Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Biçûkbûna sifreya xelkê, xwarina berhemên şîrî li Îranê de gihaye kêmtirîn asta xwe

12:11 - 25 Gulan 2026

Li dirêjiya siyasetên talankarî ên Komara Îslamî û bihakirina alav û hewcehiyên xelkê, bihaya berhemên şîrî li destpêka vê mehê ve bi rêjeya %20 zêde kiriye û ew madên sereke li ser sifreya piraniya malbatan nîne ankû nemaye.
Berpirsên beşên berhemên şîrî îtiraf bi vê kirine ku sebebkarê vê rewşê dewlet bi xwe ye, çimkî rejîm tenê li heyama çend rojan de nirxa şîrê xav li 46 hizarî ve gihandiye 61 hizar Tûmenî heya kêmanîna bûdceyê li berîka xelkê tejî bike.
Ev gendelî bûye sedema vê ku rêjeya bikaranîna salane a Şîr bo her kite kesekê di Îranê de tenê 40 kîlogiram kêm bibe, ku eva jî yek ji ser çar a tevahiya cîhaniye, ev amar şermezariye, sebebkarê sereke yê zêdebûna wê hejariyê ku bi ser xelkê Îranê de hatiye sepandin rêjîma Îranê ye. 
Hevdem ew giranî bûye sedema daxistina bi kom a kargehên biçûk û bêkarbûna zêdetir a kedkaran.