Husêyn Noşabadî Rêveberê Giştî yê Parlaman û Yasayan ê Wezareta Derve ya Îranê, roja duşemî 25ê Gulanê di hevpeyvînekê de ligel ajansa nûçeyan a ISNAyê got ku Îranê di pêşnivîsa lihevkirina destpêkê ya ligel Amerîkayê de, di mijara navokî û oraniyoma bi asta bilind de tu soz nedaye aliyê beramber.
Wî herwisa tiştê ku jê re digotin "gotegota rawestandina 20 salî ya dewlemendkirina oranyomê" wekî dereveke aşkere bi nav kir.
Noşabadî derbarê xalên pêşnivîsa pêşniyarkirî ya Îranê de zêde kir: «Bidawîbûna şer li hemû eniyan di nav de Libnan, azadkirina bi milyardan Dolar ji sermayeyên blokekirî yên Îranê, rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê û vekirina Tengava Hormozê, vekişîna hêzên Amerîkayê ji derdora Îranê û azadiya firotina nefta Îranê, di egera lihevkirina navbera Îran û Amerîkayê de hatine berçav girtin.»
Li gorî gotina Rêveberê Giştî yê Parlamanê yê Wezareta Derve ya Îranê, li ser bingeha lihevkirina destpêkê, dê 30 roj wext di destê her du aliyan de hebe daku li ser mijarên din bigihîjin lihevkirina dawî, û ev dem heta 60 rojan dikare were dirêjkirin.
Noşabadî her weha mijara birêvebirina Tengava Hormozê got: ku Îran ligel aliyê Omanî di nav danûstandinan de ye.