Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îran nikare Îsraîlê lê ji bo razîkirina alîgirên xwe êrîşê dike ser sivîlên Başûrê Kurdistanê

17:28 - 10 Gulan 2026

N. Eskender Ceiferî

 

Rêjîma Îranê bi êrîşên xwe yên bi hajek û dronan nekarî derbeyek bi bandor li Îsraîlê bide. Piraniya êrîşan ji aliyê Îsraîlê ve hatin astengkirin û bêbandorkirin, û rêjîmê nekarî weke ku dixwast hêza xwe ya leşkerî nîşan bide. Vê têkçûna eşkere rêjîma Îranê xistiye rewşek qels. Ji bo qerebûkirina vê têkçûnê û ji bo razîkirina endamên Sipaha Pasdaran û alîgirên xwe yên tundrew, rêjîma Îranê niha berê xwe dide armancên hêsantir û qelstir û êrîşî Başûrê Kurdistanê dike. Ev siyaseta rêjîmê û berdewamiya piştevanita Îranê ji bo komên çekdar, nîşan dide ku qelsiya li ser herêmê û metirsiya komên têrorîstî zêdetir dibe. Îran jî li şûna ku rastiya bêhêziya xwe li hember hêzên mezin qebûl bike, êrîşê dike ser Kurdan.

Ev serpêhatiya nû, berdewamiya rasterast a heman êrîşa li ser Îsraîlê ye. Rêjîma Îranê nikare derbeyek rastîn li Îsraîlê an Dewletên Yekbûyî bide, ji ber vê yekê ew ber bi Başûrê Kurdistanê ve çûye da ku hêza xwe ya riwalet biparêze û rê li ber nerazîbûna navxweyî ya di nav Sipahê û bingeha wê ya îdêolojîk de bigire. Ev êrîş ne tenê metirsî li ser ewlehiya herêmê ye, lê di heman demê de çavkaniyên darayî yên mezin ên ku yên xelkê Îranê ne jî, ji bo armancên din dide mezaxtin. Dema ku welatiyên Îranê rastî hejarî, daketina nirxa pere, bêkarî û krîza debara jiyanê tên, rêjîm bi milyaran dolar li hajekek, dron û operasyonên êrîşkar xerc dike ku tenê dibe sedema goşegirbûna zêdetir û zexta aborî ya berfirehtir.

Êrîşa li ser Îsraîlê bi hajeekên balîstîk ên cûrbecûr wekî Shahab-3 û Xêyber-Şikên, û dronên Şahid hate kirin, lê li ser rûyê erdê, negihîşt armancên xwe yên sereke. Ev têkçûna leşkerî givaşek mezin li nav alîgirên rêjîmê kire ser wê. Li şûna ku rastiyê qebûl bike û balê bikişîne ser pirsgirêkên navxweyî, rêjîmê biryar da ku bi êrîşkirina başûrê Kurdistanê hêmaya "hêzê" ji bo Sipahê û alîgirên wê biparêze. Dema ku rêjîma Îranê li hember dijminên rastîn bêhêz dimîne, ew ber bi armancên piçûktir û hêsantir ve diçe da ku ji alîgirên xwe re bêje ev rêjîm hêj serbilind e. Kiryarên weha ne ji desthilatdariyê, lê ji qelsiya navxweyî û bêhêziya rêjîmê têne kirin. Ji ber ku ti hêzeke mezin, sivîlan nake armanc.

Bi salan e ku rêjîma Îranê pêşxistina makîneya xwe ya leşkerî û operasyonên derveyî welat pêş dixe. Budceyên leşkerî yên mezin têne xerckirin. Ev jî di demekê de ye ku xelkê Îranê ji pirsgirêkên bingehîn ên debara jiyanê aciz bûne. Dibistan xirab in, nexweşxane bi kêmbûna dermanan re rû bi rû ne, ciwan bêkar in, û nirxa diravê Îranê berdewam dadikeve. Lêbelê, li şûna çareserkirina van krîzan, rêjîm pereyên xelkê, tenê ji bo razîbûna demkî ya endamên Sipahê dide mezaxtin. Êrîşa li ser başûrê Kurdistanê mînakek eşkere ya vê siyasetê ye; operasyonek ku lêçûna wê rasterast li ser milê xelkê Îranê ye. Xelkê Îranê ne ji van êrîşan sûdmend e û ne jî bi wan razî ye.

Li hundirê Îranê, zext û givaşên mezin li ser xelkê berdewam dikin. Her dengek nerazîbûnê bi girtin, îşkence û darvekirinê tê bersivandin. Jin, ciwan û neteweyên cuda ji van siyasetan herî zêde êş kişandine. Rêjîm berdewam tengezariya derveyî diafirîne da ku daxwazên navxweyî paşhuh bike. Ev taktîk xelkê Îranê dike qurbaniyên sereke. Ew in yên ku rastî daketina nirxa pereyên Îranê tên û ziyan li wan dikeve.

Êrîşa li ser başûrê Kurdistanê ewlehiya herêmî jî xistiye metirsiyê. Rêjîm bi şandina çekan bi rêya qada hewayî ya welatên cîran, nebûna aramiyê jî berbelav dike. Ev kiryar nîşan didin ku rêjîma Îranê, li şûna parastina berjewendiyên netewî, dixwaze hêza xwe ya îdêolojîk biparêze û mejiyê alîgirên xwe têr bike. Dema ku ew nikare li armancên sereke wate li Îsraîlê bixe, ew berê xwe dide Başûrê Kurdistanê da ku bêhêziya xwe veşêre. Ev siyaseta wêranker, Îranê di çavên cîhanê de wekî sedema sereke ya nebûna ewlehiyê li Rojhilata Navîn nîşan dide û pêşeroja aborî û siyasî ya welêt hîn tarîtir dike.

Xelkê Îranê û herwisa Başûrê Kurdistanê qurbaniyên sereke yên van kiryaran in. Xelkê Îranê ne tenê ji pirsgirêkên aborî aciz in, lê di heman demê de neçar in ku bedela têkçûnên leşkerî yên rêjîmê li dijî Îsraîlê û operasyonên li Başûrê Kurdistanê bidin. Dema ku rêjîm basa "serkeftinê" dike, ew rastiya jiyana mirovan li wir, nebûna aramiyê û bêhêvîtî ye. Ciwan li Îranê, yên ku hêviya pêşerojek çêtir dikin di nav polîtîkayên êrîşkar ên rêjîmê de asê mane. Bi bêhêzbûna li hember hêzên rastîn, ev rêjîm qelsiya xwe li ser gelê herêmê derdixe.

Bi vê reftarê, rêjîma Îranê rê li ber goşegirkirin û krîzê ji bo vî welatî vekiriye. Her êrîşeke nû sizayên nû tîne û zextê li ser jiyana welatiyan zêde dike. Êrîşa li ser Başûrê Kurdistanê jî piştî têkçûna êrîşa Îranê li ser Îsraîlê, careke din selimand ku stratejiyeke rastîn a rêjîma Îranê nîn e û tenê bi mayîndebûna desthilatdariyê û razîkirina bingeha xwe ya îdêolojîk ve girêdayî ye. Ev serpêhatî ne tenê zirarê didin ewlehiya herêmê, lê di heman demê de pêşveçûn û pêşkeftina Îranê jî dereng dixin.

Berdewamiya van siyasetan ji hêla rêjîma Îranê ve metirsiyên mezin dike ser pêşeroja vî welatî. Mafê neteweyên Îranê ye ku hikûmeteke wan hebe ku li şûna ku pereyên wan li hajekan û operasyonên derve xerc bike, li debara jiyana xelkê, aborî û azadiya veberhênanê bide mezaxtin. Heya dema ku rêjîma Îranê vê fikra qels û wêranker bişopîne, xelkê asayî dê bedêla herî zêde bide.