Qazî Kawanî, kasibkarê xelkê Devera Serdeştê ku çend şevan berî niha bi teqeya rastewxwe a hêzên Komara Îslamiya Îranê ve hatibû birîndarkirin, bi sedema kurahiya birînên xwe canê xwe ji dest da.
Li gorî raportan, ew kasibkar ku xelkê gundê Dolletû yê ser bi Devera Serdeştê ye, li çend şevên derbasbûyî de li sînorê, Casûsanê kefte ber destrêjiya guleyên hêzên çekdar ên rejîmê û gule bi serê wî keftibû.
Navbirî bi sedema xirabiya rewşa tendirûstiyê ve bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Mihabadê hatibû veguhastin, lê tevî hewlên pizîşkî şeva derbasbûyî bi sedema kurahiya birînên xwe koça dawiyê kir.