Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

SENTKOM, me li başûrê Îranê êrîş kire ser binkên mûşekî û keştiyên spaha pasdaran

10:35 - 26 Gulan 2026

Fermandehiya Navendî a hêzên Amerîka (SENTKOM)ê ragehand ku arteşa Amerîka roja Dûşemî, zincîrek êrîşên berevanî ji xwe li başûrê Îranê encam dan û tê de binkên avêtina mûşekan û keştiyên şer ên Îranê kirine amanc.

Tîm Hawkîniz, berdevkê SENTKOMê ragehand ku hêzên Amerîka bo parastina canê serbazên xwe li hember êrîşên hêzên Îranê, ew êrîş li başûrê Îranê encam dane û amanic pêkhatibûn ji binkên avêtina mûşekan û ew qeyîkên Îranê ku mijûlê çandina mînên deryayî bûn.

Navbirî tekezî kiriye ku SENTKOM wê berdewam be li berevanîkirin li hêzên xwe, hevdem ligel pabendbûn bi xwe parastina li dema agirbesta niha de. 

Li gorî raporta tora nûçegihaniya Fax News ew êrîş piştî vê hatin ku du qeyîkên hêzên ser bi spaha pasdaran li dema danana mînan li Tengava Hormozê de hatine dîtin û hevdem binkeyek mûşekî a Îranê êrîş kire ser firokên şerker ên Amerîka.

Di hember de arteşa Amerîka herduk belem yan qeyîkên spaha pasdaran têkşikandin û êrîş kire ser binkê mûşekên erdî bo esman ( SAM) li Benderebasê.
Berpirsên Amerîka tekezî kirin ku ew êrîşane tenê aliyê berevaniyê hebûne û bi wateya dawîanîna agirbesta ligel Îranê nîne û li niha de jî êrîş bi dawî hatine.