Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dibistana Gelawêjê

11:21 - 12 Tebax 2023

N: Kerîm Perwîzî

W: Hesen Mukerem

 Partiya Demokrat weke partiyeke pêşeng di civakê de, erkê hewldan û perwerdekirin û cihgîrkirina perwerdehiya îroyî di nav endam û alîgirên wê li ser mil e. Da ku bi vî awayî civaka Rojhilatê Kurdistanê di bin serkut û perwedehiya îdolojîk û zilmkariya nemirovane ya Komara Îslamî de tûşî kultûra nemirovane ya desthilatdaran nebin û cîhaneke mirovanetir û wekhevîxwaz bibîne.  

Bingeha rewşenbîrî ya Hizba Demokrat; Bername û rêbaza Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di kongireya 16an de hat pesendkirin.

Hizb weke diyardeyeke modern, berhema civaka Kurdistanê nine, belkû weke diyardeyên din ên modern hundirî civakê tê kirin ku bi liberçavgirtina ezmûnên welat û neteweyên din, Kurdistan jî li pey van ezmûnan ketiye û xwastiye ku di başiyên van diyardeyên civakî de feydemend be.

Hizb kombûna takên civakê ye li dora hev da ku bi awayekî sîstematîk enerjiyên vê li hev bicivînin û têkiliyên taybet di navbera takan de saz bikin û wan di sîstemek taybet de bi hev re birêxistin bikin ji bo bidestxistina yek an çend armancên destnîşankirî hewl bidin.

Hizb wek rêxistineke civakî ji diyardeyên civakî yên din ên ku kesan digihîne hev cudahî heye: Mînak, cudahiya partiyek û çînek an heta digel eşîrekê ew e ku takên partiyê ne hewce ne ku hevûdu nas bikin berî ku ew tak cihekê bîne cem hev. Belkî Hizb taken cuda bi reng û nasnameyên herêmî û fonksiyonên civakî yên pir dûr û ji van cudahiyan li dûra hev kom dike û diyardeyeke modern ku ji hinek aliyan ve dişibe wan ava dike.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) piştî 78 salan avakirinê û tekoşînê yek ji kevintirîn û girîngtirîn partiyên meydana siyasî û çalak li Kurdistanê ye.

Ev partî weke partiyeke siyasî ya modern ji dilê civakê derketiye holê û ji pêdiviya dîrokî hatiye dinê ku têkiliyên civakî yên berê yên weke eşîret û hucreyê û … hwd êdî bersiv nadin vê qonaxa civaka Kurd a dîrokî, Hizb jidayîkbû û şêwazek din li girêçîniya siyasî û civakî pêşniyar kir û raxistiye ber dest ku dîrok avakerê dîrokê bûye.

Di wê wateyê de ku di noqteyeke wiha de di dîrokê de qonaxeke veguherînê heye. Weke ku nemir Dr.Qasimlo gotiye, di serhildanên berê de, ji ber ku ji aliyê êl û serokê eşîrê ve dihatin birêvebirin, serhildan bi biryara serokê eşîrê dihat tepisandin, an jî bi şehîdbûna serokê eşîrê serhildan dihate parvekirin. Lê, bi derbasbûn ji vê qonaxê û avabûna Hizbê, êdî serhildan û têkoşîn heta bi şehîdbûna serkirdeyên herî navdar ji nav neçû û têkoşîn bi xisar diyare lê berdewamî hebûye.

Yekane mînaka zindî û dîrokî Partiya Demokrat bi xwe ye ku di dîroka xwe de sê rêberên mezin û navdar ji dest dane û bi destê dijminên Kurd û Kurdistanê hatine şehîdkirin, lê piştî van jî Hizba Demokrat bi birînên giran lê bi ezmûnên mezin têkoşîna xwe berdewam kiriye û bi hezaran ciwanên vê nîştimanê di nav refên vê de têkoşîn dikin û dijmin heta  vê dema hewl daye da ku di şiyana van de heye demokratê jinav bibin ku her kurdekî ji dinyayê tine bikin, ji ber ku heta kurd bimînin, demokrat jî dimîne.

Partiya Demokrat wek partiyeke siyasî di civakê de ji dayik bûye û derketiye holê û di nêzîktirîn derfetê de komarek afirand ku bûye nasname û bingeha nasnameya netewî ya Kurdistanê. Weke her partiyek din li cîhanê de, ev partî ji bo bidestxistina desthilatê û wergirtina îradeya biryardan û birêvebirina civakê bixebite, lê di heyama 78 salên jiyan û tekoşîna xwe de, bûye dibistaneke Kurdistanê.

Dibistana Demokrat ku di Gelawêja sala 1324an a Rojî de bi pêşengiya Pêşewa yê nemir ji dayik bû û ava bû, û nêzîkî bi 8 dehikan wisa pêşket û mezin bû û bi deh hezaran xwendekarên xebatkar, hişyar û fîdakar pêşkêşî gelê xwe kiriye.

Hin dersên girîng ên ku di vê Dibistana Gelawêjê de têne fêr kirin ku me dihêle ku em Partiya Demokrat wekî Dibistana Gelawêjê bi nav bikin wiha ne:

* Ji bo Hizba Demokrat pirsa Kurd pirsa neteweyekê ye ku dixwaze îradeya xwe ya netewî wergerîne zimanekî siyasî bo desthilateke Kurd ku bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bide. Pirsa netewî ji bo Hizba Demokrat, wek dersa yekem a vê mektebê, ji nerîneke wekhevîxwaz dertê.

Nêrîna wekhevîxwaz ew e ku di vê dibistanê de divê mirov bi awayekî perwerde bibe ku netewa Kurd ji neteweyên din cuda nebe.

Ji wan neteweyan ne kêm û ne jî zêde ye. Kurd bi neteweyên din re neteweyek wekhev e û ji ber vê yekê jî divê mafê diyarkirina çarenivîsa xwe ji wan re bê dayîn. Ji aliyê din ve ev netewe bi neteweyên din re wekhev e û ji ber vê yekê ramana neteweyî ya teng ku ber bi şovenîzm û quretiya neteweyî ve dibe, di mekteba Gelawêjê de tune ye. Ji ber vê yekê dema ku Partiya Demokrat behsa zordariya netewî dike, dijberiya neteweyên din nake. Di edebiyata siyasî ya Hizba Demokrat de, dijberiya neteweya Faris û neteweyek din nîne, lê belê dijberiya ramanên zordar, faşîst û kolonyalîst e.

* Di dibistana Gelawêjê de rêveberiya vê Hizbê ne ku  xwe ji yên din bilindtir û berfirehtir nabîne, belkû  rêberî li rêbaza rêberên şehîd de erk û berpirsayetiya zêdetir û amadebûn bo cangorîkirinê di hemû qonaxan de ye;

Her çawan Pêşewa her wek Dr. Qasimlo û Dr. Seîd di rêzên herî pêş deyên can gorîkirnê de bûn û rêberatîkirin cem van mifah wergirin ji afrandina derfetan bo li ser hevkirina xeramana zêdetir di vê rêbazê de bûye û di beşeke hestyar de jî ku biryara taybet hewce bûye ji xwe gorîkirinê dûr nekirine.

Hizba Demokrat wek her diyardeyên mirovî yên din ji ber ku destkirda mirov û mirovan li hundir têkoşîn dikin, gelek normal e ku têkoşîn an kêmasî û astengî jî hebûne.

Di dîroka nêzîk û dûr a Hizba Demokrat de, eger mirov wan bûyer û kiryarên siyasî li gor roj û qonaxan wan binirxîne, kêmasî û xeletiyan destnîşan bike, xeletîkirin yek ji taybetmendiyên kiryarên mirovî ye ji ber ku di vê cîhanê de ti mirovek tune ye ku ji ber vê ku agahî bi temamî ne berdest e, yan jî çavkaniyên wê kêm in yan jî ji ber sedemeke din, mirov dikare van bûyer û kiryarên siyasî bibîne.

Lê, ya girîng di Hizba Demokrat de û weke rewteke girîng bûye ders ji bo têkoşerên demokrat û derveyî partiyê, û dibe demokrat xeletî kiribe, lê ti carî tûşî îxanetê nebûye û di xeletî û kêmasiyan de jî dibe van demên dijwar de tûş bibe, lê piştire ev kiriye bi ezmûnek bo dubarenekirina xeletiyan û lê fêr bûye.

* Dersek din a girîng ku bi berdewamî di vê dibistanê de nifş bi nifş tê dayîn û nifşê îro dibe mamoste ji bo nifşê din ku vê dersê bide û bi rastî jî bûye pênaseya demokrasiyê, ramana serbixwe û biryardayîna li ser bingeha berjewendiyên neteweyî ye. .

Hizirkirina serbixweyê, gelek mezaxt jêra hatiye dayîn û ji dema ku Dr.Qasimlo behs kiriye, roj li şûna rojê û sal li şûna salê di nav refên têkoşerên Demokrat de tê gotin û li ser hizir tê kirin, tenê yek rehendê ji xwe nagire belkû eger serbixwe hizirkirin bibe bi faktora sereke ya biryar dayîna takên demokratê, êdî ev mirov di qonaxa berî hundirbûna dibistanê diguhere bo takeke hişyar û amadey nirxdanê li pêxema bawerî û hêviyên xwe de.

Faktora herî girîng a van bawerî û xwestekan berjewendiya giştî ye, ku demokratekî rasteqîn ku di dibistana Gelawêjê de xwendiye, hertim li hember kiryar û şîroveyên xwe yên siyasî hestiyar dike û van kiryaran ji bo berjewendiya giştî, ne ji bo berjewendiyên şexsî yên demkurt, formule dike.

Di nava Partiya Demokrat de bi sed hezaran kes ji bo wê bi awayên curbecur têkoşiyan û berdêla wê dan. Dersên Dibistana Gelawêjê ji van xalên ku li vir hatine behs kirin pir zêdetir in, lê bi hev re her tak ku beşdarî vê dibistanê dibe hin kiryar û tevgerên siyasî nîşan dide û di gotarek taybetî de dijî ku nasnameya demokrasiyê ye an jî logoya taybet a Gelawêjê di reftar û kiryarên wî de diyar dibin.

Ji bo hemû kesên ku berê ji bo avakirina vê dibistanê bedel dane û hemû kesên ku bi têkoşîna vê rêya serbilind hêviya paşerojeke geş dikin, pîroz be.