Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

3 ciwan li bajarê Mihabadê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatne destbiserkirin

10:41 - 26 Gulan 2026

Li dirêjeya pêla destbiserkirina welatiyên Kurd li rojhilatê Kurdistanê, sê ciwanên xelkê bajarê Mihabadê ji aliyê hêzên ewlehiya Komara Îslamî a Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nexûya hatine veguhastin.

Li gorî raporta rêkxistina mafê mirov a Kurdpayê, sibêdeha roja Dûşemî 4ê Cozerdana 1405an, hêzên ewlehiyê bi awayekî serberedayî û bê belgeyên yasayî, êrîş kirne ser mala welatiyan li gundê Befrawan a ser bi Devera Şamatê girêdayî bajarê Mihabadê. 

Di vê êrîşê de du bira yên bi navên Ehed Xeyrî û Wahîd Xeyrî û ciwanek din yê bi navê Mensûr Ebasî hatine destbiserkirin.

Çavkaniyek agehdar di vê derheqê de ragehandiye ku tevî lipeykeftinên berdewam ên malbatên wan, heya dema belavbûna wan nûçeyan çavnihêrî û lipeykeftinên wan bê encam mane.

Heya niha ti zanyariyek li ser sedema girtin, cûreyên tohmetan û cihê ragirtina wan sê ciwanên Kurd li ber dest nîne û navendên ewlehî ên rejîmê di vê derheqê de ti bersivek nedane.