ên partiyan li kêleka hev, azadiya çapemenî û weşanan, azadiya çîn û kom û rêxistinên sivîl û vekirina siyaseta bê mînak, mizgîniya nû li azad jiyan û yekîtiya demokratîk ji bo parçeyên din ên Îranê de, mijara bingehîn di vê hevkêşeyê de cudahî û lihevkirinên du dîtingehên cîhanê bû:

Li Kurdistanê gel di rêvebirina civaka xwe de mafê xwe yê neteweyî û xweseriya xwe dixwest, mafek ku bi dehan salan ji bo wê têkoşîn dikirin û xwîn rijandibû.

Lê, serkirdeyên Komara Îslamî di bin dirûşma yekrêziya Îslamî de navendbûn û sepandina desthilata siyasî li ser hemû pêkhateyên welat dixwestin. Gotûbêja siyasî ya Kurdistanê zelal bû:

Lê, rêberên Komara Îslamî, navendgeratî û sepandina desthilata siyasî bi ser hemû pêkhateyên welat dixwast in, ev jî di bin dirûşma yekrêziya Îslamê de. Zimanê siyasî yê Kurdistanê zelal bû:

Demokrasî, azadiya jiyanê, hevgirtina neteweyî, laîktî, piralî, dabînkirina azadiyên medenî û demokratîk, wekheviya mafan, rakirina her cure cudahiyek, pêşxistina çand û hunerê.

Lê ti wateya van nirxan di ferhenga Xumeynî û rejîma wî de tune bû. Lê tenê Îslama siyasî ya bingehîn û avakirina desthilata Wilayeta bêsînûr a Feqîh xwe difkirîn.

Ji ber vê yekê, Komara Îslamî bi paşverotiya xwe ya olî û dijmirovî, ji bo têkbirina ramana pêşverû li Kurdistanê û rêgirtina li belavbûna ramana azadî û mafan ji Kurdistanê bo deverên din ên Îranê;

Di destpêkê de di navbera Kurd û Tirkan de nakokî û alozî çêdikir û dû re jî dest bi şer û êrîşa li ser Kurdistanê kir. Ji ber vê yekê, piştî ku di demsala Bihara 1357an de li Sinê cinayetên Newroza bi xwîn pêk anî, şer anî Nexedê, piştre Pawe û piştre jî fitwaya cîhadî ya Xumeynî ya li dijî tevgera Kurd û tevahiya Kurdistanê berfireh kir ku piştî 44 salan, bilî ji berdewamiya komkujî û wêrankarî û kûr bûna kirîzan ti destkevte din bo van tunebûye.

Berê û piştî vê şerê serbazî yê Komara Îslamî di 44 salên borî de, rejîmê şereke nerm û xapînok berdewam dijî tevgera Kurd li Îranê meşandiye.

Şerê eşkerekirina rastiya tevgera Kurd ji ber sansûr û monopolkirina medyayî ji destpêka şoreşê heta niha; Her wek neteweperest û faşîstên Îranî, tevgera Kurd bi cudaxwaz ​​û girêdayîbûna bi welatên derve tawanbar dikin.

Lê, çar dehkên çîrokên derewîn ên li ser tevgera kurd û gotara wê, tevî xebatên sîstematîk ên bi dehan salan, avakirina bi dehan navendan û xerckirina bi hezaran mîlyar Tûmenê Îranê ji bo van projeyan, pirsa kurd bi şoreşa Jînayê û derkevtina heqîqetên pirsa Kurd bo gelan û pêkhateyên din yên Îranê û ji vî alî de jî bilî riswayî û pûçiya rejîmê ti tiştek din ji van re nemaye. 

Piştî 44 salan ji fitwaya Xumeynî ya li dijî gelê Kurd ê misilman, pabendbûna rejîmê bi biryara Ayetullahan re her di cihê xwe de ye û xwandin û siyaseta desthilatê li hember tevgera Kurd her heman e, ti guherînkariyek bi ser nehatiye.

Ev 44 sal in Kurdistanê bi dîtingeha ewlehiyê tê dîtin, tê dûrxistin, li dijî nirxên xwe, komplo ji bo guhertina nasnameya wê ya neteweyî, talankirina serwet û çavkaniyên xwezayî, ciwanên têkoşer û mafxwaz tên girtin û darvekirin, rêberên siyasî yên tevgerê tên terorkirin û partiyên siyasî bi mûşek û dronan dikin armanc; Lê tevî vana jî yê serkevtî her tevgera rewa ya Kurd bûye.

Eger Kurdistan bi boykotkirina referanduma 10ê Xakelêweya sala 1358an a Rojî dengê xwe neda Komara Îslamî, di vî alî de berdêla wê helwesta wêrek û rast a 44 salan dide;

Niha li seranserê Îranê “na”yeke mezin ji vê rejîmê re tê gotin û vê red dikin. Ji ber vê yekê 28ê Gelawêjê wek îspata tunekirina me kurdan û wek bingehek ji bo rewabûn û azadîxwaziya têkoşîn û mafên me beşek ji gotar û bernameya me ya siyasî ye ku em tu carî ji bîr nakin.